logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Meclîsa Zagonsaz a Cizîrê di nava salekê de

Meclîsa Zagonsaz a herêma cizîrê ku di nav de bêhtirî 50 rêxistin, tevger, sazî û partî cihê xwe digrin ji bo birêxisti

  • Dîrok: 21/12/2014
  • Beş: Nûçe

AMÛDÊ / ANHA
 Meclîsa Zagonsaz a herêma cizîrê ku di nav de bêhtirî 50 rêxistin, tevger, sazî û partî cihê xwe digrin ji bo birêxistinkirina jiyana civakî ya herêma Cizîrê heta niha 31 qanûnên derxistiye.


Ji bo nasîna qanûnên ku Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê derxistine, serdanaên û hevdîtinên ku li derve pêk anîne, aliyên navnetwî ku serdana wan kirine û rêjeya cihgirtina jinê di nava xebatên Meclîsê de Ajansa Nûçeyan a Hawarê serdana Navenda Meclîsa Zagonsaz a li bajarê Amûdê kir û xebatên meclîsê nas kirin.

Qanûnên Meclîsê

Di 20 Adara 2014'an de 21 Adarê Roja Cejna Newrozê wekî betlaneyê hat qebûlkirin. Di 21 Adara 2014'an de meclîsa Zagonsaz biryara efû ya giştî derxist. Meclîsê rojên cejna Ekîto, Cejna Qurbanê, Cejna Şehîdan û cejnên Êzidiyan wekî rojên betlaneyên fermî qebûl kir.

Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê ji bo birêxistinkirina jiyana civakî ya Rojavayê Kurdistanê ji roja damezrandina xwe heta niha gelek qanûn derxistiye. Qanûnên ku heta niha hatine derxistin ev in:

-Qanûna Partiyan – Qanûna Trafîkê – Qanûna Hilbijartinan- Qanûna Komele û Rêxistinên Civaka Sivîl – Qanûna Xwepêşandan û Kombûnan- Qanûna Derbasbûna Biyaniyan – Qanûna veguhestinê- Qanûna taybet bi şirketên ceyranê – Qanûna Hevserokatiya Herêmê- Qanûna Erka xweparastinê – Qanûna Projeyên Pîşesazî – Qanûna taybet bi şirketên sotemeniyê – Qanûna ruxsetên çekan – Qanûna Gumrikê – Qanûna tekoşîna li hemberî terorê – Qanûna teybet bi jinan – Qanûna Meclîsên herêmî û rêveberiyan- Qanûna birêxistinkirina jiyana çandî – Qanûna cezayên giştî yên Desteya Zimhêrê – Qanûna Avê – Qanûna Şaredariyan – Qanûna Parastina Ekolojiyê- Qanûna Parastina Berhemên Dîrokî û Qanûna Komînan.

Piraniya van qanûnan ji aliyê desteyên Meclîsa Rêveber a herêmê hatine pêşniyarkirin ji aliyê Meclîsa Zagonsaz hatine erêkirin. Her wiha hin qanûn ji aliyê komîteyên amadekirina qanûnan a girêdayî meclîsa zagonsaz hatine amadekirin.

li gorî Hevserokatiya Meclîsê, hin ji van qanûnan li gorî rêgez û qanûna navnetewî hatine girtin û li gorî taybetmendiyên herêmê hatine sererastkirin. Her wiha eger ku qanûnên bi rêgezên navnetewî re nakok bin hebin nakevin pratîkê û li şûna wan qanûnên navnetwî cih digrin.

Aliyên ku tevlî meclîsa bûne

Ji destpêka avakirina meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê gelek partî, rêxistin, komele, yekîtî, însiyatîf û tevgeran cihê xwe di nava wê de girtin.

Aliyên ku cihê xwe di nava meclîsa Zagonsaz de digrin ev in:

- Partiya Çep a Kurd li Sûriye.

- Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriye.

- Partiya Demokraîtk a Kurdistanî li Sûriye (El-Partî).

- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).

- Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriye.

- Partiye Aştî ya Demokratîk a Kurd li Sûriye.

- Kombûna Niştîmanî ya Demokratîk a Kurd li Sûriye.

- Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê.

- Partiya Komînîst a Kurdistanê.

- Partiya Kesk a Kurdistanê.

- Partiya Yekîtiya Suryanî.

