Diyarname
Kovara zanistî Zend hejmara xwe ya nû bi manşeta “Di romana tirkan de kurd, îsyan û jin” derket.
Kovara Zendê ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin bi hejmara xwe ya payîzê derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê ji aliyê mijaran ve nivîsên balkêş pêşkêş kirine. Yek ji wan nivîsan ku bûye manşeta kovarê nivîsa Zeyno Zeyneh a bi sernavê sernavê “Wekî qadeke şîdetê, temsîl: Di romana tirkan de kurd, îsyan û jin” e. Di serdema destpêka Komara Tirkiyeyê ku wê navê kurdî bi xwe jî qedexe bû rewşa kurdan, jin û serhildanan kurdan a di romanên tirkan de mijara sereke ya nivîsa Zeynepê ye. Di nivîsê de li ser romanên bi navê “Dagları Bekleyen Kiz” (Keçika Parêzvana Çiya, Weşandin 1936) a Esat Mahmut Karakurt, “Zeyno’nun oğlu” (Kurê Zeynebê, weşandin 1927) a Halide Edip Adivar, “Yezidin Kizi” (Keça Yezîd, weşandin 1939) a Ferik Halid Karay, “Sevgim ve Izdirabim” (Hezkirina Min û Tajana Min, weşandin 1934) a Mukerrem Kamil Su hatiye sekinandin, bi awayeke hûrbînî agahiyên romanan û nêzîktêdayîna nivîskaran a li mijara kurdan li ber çavan hatiye raxistin.
Zeyno Zeynep dibe, “Temsîla kurdan, bi giştî tabû ye, lê belê hin cih hene ku pûtên vê tabûyê hatine şikandin. Lê dema tabû tê şikandin li para kurdan çîrokên qehremaniyê nakevin, tiştên ku li para wan dikevin romans û çîrokên evînî ne” û di heman demê de nêzîktêdayîna romanûsên wê demê ya wekî “kurdên hov” jî bibîr dixe. Her wiha nivîskar vê pirsê dike: “Gelo di van romanan de, di her firsendê de çima jina kurd bi efserên tirk re dixin nav nivîvan? An ev tê çi wateyê?” Û dûre jî bi vî awayî dibersivîne: “Ku pêwîst bike em rastiyê bibêjin; binyada fantaziya li vir dibişe, ‘fantaziya rakirina peçeya jina oryantal’ a mêtîngeriya klasîk a îngilîz û fransizan.”
Yek ji nivîsan ku em balê bikişînin ser jî nivîsa bi sernavê “Avakirina Eyaleta Kurdistanê û di Salnameyên Dewleka Osmanî de Eyaleta Kurdistanê” ye ku Koma Xebatê ya di Çavkaniyan ê Osmanî de Kurdê amade kiriye. Wisa dibêje nivîs: “Di Dewleta Osmanî de bi navê Kurdistanê eyaleteke heye û di sala 1847’an de hatiye damezrandinb
Di kovarê de Engîn Sustam bi nivîskar Remezan Alan re hevpeyvîneke kiriye û bi sernavê “Wêjeya kurdî ya modern a îroyîn” hatiye weşandin ku hêjayî balkişandinê ye.
Her wiha nivîsa Cuma Çîçek a bi sernavê “Degirkerî, netewe-dewlet û polîtîkayên ziman” û ya Îbrahîm Seydo Aydogan “Zimankujî; di dîroka Fransayê de yekîtiya ziman...”
Di kovarê de beşeke mezin ji bo ziman hatiye veqetandin û nivîsên ku li ser ziman hatine pêşkêşkirin dê bi kêrî mamoste û hîndekaran bên. Ji van nivîsan M. Şerîf Derînce li ser “Amadekirina materyalên hîndekariyê”, Ronayî Onen jî li ser “Hîndekariya zarokan a ziman” sekiniye. Adar Jiyan meseleya “Pedagojiya perwerdehiyê”, “ Sadik Varli jî “Rêbazên fêrkirina zimanên biyanî” girtiye dest. Her wiha Samî Tan “Rewş û taybetiyên kurdî”, Sahoz Baran “Hêmanên hevokê”, Mîkaîl Bilbil jî li ser “Rader (Mesdar)”ê sekiniye.
Her wiha Zana Farqînî, Rohat Alakom, Dr. Xanna Omerxalî jî bi nivîsên xwe keda xwe xistine nav kovarê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.