Diyarname
Gezîcî Araştirma vê hefteyê anketek çêkir û encamên balkêş jê derketin. Li gor şîrketê HDP bi sedî 11'an bendavê derbas dike.
Gezîcî Araştirma di hilbijartina Serokomariya Kibrisê (ya dawî) de ji bo dora yekem û duyem, di hilbijartina herêmî ya 30'yê adara 2014'an de û di hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê (gotibû sedî 24 dê kes neçin deng nedin, sedî 26 derket) de texmîn kirin û texmînên wê rast derketin. Niha vê şîrketê di navbera rojên 20-26'ê vê mehê de anketek nû çêkir. Ji bo vê anketê li 7 herêman, li 36 bajar û 189 navçe û 192 tax-gundan bi giştî bi 4860 kesî re hevdîtin pêkanîne. Nîvê van kesan jin bû, nîv mêr bûne. Şîrketê gotiye ku di nav sînorên texmînan şaş de para şaşderketinê sedî 1,5 e û li vê vê encamên xwe pêşkêş kirine.
Di anketê de ev encam derketiye:
AKP: Sedî 38.1
CHP: Sedî 28.5
MHP: Sedî 18.0
HDP: Sedî 11.0
Milli İtifak (SP û BBP): Sedî 4.1
Yên din: Sedî 0.3
Li gor anketê dengên nû ku tên HDP sedî 80'yê wan ji AKP'ê tên. Anket radigihîne ku li Tirkiyeyê sedî 18 - 19 hilbijêrên kurd hene. Di sala 2011'an de sedî 50-55'ê kurdan deng dane AKP'ê, sedî 35-37 dane BDP/HDP'ê. Sedî 75-78'ê kurdên li Tirkiyeyê dibêjin "Ez oldar im". Sedî 85'ê kurdên deng didin AKP'ê dibêjin ez oldar im. Dengên nû ku ji bo HDP'ê tên sedî 87-90'ê wan ji kurdan tên.
Anket dibêje bi pêşhilbijartinê CHP'ê kir ku dengên ji wê herin HDP'ê re pêşî lê girt.
Anketê ji bo berendamên serbixwe jî îdîayek balkêş kiriye. Anket radigihîne ku ji berendamên serbixwe li Stenbolê Hakan Şukur îhtîmal e ku bê hilbijartin. Dîsa li Agirî jî Cemal Kaya îhtîmal e bê hilbijartin. Li Agirî 4 mebûs hene. HDP herî hindik du heban derdixe.
Gezîcî Araştirmayê di Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê de ji bo Demîrtaş gotibû ku dê sedî 10.1 dengan bigire.
Ji Tarafê hatiye girtin