logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Mîhrîcana Fîlman a Romayê diyarî wan hat kirin

5’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdan a Romayê duh dest pê kir. Mîhrîcana ku li Nuova Cinema Aquilaya Romayê tê lidarxistin ku

  • Dîrok: 17/01/2013
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Roma
5’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdan a Romayê duh dest pê kir. Mîhrîcana ku li Nuova Cinema Aquilaya Romayê tê lidarxistin ku gelek fîlmên balkêş dê werin pêşandan diyariyê sê jinên çeleng ên kurd ku li Parîsê hatin qetlikirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Şeyla Şaylemez û dosta kurdan nivîskara îtalî Mîrella Gallettî ya ku îlona derbasbûyî jiyana xwe ji dest da hat kirin. Mîhrîcana îsal bi dirûşma ‘Heviya Azadiyê-Speranza di Liberta’ tê lidarxistin û dê 20’ê çileyê jî bidawî bibe.

Berî destpêka mîhrîcanê li avahiya Teatro Valle Occupatoyê resepsiyoneke hat dayîn. Di reseppsiyonê de fîlmê bi navê Zarê ku di sala 1926’an de li Ermenistanê hatiye kişandin û wekî yekem fîlmê kurdî tê zanîn hat pêşandan. Piştî pêşandana fîlmê hunermenda kurd Tara Caf û hunermenda operasyê ya kurd Pervîn Çakar bi performanseke zindî bi muzîka xwe ve guhdar mest kirin.

‘DENGÊ BAVÊ MIN’

5’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdan a Romayê li avahiya Casa del Cinemayê duh bi pêşandan fîlmê derhênerê kurd Zeynel Dogan ê bi navê ‘Dengê Bavê Min’ ku behsa Komkujiya Gurgumê dike hat pêşandan. Di çarçoveya herka mîhrîcanê de dê derhêner Zeynel Dogan jî piştî pêşandana fîlm bi temaşevanan re gotûbêjeke li dar bixista lê ji ber ku Dogan dê li Elbistana Gurgumê tevli merasîma cenazeya biraziya xwe Fîdan Dogan a li Parîsê tevli Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hat qetilkirin bibe tevli mîhrîcanê nebû. Bernameyên mîhrîcanê dê li avahiya Nuovo Cinema Aquilayê pêk werin. Di çarçoveya bernameyê de derhênera kurd Mizgîn Mujde Arslan, rexnegirê sînemayê û nivîskar Borîs Solazzo, Rêvebirê Mîhrîcana Fîlman a Hewlêrê Adnan Osman û Rêvebera Mîhrîcana Fîlmên Kurdan a Romayê Hêvî Dîlara tevli çalakiyan bibin.

PANELA LI SER PENABERAN

17’ê çileyê ango îro dê fîlmên bi navê ‘Faîlî Dewlet’ ku derhêneriya wê Veysî Altay kiriye û ‘Deftera Licê’ ku derhêneriya wê Ersîn Çelîk kiriye dê werin pêşandan. Piştî pêşandana fîlman dê paneleke bi navê ‘Penaberên kurd ên li Îtalyayê’ were lidarxistin. Berpirsa Komîsyona Neteweyî ya Komseriya Penaberan a Bilind a Neteweyên u Elena Behr, Serokê Beşa Azadiyên Sivîl û Penaberan a Wezareta Karên Hundir Ricardo Compagnucci, Dîrektora Penaberan a Wû yek ji parêzarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Arturo Salerni dê di panelê de biaxivin. Piştî panelê dê fîlmê derhêner Seyfettîn Tokmak ê bi navê ‘Mîdyeyên Şikestî’ were pêşandan.

XWENDEKAR JI BÎR NEKIRIN

Mîhrîcanan ku bi bernameya xwe ya xurt balê dikişîne ji bo xwendekarên dibistanên seretayî ango zarokan jî du roj hatine veqetandin. Di bernameya ji bo zarokan hatiye veqetandin de 4 fîlm werin pêşandan û malbatên zxarokan jî dikarin bi zarokan re bernameyan bişopînin. Di mîhrîcanê de ji bilî pêşandana fîlman û panelan dê semînereke li ser komkujiyên li hemberî kurdan jî were lidarxistin. Kesên ku dê di semînerê de biaxivin; ji başûrê Kurdistanê Hasan Noori Shaikhmohammed Salih û Goran Adham Rahim, nivîskar û lêkolîner Mehmet Bayrak, Elenuora Iannottaya ku teza xwe ya zanîngehê li ser komkujiya li hemberî kurdan çêkiriye. 5’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdan a Romayê bi pêşandan ‘Girgîteha Hejmar 5’, ‘ Li vir’ û ‘Sirta ligel ba’ dê bidawî bibe.

(Di konserê de Tara Caf û Pervin Cakar konsereke pêşkêş kiri)

ANF

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Cenazeyên 3 siyasetmedaran tînin Tirkiyeyê

- Bi dehe hezaran kesî hesabê komkujiya Parîsê pirsî

- Serokomarê Fransayê: Min yek ji wan nas dikir

- Li ser bûyerê kî çi got?

- Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd hatin qetilkirin

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bilêtê Euro 2020'î yenê rotişî

ad

Fenerbahçe dibe mêvanê Diyarbekirê

ad

Rojnameger li benda îmzeya we ne jî

ad

Wezîrê Karên Derve diçe serdana DTP'ê

ad

Êdî 'Roja Fûtbolê ya Dinyayê' jî heye

ad

Barzanî tê Tirkiyeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname