logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Şiroveyek li ser helbesta Pertew Begê Hekarî

Nivîskar Perwîzê Cîhanî li ser helbesta Pertew Begê Hekarî şiroveyek kiriye. Em wê şiroveya Cîhanî pêşkêşî bala wêjehezê

  • Dîrok: 16/04/2012
  • Beş: Serbest

Nivîskar Perwîzê Cîhanî li ser helbesta Pertew Begê Hekarî şiroveyek nivîsiye.
Em wê şiroveya Cîhanî pêşkêşî bala wêjehezên kurd dikin.

***


Şiroveyek li ser helbesta Pertew Begê Hekarî

Perwîzê Cîhanî

Kêşa helbestê:

-U - - / -U - - /   -U - - /  -U -
Failatun failatun, failatun, failat
Kû  tebîbek jê rica halê dilê sewda bikem 
Ez dewayê derdê hicran dê ji kê peyda bikem
Ger nebit bo  min muyesser ruiyeta çavên belek
Dê qerara dil bi dîna nêrgizek şehla bikem
Xanehayê dil seraser xalî û wêrane bûn
Da biçim ‘ezma sera û xanîyek ava bikem
Wê ji min pinhan dikit bala wekî şemsa di şeng
Bê  ‘ilac im sebr û seknê bi,* serweke aza bikem
Çerxê dewranê ti gel min sîne pirr kîn e qewî
Naditin furset ve canan suhbetek tenha bikem
Taqê ebrû secdegaha ehlê dil bû, lê çi kem
Nîne ruxset da heta her secdekê vê ra bikem
Ger nebit wesla hebîba esmera sîmasemen
Zehmetek ‘alî,  ku dê PERTEW bi kes perwa bikem

Şirove

1.
Kû  tebîbek jê rica halê dilê sewda bikem 
Ez dewayê derdê hicran dê ji kê peyda bikem
Peyvnasî: kû: kanê, li ku ye? - Tebîb: bejîşk, hekîm- rica: daxwaz, tika- sewda: evîn, evîndar- bikem: bikim- dewa:derman- hicran: dûrî, xerîbî, dûrî ji yar û war- dê: wê, nîşaneya dema bê- peydakirin: destvehînan, vedozîn, vedîtin
Şirove: Kanê bejîşkek li ku ye? da ku tikayê jê bikim, ku hal û rewşa dilê xwe yê evîndar jê ra şirove bikim. (da ku jê bipirsim) kanê ez dê dermanê derdê dûrî û xerîbîyê ji kê derê peyda bikim?
2.
Ger nebit bo  min muyesser ruiyeta çavên belek
Dê qerara dil bi dîna nêrgizek şehla bikem
Peyvnasî: ger: eger- muyesser: ya bûnê, mumkin- ruiyet: dîtin- qerar: aramî, aramişt, hewk, teskîn- dîn: dîtin- şehla: çavbelek, çavgeş-
Şirove: Eger dîtina çavên belek ji min ra mumkin nebe û bi dest min va neyê, ez dê sebra dilê xwe bi dîtina nêrgizek çavbelek biînim.
3.
Xanehayê dil seraser xalî û wêrane bûn
Da biçim ‘ezma sera û xanîyek ava bikem
Peyvnasî: xaneha:  xane ha, xanîyekan, xanîyên- xanehayê dil: xanîyên dilî, xanîkên dilî, hucreyên dilî- seraser: seranser, hemû- xalî: vala- wêrane: kavil, xopan, kopan, xerabe- ‘ezim: irade, vîn, xwestin, çûn û xwestin – ‘ezimkirin: ber bi tiştekî yan cîyekî çûn- sera: koşk, balaxane-
Şirove: Xanîkên dilê min hemû vika û vala û kavil û kopan bûne, ez debê (gerek e) ber bi koşk û sera û xanîyekî avadan va biçim.
4.
Wê ji min pinhan dikit bala wekî şemsa di şeng
Bê  ‘ilac im sebr û seknê bi,* serweke aza bikem
Peyvnasî: pinhankirin: veşartin- bala: bejin- şems: xor, roj- di: amîra peywendê di nîveka du nav yan nav û rewşenavekê (sifetekê) da- şeng: cuwan, xweşik- ‘ilac: ‘elac, çare, derman- sebr: sebir, hewik, aramişt- sekin: aramî, hewik- serw: selw, sewil, cure dareke herdem kesk e, hozan bejna yara xwe diwekînin wê. – serwi aza: serwa serbest, serwa xuruste, serwa çîyayî, birîtîye ji yara bejin bilind û biste-
* Têbînî: seknê bi, debê weha bête xwendin: seknêb
Şirove: Ew yara min ya wekî rokê xweşik û bedew,  bejna xwe ji min vedişêre. Çi derman û çareyên min çunînin, ez neçar im ku sebir û aramişt û hewka dilê xwe bi bejna sewlek serbest û çîyayî ku bejna wê wekî bejina yara min bilind û şûşman û xweşik û rêkûpêk e, biînim.
5.
Çerxê dewranê ti gel min sîne pirr kîn e qewî
Naditin furset ve canan suhbetek tenha bikem
Peyvnasî: çerxê dewran: çerxa felekê, zivîrrîna cîhanê- ti gel min : di gel min, bi min ra- sîne: sîng, dil- pirr: gelek- kîn: rik, kerb, nehezî, dujminî- qewî: gelek- naditin: nade- furset: kelên, derfet- ve canan: bi cananê ra, di gel cananê, tevî yarê- suhbet: axiftin- tenha: tenê-
Şirove: çerxa felekê bi min ra dujmineke dil tijî kîn û kerb e û kelên û fursetê nade min, ku bi canika xwe ra dizîva û tenê biaxivim (û dergehê dilê xwe jê ra vekim û gilî û gazinên dilê kul jê ra şirove bikim.)
6.
Taqê ebrû secdegaha ehlê dil bû, lê çi kem
Nîne ruxset da heta her secdekê vê ra bikem
Peyvnasî: taqê ebrû: kewana birûyan, mêhraba birûyan- secdegah: cîhê serdanivandinê, cîhê secdekirinê, mêhrab- ehlê dil: evîndar, dildar- ruxset: destûr, îzin, îcaze- vê ra: pê ra, di gel, tevî-
Şirove: kewana birûyên wê cîhê serdanivandina evîndaran bû, lê ez çi bikim ku destûra min tuneye, da ku secdeyekê jî bi wê/ ji wê  ra bikim.
7.
Ger nebit wesla hebîba esmera sîmasemen
Zehmetek ‘alî,  ku dê PERTEW bi kes perwa bikem
Peyvnasî: wesl: wesil, pêkgehîştin, pêkgehîştina dildaran- hebîb: dost, yar- esmer: qimer, genimgûn- sîma: rû, tefeş, dêm- semen: gulek sipî ye. sîmasemen: dêmkever, tefeşqerqaş- ‚‘alî: bilind, gelek- ku: çawa- ku dê: dê çawa û çakîne- perwa: tirs û bak.
Şirove: Eger pêkgehîştina min bi dosta esmera dêmgulî ra çê nebe, dê pirr dijwar be û  Pertewo  tu dê çawa perwa û tirs û bakîyê  ji mirovan bikî? (Eger Pertw negîje yara xwe ya esmera dêmgulî,  rewşa wî dê pirr dijwar be, ew dê çawa bikare berayîka xwe bigire û tirs û perwa û bakîyê  ji mirovan bike?)

***

Nivîsên Perwîzê Cîhanî ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Alfabêya kurdî ya hevpişk
- Em peyvên ku di ferhengên kurdî de nîn in diweşînin

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dilopê berê xwe daye 100 berê ya Koçgirî

ad

Beyonce û Taylor Swift mohra xwe li şevê dan

ad

Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e

ad

Komeleya Nivîskarěn Kurd rêveberiya xwe ya nû hilbijart

ad

Yê dêmariyê

ad

Mesrûr Barzanî bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname