Diyarname
Roja 31'ê gulanê Roja Nekişandina Cixareyê ye. Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê, Weqfa Pişikê ya Dinyayê û Civata Qansêrê ya Amerîkayê bi hev de "Atlasa Titûnê" amade kirin. Li gor vê atlasê li Tirkiyeyê sedî 31'ê mêran ji ber nexweşiyên ji cixareyê peyda dibin dimirin. Tirkiye bi vê rêjeyê li dinyayê duyemîn welat e ku mêr ji ber cixareyê dimirin.
Di vî warî Koreya Bakur li dinyayê di rêza yekemîn de.
Li Tirkiyeyê salê 83 hezar û 100 kes ji ber nexweşiyên ji cixareyê pêk tên dimirin. He wiha li Tirkiyeyê 252 hezar zarok û 14,5 mîlyon kesên gihîştî cixareyê dikişînin.
Li gor sedî 27,3 yên temen bi ser 15'an de her roj cixareyê dikişînin. Di sala 2010'an re ev rêje 25,4 bû.