- Partiya Guhertin a Demokrtîk a Kurdistanê.

- Yekîtiya Ciwanên Suryanî.

- Komeleya Çandî ya Suryanî.

- Yekîtiya Akademisyonên Suryanî.

- Yekîtiya Jinên Suryanî.

- Însiyatîfa Jinên Sûriye.

- Yekîtiya Star.

- Komîteya Jinên Mafnas a Rojava.

- Rêxistina Ciwanên Şoreşger.

- Rêveberiya Têkiliyên Dîplomatîk a  Rojava.

- Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê.

- Rêxistina Civaka Sivîl a jib o avakirina welat û welatiyan.

- Rêxistina Sara a tekoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê.

- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM).

- Navenda Lêkolînên Setratejîk a Kurdî.

- Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz.

-Tevgera Ciwanên Şoreşger.

-Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger.

-Hevdîtina Girkê Legê ya Çandî.

-Desteya Zimanê Suryanî.

-Tevgera Aştî û Lihevanîna Niştîmanî.

- Ciwanên Mihelmî yên Demokratîk.

- Mala Êzidiyan.

- Tevgera Civaka Piralî.

- Tevgera Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê.

- Rêxistina Keskayî ya Parastina Ekolojiyê.

- Meclîsa Geşkirina Aborî ya Rojava.

- Partiya Kar a Komînîst.

- Malbata Mardînî.

- Meclîsa Biratiya Gelan.

- Rêxstina Şoreş a Jinan.

- Yekîtiya Ciwanên Kurd.

- Rêxistina Karûbarên Xwendekaran.

- Rêxistina Parastina Mafên Zarokan.

- Desteya Niştîmanî ya Erebî.

- Nûnerê Tevgera Sosyalîstên Ereb Salih El-Zobee.

Piraniya van aliyan ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk de girtin. Hin aliyên ku piştî îlankirina meclsîê hatine avakirin beşdarî wê bûn û ketin nava xebatên wê.

Di meclîsê de jinê 45% cih girtiye

Di destpêka avakirina meclîsa Zagonsaz de cihê ji sedî 20 cihê xwe digrt. Li gorî Hevpeymana Civakî ya Rojavayê Kurdistanê divê jin ji sedî herî kêm 40 cihê xwe di nava Meclîsa Zagonsaz de bigre. Piştî nîqaş û danûstandinên bi rêxistin û tevgerên jinan ên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî re ev cih bi awayekî aktîf beşdarî meclîsê bûn û niha ji sedê 45 cihê xwe digre.

Serdanên Meclîsa Zagonsaz li derve

Li ser vexwedina Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) nûnerên Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê serdana Bakûrê Kurdistanê kirin û li bajarê Amedê beşdarî civata wan bûn. Li wir bi rêxistin û partiyên Bakûrê Kurdistanê re hevdîtinên girîng kirin. Her wiha li ser vexwendina Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP (Partiya Herêmên Demokratîk) rayedarên Meclîsa Zagonsaz beşdarî pîrozbahiya cejna Newrozê ya sala 2014'an a bajarê Amedê bûn.

Berdevkê Komîteya Siyasî ya girêdayî Meclîsa Zagonsaz Ebdulkerîm Umer li ser navê meclîsên Zagonsaz û Rêveber du caran serdana welatên Ewrûpayê kir û li wir bi gelek hevdîtinên girîng pêk anî.

Şandeyên serdana meclîsê kirine

Ji destpêka avakirina Meclîsa Zagonsaz a herêmê ve heta niha gelek aliyên navnetwî, kesayetên serbixwe, rojnamevan û akademisyonan serdana navenda meclîsê kirin û xebatên wê ji nêzî ve şopandine.

Di 15'ê Mijdarê de xebatkarê Rojnameya Poltis

Dr. Heltin Eversin û mamosteya Zanîngeha Erhosa û Ninîskara Denmarkayî Rasmosin hatine navenda meclîsê û bi berpirsên meclîsê re hevdîtin kirin.

Di 19'ê Mijdarê de xebatkarên Rojnameya Meryan a Fransî rojnamevan Brno û Evan serdana meclîsê kirin û bi endamên dîwanan meclîsê re civiyan.

