EFRÎN
Herêma Efrîna ku di warê aborî de bi zeytûnên xwe tê nasîn, êdî bi narinciyan jî derdikeve pêş. Narinciyên ku di 20 salên dawiyê de dest bi çandina wan hatiye kirin, êdî wekî çavkaniya duyemîn a aboriya herêmê tê qebûlkirin.
Li Kantona Efrînê piştî zeytûnan yek ji çavkaniyên ciyawaz ên sereke yên aboriyê jî narinciye ye. Darên narinciye ne ji darên xwecihî yên herêmê ne, lê piştî ku hate ceribandin û rewşa hewayê herêmê jî gengaz hate dîtin, dest bi çandina van daran hate kirin.
Ev nêzî 20 salan e darên narinciye yên wekî porteqal, mandalîna, leymûn, girîfon, hinar, boîlo û yosifî têne çandin. Li hinek navçeyan tenê li baxçeyên malan wekî xemlekê têne çandin, lê piranî wekî çavkaniyek sereke ya aboriya welatiyên tê dîtin.
Li Şêrawa 10 hezar dar hatine çandin
Yek herêmên ku darên narinciyê zêde lê têne çandin jî, deşta Come ya girêdayî navçeya Şêrawa ye. Li gorî rayedarên herêmê zêdetirî 10 hezar darên narinciyê li vê deştê hatine çandin. Ev deşt ji bakurê herêma Şêrawa heta gundê Xezawiyê yê dikeve başûrê navçeyê dirêj dibê. Her wiha gundên wekî Basûta û Eyîn Dara re jî di nava vê deştê de ne.
Çemê Erînênê jî ji bakur heta başûr bi qasî 15 kîlometreyan di nava vê deştê re derbas dibe û baxçeyên darên narinciyê pê têne avdan.
Li Şiyê salê 100 ton narinciye tên komkirin
Yek ji cihên wekî çavkaniya narinciyeyan tê dîtin jî navçeya Şiyê ye. Li gorî pisporên komîteyên çandiniyê, li navçeya Şiyê dahatûya narinciyeyê salê dighêje 100 tonan. Li vê navçeyê jî çandina darên narinciyeyê herî zêde li deştên nêzî sînorê Bakur, çêdibe.
Ji bo avdanê jî welatî ava çemê Şiyê bikar tînin.
Li navçeya Cindrêsê jî, li deşteke bi dirêjahiya 20 kîlometre darên narinciyê hatine çandin. Di deştê de her wiha gelek darên zeytûnan jî hene.
Ji şêniyên Cindrêsê sedî 90 li pêdiviyên xwe, li baxçeyên malan jî çend heb darên narinciyan diçînin.