Diyarname
Ji bo yên nizanin di lîteratura fûtbolê de "Hat-trick" bi ser hev de, di maçekê de avêtina sê golan e. Lê pirs ev e: Mirov di 36 deqiqîyan de 3 golan divê qeleya xwe? Erê ev jî çêbû. Lîstikvana defansê ya Zelandaya Nû Meikayla Moore di 36 deqîqeyan de 3 gol avêtin qeleya xwe û berevajî hat-trick kir.
Maça fûtbola jinan di navbera Zelandaya Nû û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de li Dignity Health Sports Parkê hat lîstin.
Maça Kûpaya SheBelieves bû. DYA bi 5-0 bi ser ket. Lê ji skorê wêdetir 3 golên ku lîstikvana defansê ya Zelandaya Nû Meikayla Moore avêtin qeleya xwe derket rojevê. Ji ber ku heta îro kêm caran li sehayan ev yek dihat dîtin. Wê di deqîqeyên 5, 6 û 36'an de gol avêtin qeleya xwe. Xalek din a balkêş jî Moore golek bi niga xwe yê çepê, yek bi ya rastê û yek jî bi serî avêt. Moore bi hêstirên çavan di deqîqeya 40'î de ji maçê hat derxistin û Rebekah Stott ket cihê wê.
Teknîk Dîrektora Zelandaya Nû Jitka Klimkova li ser vê yekê wisa got, "Ne muhîm e di kîjan astê de maç tê lîstin, her lîstikvan dikare baş an xirab bilîze. Moore rojek xirab derbas kir. A rast em xemgîn in. Moore jî xemgîn e, lê ew miroveke baş e û lîstikvana vê tîmê ye. Em hemû li pişta wê ne."
Lîstikvana 25 salî Moore 48 caran formaya tîma netewey^iya Zelandaya Nû li xwe kiriye. Moore di sala 2020'î de ligel Liverpoolê peyman girê dabû û hê li wir dilîze.
Zelandaya Nû di maça xwe ya din de 23'yê mehê ligel Çekya, DYA jî dê ligel Îzlandayê bilîze.