Diyarname
Serokê Meclisa Gel a Qersê Mahmut Alinak piştî 50 rojên li girtîgehê îro ji girtîgehê derket.
Alinak piştî derketina ji girtîgehê got: "Dema ez ketim girtîgehê min gotibû 'bi xatirê we' niha jî ez dibêjin, 'Merheba.' Ji ber ku min cezaya berdêla azadiya fikrê kişand. Ji bo cezayên din ez walîza xwe amade dihêlim."
Alinak xwestibû Şaredariya Qersê navê Deniz Gezmiş, Vedat Aydin û Musa Anter li parkan bê kirin rexne li kirinên li Girava Îmralî û Girtîgehên Tîpa F kiribû ji ber van 50 rojan bi cezaya hepsê hatibû cezakirin. Alinak gotibû ku ew pereyê nade û ew dê bikeve girtîgehê.