Di 20 Mijdarê de endamê Parlementoya Denmarka û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Çep a Denmarkayê Nikola Filo Misin û endamê Parlementoya Denmarka û endamê berê yê Parlementoya Ewrûpayê  Sors Sondrkard serdana meclîsê kirin û xebatên wê ji nêz ve şopandin.

Ji bo nasîna rewşa Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya wê Endamê Meclîsa bajarê Kobinhagin Alan Ehmed hat serdana meclîsê û piştgiriya xwe ya bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re anî ziman.

Di 26'ê Mijdara 2014'an de Wezîrê Karê Derve yê Fransa yê Berê û rêxstina Bijîşkên Sînornenas Bernard Koshoner û Rojnamevan Patres serdana Navenda Meclîsa Zagonsaz a herêmê kir.

Di'ê Îlonê de xebatkarê Rojnameya Radîkal a Tirkiye Rojnamevan Sîm Taniştikî  û Nivîskar û Profesor di ware dîrokê de Herbert Brez serdana Meclîsa Zagonsaz kirin.

Di 6'ê cotmehê de endamên Saziya Civaka Almanî Andres, Sisiyan, Tobiyas, Gibs Balkir, Omet Yair û Yasara Armak serdana melîsa kirin.

Di hevpeyvîneke bi Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê Hekem Xelo re Xelo diyar kir ku wan di aliyê dîplomantîk de gelek serkeftinên mezin pêk anîne û wan karîbû dengê xwe bigihîin tevahiya cîhanê. Xelo wiha anî ziman: "Em li ser esasê dadweriya civakî di navbera jin  û zilam de, her wiha li ser hîmê biratiya gelan û wekheviya di navbera pêkhate û olên herêmê de kar û xebatên xwe didin meşandin.  Me ji cîhanê re diyar kir ku em dixwazin civakeke ekolojîk, azad dûrî desthilatdariyê ku gel ji xwe re esas bigre ava bikin.

Hekem Xelo destnîşan kir ku hemû şandeyên ku serdana navenda wan kirine dîtin ku Rojava ji bo demokrasî û wekheviyê dibe nimûne û van şandeyan gelekî ji kar û xebatên Meclîsa Zagonsaz hez kirine. Her wiha şêwazê rêveberiyê ku têde hemû pêkhate û bawerî bi awayekî wekhev cihê xwe digrin matmayî hiştiye.

Girêdayî qanûnên ku meclîsê derxistine Hekem Xelo got ku wan bandoreke mezin û erênî li gelê Rojava kiriye û da zanîn ku welatiyên Rojava êdî çanda qanûnan qebûl kiriye û hêdî hêdî nas dike û li gorî qanûnan tev digere.

Lê di warê navnetewî de meclîsê karîbû dengvedanekê bafirîne. Xelo got: "Qanûnên ku me derxistine û di serî de qanûna taybet bi jinan ku xizmeta demokrasiyê dikin civaka navnetewî matmayî hişt. Qanûnên me li qadên navntewî bûne cihê nîqaşan. Tevahiya cîhanê niha nerîneke erênî li Meclîsa Zagonsaz dinêre."

Projeyên pêşerojê yên meclîsê

Girêdayî vê mijarê Hevserokê Meclîsê Hekem Xelo got ku wan heta niha gavên mezin avêtine, lê hê jî negihiştine armanên ku dixwestin. Xelo wiha got: "Em çiqasî bikin jî, lê em nagihêjin dawiya demokrasiyê. Her xebateke ku em pêk tînin em dibêjin ku dive bêhtir em kar bikin û projeyeke din bixin rojeva xwe."

Xelo diyar kir ku wê hewl bidin ku qanûnên derxistine werin pêkanîn û ji bo birêxistinkirina jiyana civakî wê hin qanûnên din derxin  û got: "Ji bo pêşxistina projeya demokratîk ku Rêvebeiya Xweseriya Demorkatîk li ser dimeşe û da ku bibe mînaka herî mezin û nimûne ji hemû aliyan re em kar û xebatan bikin."

HOGIR EBDO – STALÎN OSO

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Berendamê DTP'ê yê Stenbolê Akin Bîrdal e

ad

Ser xêrê, Dengîr Mîr Firat ji AKP'ê îstîfa kir

ad

Şahiya Helbestan li dar dikeve

ad

Pêşbaziya CGC'ê li benda berheman e

ad

Di Fûara Pirtûkan dengê kurdan lawaz tê

ad

Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname