logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Mereş

Bandora komkujiyan li ser çandan gelek e. Ji ber vê dibe mijarên berhemên çandî û hunerî

  • Dîrok: 02/01/2009
  • Beş: Serbest


 

Dizgûn deniz

Bandora komkujiyan li ser çandan gelek e. Ji ber vê dibe mijarên berhemên çandî û hunerî.
Lê di dram û ser û binbûnên Rojhilata Navîn de zêde rengê xwe nedaye hunerê. Yan jî divê mirov bibêje ku li gorî bûyer û qewimînan; berhemên hizrî /mêjiyî, gelek gelek qels in.
Eger mirov normal bifikire berhem, bîra bîrê ye.
Yan jî bi peyva îroyîn, Hard Disca extern (pê re)  ya mêjî ye. Divê em qebûl bikin ku kapasîteya mêjî, heya radeyekê ye û ji wê pêve ew, tiştên ku bi riya amûrên nasîn û hîsînê dinase mecbûr dimîne ku ji bîr dike.
Wekî mîdeya mirov e ku gava mirov ji hemdê xwe zêdetir dixwe, da ku xwe biparêze vedirêşe. Ev sigorta yan jî rêbaza ewlekarî ya anatomiyê ye.
Mekanizma xweparêzî ya mêjî jî, heman rê dişopîne û heman tiştî dike. Yanê bi awayekî vedirêşe. Verişîna mêjî jî ji bîr kirin e. Agahiyên giran navêje lê dike xewê. Diavêje “Bîr”ê.
 Ku vê mekanizma ya ji bîrkirinê bikar neyîne wê bimire. Bêşik  “mirin” di vir de tê wateya îflasa kar û barê mêjiyiyê.
Ji ber vê bûyer û qewimînên demê, ku neyên nivîsîn, qeyd kirin; yan jî nebin berhemên çandî û hunerî, wê bibin qurbanên vê mekanîzmaya mejî. Yanê qurbana “ji bîr kirinê.”
Civak, herî zêde xeta û sucên di dîrokê de qewimîne bike mijarên hunerê û çandê û van berheman pêşkeşî nifşên li pey xwe bike.
Ev, hewldanên bi vî rengî wan, ji dubarekirina heman xetayê diparêze û jiyanê li wan xweştir û aramtir dike.
Mixabin wekî gelek bûyeran, Komkujiya Mereşê jî, bi vê talûkeyê re rû bi rû ye. Berhemên di der barê vê trajediyê de, ji tiliyên du destan zêdetir nîn in.
Ev jî, çend stran û çend gotar in û ji sedî 98 jî bi zimanê tirkî ne.
Gava tu ji keseke/î ji van pêvajoyan hatiye re bibêjî ev serboriyên xwe binivîse dibêje:
- “Ma çi bikim bi van! Ji xwe her roj tiştekî nû tê serê me !”
Lê ditin û tecrubeyên me yên civakî ji ber vê mantiqê ji qeydkirinê aciz, dîroka civakê dike qurbana “ji bîr kirinê.”
Dîroka civakan ji vê mantiqê feqîr û tisî dimîne. Hiş û mejiyê civak û netewan loma li hember bûyerên biçûk şêlo dibe û zûtir ji rêya xwe derdikeve.
Dîsa ji vê mantiqê ye ku civak wekî miyên ku gûr ser re baz dane didin pey gûr civak jî dide pey hêzên ku dixwazin wan tune bikin!
Yek jî ji van komkujiya ku mijara vê nivîsê ya Mereşê ye. Mereş çîrokeke tijî êş û xwîna kurdên elewî ye!
Mereş, her çiqas bajarekî Kurdistanê yê bingehîn e jî kurdên tirkînezan di der barê vê komkujiya dawî de ne xwedî zanînek têr in. Yanê ji sedem, destpêk û pêvajoyên çîrokê dûr in.
Li ser malperên kurdan jî di der barê vê mijarê de gotar û agahiyên têr û tijî nayên peydakirin.
Xuya dibe ku kurdên bakurî jî, ev ji xwe re zêde nekirine derd. Ev bê eleqebûna bi vî rengî bi sere xwe, hêjayî lêkolînê ye. Û lêkolîneke hanê, wê bibe sedema encameke gelekî balkêş.
Eger Têkoşîna Azadî, li ser vê bûyerê tespîta rast nekiriba, heya îro jî, ew resmê kontrayî yê komara tirk wê di tariyê de bimana.
Lewre tevgerê di serî de ev komkujiyên bi vî rengî, wekî stratejiya KT li hember yekîtiya gelê kurd nirxand.
Eger sedema van komkujiyan wekî ku dewletê îdîa dikir ol û meseb ba divê  di navbera elewî û suniyên li bajarên Tirakya, Stenbol, Edîrne Tekîrdag û yên din; bajarên Behra Reş Ordu, Trabzon, Gumuşhane, Amasya; Yên Behra Spî, Antoqiya, Antalya, Mêrsîn; yên Anatoliya Navîn  Newşehîr û Enqere, Eskîşehîr, Qeyserî, Yozgat; Yên Marmara Bursa, Îzmît û bajarên Ege, Îzmîr, Aydîn, Manîsa û hwd de jî pêk bihatana..
Na!
Tenê  li bajarên ser sînor yê Kurdistanê û Tirkiyê qewimî bûn. Ji pozîsyona van bajaran jî diyar dibû ku komara tirk dixwest hin planên din yên veşartî û nîjadperest bi cih bike.

Nivîsandina bûyeran bi zimanê xwe û wergera wan stratejiyek e:
Polîtîkaya ji bo zimanan, girêdayî stratejiya civakê ya mêjiyî û netewî ye. Ziman û kar û barê ziman nîşana têgihîştina maf, amûr, plan û encama paşerojê ne.
Heger civakek ku bixwazî her hebe; divê ziman, çand, berhem û qadroyên ji bo vî karî her kêlî, her roj û her tim amade bike û amade jî bihêle.
Di amadekariyên van hemû tiştan de axaftin, şirove, qeydkirin, analîz û dabeşî bên kirin; û ya herî girîng jî divê ew, wekî berhem derkevin holê. 
Gava berhem nebin û ji bo rabirdû lêgerîn û lêkolîn ne ji vî zimanî bin, ma ziman çawa dê pêş bikeve?
Civakên ku xwedî stratejiya ziman in, yan ev şertên li jor pêk anîne; yan jî granî dane wergêrê.
Kurd di vê mijarê de li pêy hemû dinyayê mane mixabin. Tu stratejiyeke me, ya li ser zimên tune ye. Yên heyî jî ji Tûrikê Parsê zêdetir dirî ye. Loma jî her roj tiştekî din jê kêm dibe ango winda dibe.
Belê ev bêeleqebûn, heman demê de nîşana siyaset û stratejiya me ya ji bo ziman e. Ev siyaseta hanê kûd e û bi kêrî tiştekî nehatiye û wê neyê jî.
Kurdî, ku di her mijarê de nebe navenda lêkolîn û xwendinê û xebatên lêkolînvanan wê kî, çawa û ji bo çi vî zimanî pêş bixe?
Peyvên “şayîk”, hevokên “hingîvîn” û gotinên “hejîndar” zimanan dikin xwedî qedr û qîmetê.
Ku kesek bixwaze li ser malperên înternetê tiştekî bi vî rengî bi zimanê me, bi kurdî lêbigere û lêbikole wê destvala bimîne.
Mijara Qetliama Mereşê jî di vê çarçoveyê de bê fêm kirin. Ji bo vê jî gelekî hêjayî wergerê li zimanê kurdî ye. Ji hêla exlaqî û neteweyî ve jî lazime heya ku derfet rê didin hemû kurd ji trajedî û şanaziya hev û du haydar bin.
Ji bo vê ye ku min nexwest kurdên tirkînezan ji vî heqê bingehîn bêpar bimînin. Heman demê de min nexwest ku ev stratejiya kur û tarî ya komara tirk li dijî gelê kurd tenê di pelên dîrokê yê tirkîzanan de bimîne û bifetise.
(Beşa  1’em)

hister35@hotmail.com

***

Nivîsên Dizgûn Denîz en ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ozgur Gundem
- Ehmedê Xanî û xwedî

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

news
  • 29 09 2026

Zozanî û Hilgêr

news
  • 28 09 2026

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Heyeta HDP'ê: Bêguman Zergelê komkujiyekî sivîl e

ad

Vê hefteye du fîlm hene

ad

Vê carê pêlê li Beşîktaşê da

ad

Mîhrîcana Fîlman a Romayê diyarî wan hat kirin

ad

Di Lîga Tirkiyeyê de erdheja şîkeyê

ad

'Burning' û yên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname