Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya li Stockholmê "Êvara Şahiya Helbestan" li dar dixe.
Enstîtuyê ji bo vê şevê gelek helbestvanên kurd ên jin û mêr, helbestvanên ji zaravayên kurdî vexwendine şevê.
Enstîtuyê bi daxuyaniyeke nivîsî careke din helbestvan û helbesthez vexwendinê şevê û wisa got: "Em wekî sazî, dixwazin êvarek ku neyê ji bîr kirin bi kultura kurdî bidin qezenc kirin. Bi taybetî jî helbestvanên jinên kurd, dê reng bidin û şahiya me ya helbestê bixemîlînin. Bi hemû zaravên kurdî dê helbest werine xwendin. Bi xêr bên."
Êvara Şahiya Helbestan roja 14'ê vê mehê, saet di 14.00'an de wê li navenda Enstîtuya Kurdî ya li Stockholê li dar bikeve.
Ji bo kesên eleqedar navnîşan:
Enstîtuya Kurdî li Stockholm
Mogårdsvägen 13, 143 43 Vårby Gård


