Batman
Zimanzanê kurd Mîr Celadet Bedirxan di salvegera 59'emîn wefata xwe de li Batmanê hat bibîranîn.
Kurdî-Dera Batmanê li Salona Konferansê ya Şaredariya Batmanê ji bo bîranîna wefata zimanzanê kurd Mîr Celadet Elî Bedirxan paneleke li dar xist û bi vî awayî ew bibîr anîn.
Di panelê de Şaredarê Culemêrgê Fazil Bedirhanoglu, Seroka Kurdî-Dera Batmanê Evin Bilge, rêvbera Kurdî-Derê Semra Ozbey wekî panel axifger beşdar bûn.
Pêşî Bedirhanoglu axivî, da zanîn ku di nav her gelî de kesên girîng hene, di nav kurdan de jî bi vî rengî û Celadet Elî Bedirxan jî yek ji wan e. Bedirhanoglu got, "Roja mirina Celadet û roja bûyîna min yek e û ji vî alî ve jî lidarxistina vê çalakiyê ji bo min gelek girîng e."
Bedirhanoglu diyar kir ku Bedirxan digel zimanê kurdî û gramerî bi siyasetê re jî eleqedar bûye û wiha berdewam kir: "Piştî ku dewleta tirk tevgera siyasî ya kurd têk bir Mîr Celadet berê xwe da zimanê kurdî û gramera kurdî. Ji ber ku wî dizanî pêşvebirina hebûna gelekî bi ziman ve girêdayî ye. Bedirxan bi hemû zavarayên kurdî dizanî. Bedirxan di hemû xebatên xwe de pêşeroj ji xwe re kiriye armanc."
Piştî Bedirhanoglu, Semra Ozbey û Evin Bilge jî li ser Celadet û li ser xebatên xwe yên kurdî axaftin kirin.
Piştî panelê sînevîzyonekî li ser Mîr Celadet Bedirxan hat nîşandayîn.
Di çalakiya bîranînê de Şaredarê Batmanê Nejdet Atalay, Serokê DTP'a Batmanê Ahmet Sormaz, Şaredarê Misircê Raşit Haşimi, Serokê Navçeya Navendî ya DTP'a Batmane Mustafa Ozturk, endama Meclisa Partiyê ya DTP'ê Ferrah Diba Ergul û nêzî sed kesî amadebû.