Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk bi tundî şîdeta li ser gelê kurd di dema protestoyên 15'ê Reşemiyê hate meşandin lanet kir û wiha got: "Ev şideta hatiye meşandin encama nêrîna Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan a 'Zarok be jî jin be jî polîs û leşkerên me dê tiştî pêwîst bikin' e. Bi taybetî jin û zarok hatine hilbijartin û li hemberî gel sûc hatiye kirin. Ev nêzîkatiya Ergenekonê bi xwe ye. Çawa yên berî niha kurd kuştîn hatin parastin, niha jî yên şîdetê bikar tînin tên parastin."
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de û şîdeta li hemberî protestoyên 15'ê Reşemiyê hatine meşandin nirxand. Turk bal kişand ser hewldanên aştiyê yên partiya xwe û diyar kir ku partiyên din pişta xwe dane xebatên aştî û demokrasiyê.
Turk anî ziman ku ligel hewldanên wan ên aştiyê, di serî de AKP'ê û partiyên din di şîdetê de israr dikin. Turk wiha axivî: "Li hemberî vê yekê jî me bi israr aştî xwestiye û em dê bixwazin. Bi gelê xwe re li qadan me îradeya aştiyê daniye holê. Vê îradeyê derdorên di şer de israr dikin wisa tirsandiye lewma bi awayekî hovane êrîş dikin. Van derdorên şer xwe, kuçe anîne rewşa cihên şîdet û îşkence lê tê meşandin. Hikûmeta AKP'ê û pergala girêdayî şîdetek hovane li ser jin, zarokên me û ji heft salî heta heftê salî li ser hemû gelê me meşandine. Caran li erdê kaş kirin caran jî dest û piyên wan şikandin. Vê jî têrê nekir, avêtin girtîgehan û cezayên herî giran lê birîn. Pekî sedema ew qas israra şîdetê ya dewletê çi ye? Pergal û hikûmet ji bo îradeya aştiyê ya gelê me bişkîne serî li vê şîdeta hovane dide. AKP dixwaze gelê me bitirsîne û îradeya wî ya aştiyê ji holê rake. Ji ber ku AKP ji demokratî û aştiyê ditirse."
Turk diyar kir ku tê xwestin hemû derdorên demokratîk ên Tirkiyeyê bên cewsandin û bêdeng kirin û ev tişt lê zêde kir: "Hikumet li hemberî sekna bi rûmet a gelê kurd û bindestan dîn û har bûye. Di dawiya hefteyê de di serî de li Amedê û gelek bajarên din li ser gelê me teror hatiye meşandin. Ev êrîşên hovane berdewama êrîşên topyekûn ên li dijî îradeya aştiyê ne. Ji ber ku gelê me li dijî lîstikên hêzên tarî yên navneteweyî rabûye, bûye hedefa êrîşan. Bûyerên li Êlih û Amedê wêneya zordariya di sedsala 21'emîn de li Tirkiyeyê tê meşandin e. AKP'ê demokrasî vala derxist, azadî ji holê rakir, ferasetek şoven, neteweperest û otorîter a mîlîtarîst derxist holê. Ji ber ku dewletê destûr nedaye çalakiyên demokratîk bûyer derketine. Ku destûr bihata dayîn ev bûyer dernediketin. Tiştê derket holê ew e ku hikumet nixwaze çalakiyên aştiyane bibîne û dixwaze terorîzmê temaşe bike."
Li ser mijarê Turk diyar kir ku berpirsyarê êrîşan û terorîzmê Hikûmeta AKP'ê ye û wiha domand: "Êrîşên di asta wehşetê de derketine holê. Bi taybetî jin, zarok û kal hedef hatine girtin û xwestine gelê me lînc bikin. Bombeyên gazê avêtine partiya me. Parlementer, şaredar û rêveberên me rastî hovîtiyê hatine. Di êrîşan de parlementerên me Aysel Tugluk, Ayla Akat Ata û Bengî Yildiz rastî tedayan hatine. Heqaret li parlementerên me hatine kirin. Wekî 'dijmin heye' êrîşî hatine organîzekirin û sedema vê yekê jî feraseta Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan a wekî, 'Zarok be jî jin be jî polîs û leşkerên me dê tişta pêwîst bikin' e. Di êrîşan de 394 kes hatine binçavkirin. Ji van piraniya wan zarok e. Tenê di rojekê de li Amedê 39 zarok hatine binçavkirin. Li gorî lêkolîna Baroya Amedê di salekê de bi îdîaya 'terorîstiyê' 835 kes hatine binçavkirin û ji van 347 kes hatine girtine. Em dizanin ji bo li Tirkiyeyê zarok bên îdam kirin temenê zarokan tê mezin kirin. Yên temenê Erdal Eren mezin kirin û ew daliqandîn niha jî zarokên 8 salî bi îşkenceyê ceza dikin. Li kuçeyan terorîzmê dimeşînin û zarokan diavêjin girtîgehan. AKP xwe wekî dijberî cûntaciyan nîşan dide lê çawa cûntaciyan duh zarok îdam dikirin, AKP jî îro wisa zarokan diavêje girtîgehan."
Turk diyar kir ku AKP sûcdaran diparêze û ev yek jî tê wateya parastina Ergenekonê û wiha domand: "Me dît berê yên kurd qetil kirîn çawa dihatin parastin. Ew teva niha di nav Ergenekonê de ne. Lê niha jî yên terorîzmê li ser kurdan dimeşînin tên parastin. Ev jî tê wateya ku AKP Ergenekona xwe ava dike. Sûcdarên kurdan diparêze. Ji bo vê yekê Waliyên Amed û Êlihê wesfa xwe winda kirine û bûne nûnerên AKP'ê. Lazim e ev walî di zûtirîn demê de îstîfa bikin. Li hemberî gel sûc dikin."
Ahmet Turk ku bal kişand ser hilbijartinên herêmî, diyar kir ku ev hilbijart ne hilbijartinek ji rêzê ye û wiha berdewam kir: "Ev hilbijartin dê di navbera hêzên di polîtîkayên şer û pevçûnan israr dikin û hêzên demokrasiyê, kedê û azadiyê diparêzin de derbas bibe. AKP xwe dixe bin siya çekan û hewl dide muxatabiya ji aliyê gel ve di meclisê de bi DTP'ê hatiye avakirin tune hesab bike. AKP ji bo 'Yek zimanî, yek olî û yek miletiyê' reyan dixwaze. AKP'ê sozên ji bo demokratîkbûnê dabûn gel yek bi yek ji bîr kiriye û hewl dide vê siyaseta xapandinê carek din bide erêkirin."
Turk ku di axaftina xwe de CHP jî rexne kir, diyar kir ku AKP û CHP heman nêzîkatiyê esas digirin û wiha got: "Bi rastî her du jî wekî 2 cambazên li ser heman benî dilîzin in. Yek bi derbeyê dide tirsandin ê din jî bi tehdîda Îslama Siyasî. Li hemberî van her du hêzan, ji bo kedê, wekheviyê, azadiyê û demokrasiya rast DTP alternatîfa herî bihêz e. Di hilbijartinên herêmî de DTP alternatîfa herî rast e."
Hevserokê DTP'ê Turk, daxuyand ku ew bawerin dê encamên hilbijartinê piştgiriyek mezin bide aştiyê û got: "Qezenckirina DTP'ê dê bibe qezenckirina pêvajoya aştî û demokrasiyê. Lazim e tu kes ji DTP'ê netirse."
Turk ku pîşketinên aborî jî nirxand, bal kişand ser rêjeya betaliyê û diyar kir ku hejmara kesên betal derketiye 3 mîlyonan. Turk, bibîr xist ku Serokwezîr li hemberî vê yekê dibêje "Elhemdullah" û wiha got: "Ji aliyekî ve Serokwezîrekî wekî pirlanta dijî û hikûmeta wî heye, ji aliyê din ve jî kesên di nava sefaletê de bi awayekî be hêvî têkoşîna jiyanê didin hene. Lazim e ev wêneyê Tirkiyeyê baş were dîtin."
Ahmet Turk ku piştgirî dan mitînga ji aliyê DÎSK, Turk-Îş û KESK'ê ve di dawiya hefteyê de li Stenbolê hate pêkanî, xwest tedbîr bên girtin û wiha derbirî: "Lê ev hikûmet ne dibihîze ne jî dibîne. Ne jî tedbîran digire. Gelo çareseriya hikûmetê çi ye?"
Hevserokê DTP'ê Ahmut Turk, li ser belavkirina komir, cilşoyan jî axivî û got "Hefteya borî li ser navê koma xwe me teklîfek zagonê da. Di bin navê dahatina hemwelatiyê de, ji bo pêdiviyên malbatên xizan ên herî bingehîn bên pêşwazîkirin, pêwîst e her tim û bi şiklekî sererast pere bên dayîn. Me di teklîfê de ev tişt vegot. Dewleta civakî ancex bi vê yekê dikare peywira xwe bicih bîne. Madem hûn dibêjin dewleta civakî, wê demê vê teklîfê bikin zagonî û ne ji hilbijartinekê heta hilbijartina din her tim alîkariyê bidin kesên mexdûr."
Ji Dîhayê hatiye girtin