Diyarname
Li Yewnanistanê îro referandûm hebû. Sedê sibê saet 07'an de ji bo referandûmê dengdanê dest pê kir û saet 19.00'an de bi dawî bû. Tenê berisva erê û nayê nebû. Ji bo vê 9 mîlyon û 855 hezar û 29 dengdêr dê biçûna cem 20 hezar sindoqî û deng bida.
Bi giştî sedî 61.45'î denê "OXI" (Na) û sedî 38.55'î got "NAI" (Erê).
Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksis Çipras çend roj berê gotibû "Ger di referandûmê de erê derkeve ezê îstîfa bikim." Niha li gor daxwaza Çîpras "Na" derket. Ji niha û şûnde dê çi bibe?
Mesel ev e: Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo kredî bide Yewnanistanê her şertên giran didan ber Yewnanistanê. Li hemberî vê yekê jî Çîpras xwest li hemberî vê yekê ji gel bipirse ka gel van şertên YE'yê qebûl dike, yan piştgirî dide Çîpras ku li hemberî van şertan ber xwe bide.
Hat îdîakirin ku encama NA'yê derê dê Yewnanistan ji YE'yê derê. Lê rayedarên hikumetê wisa nabêjin. Bi NA'yê re dê ew şertên xwe ji bo YE'yê bibêjin û bixwazin planeke li gor daxwaza Yewnanistanê bê çêkirin.
Yewnanistan li ser xeteke stratejîk e ji bo YE'yê, çavdêr dibêjin ku dê YE nikaribe Yewnanistanê ji YE'yê biavêjin, lê dê bikin ku şertên xwe bi Yewnanistanê bidin qebûlkirin.
Piştî derketina "Na"yê Wezîrê Maliyeyê yê Yewnanistanê Varufakis axivî û got, "Gelê Yewnanistanê ji bo polîtîkaya zorlêkirina mafan gotiye na" û wisa dom kir: "5 salan zor li gel hatiye kirin ku zêdetir xwe bijdîne, zehmetiyê bikişîne, gel ji bo vê gotiye na. Me jî 5 mehan ji bo bihîstina daxwaza gel têkoşîn da.Mixabin kreditoran daxwaza muzakereya me qebûl nekirin, ferman dan me. Gelê me ev fermana wan bi paş ve şand. Bi vê encamê emê careke din ligel kredîtoran li dor maseyê rûnin. Emê daxwaz bikin ku deynên me ji nû ve saz bikin. Ji sibê de emê careke din bikevin ser rêya Ewropayê. Yewnanistan dê ji bo kredîtoran destê xwe dirêj bike."
Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê Panos Kammenos jî wisa got: "Yewnanan li hemberî tehdîdan serî netewand, demokrasî bi ser ket."
Berdevkê Hikumetê Gabriel Skellaridis jî got ku ligel kredîtoran dê di cih de muzakere dest pê bikin û di du rojan de dê biencam bibin.
Hikumeta Syriza jî got li ser derketina dengê NA'yê ewê heyeket ji bo muzakereya ligel kredîtoran bişîne Brukselê.