Stenbol
Rojnameger, bi meşek bi navê "Roja ji bo rojnamegerî rabe ser piyan" ji Tunelê heta Taksîmê meşiyan û piştgirî dan hevalên xwe yên rojnamger ên girtî.
Di çalakiya ku Platforma Azadiya Rojnamegeran organîze kir de rojnamegeran wêneyên rojnamegerên girtî bilind kirin.
Rojnamegeran li dû pankarta "Çapemeniya azad nebe, civaka azad çênabe" meşiyan û pankartên wekî "em raxwazin nûçeya mirinan çêbikin", "Ji bo serxwebûna edîtorî rabe ser piyan", "Ji bo azadiya sendîkavaniyê rabe ser xwe", "Dawî jikarderxistinê çapemeniyê bînin."
Piştî meşa bi qasî saeteke dom kir de li Qada Taksîmê Berdevkê Demê yê Platforma Azadiya Rojnamegeran û Serokê ÇGD'ê Ahmet Abakay axivî.
Abakay got ku niha 74 rojnameger girtîne û ji bo dadgehan jî got: "Dadgehên bi rayeya taybet ne edalet û hiqûqê, bêhiqûqiyê dike serdest."