logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me

Li vî welatî, ligel ku em li paytextê ne jî, tenê bi roj 2-3 saet û bi şev jî ji saet 12.00ê pê de, heta 8.00a spêdê ele

  • Dîrok: 19/02/2011
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz

Dîjo can,

Ev bûn şeş heyv tu li asîmanê me wekî tîrêja rojê hilatî û bûyî sebr û arama mala me. Bi hatina te, kavilemala li vî bajarê zer zerikî, li vî welatê ter terikî, ronî û geş bûye.

Dîjo can,

Niha tu tenê “inga inga’ û ‘gix gixê’ bi çavên xwe yên wekî stêrka gelawêjê geş, tînî dibarînî ser jiyana me. Şeş heyv e, hema gava çav bi te dikevin, hemû dilpeqînî û sergêjiya vê jiyanê bi carekê de li dilê me vedigere şadî û kêfxweşiyeke xemrevînane.

Dîjle can,

Ez zanim, niha haya te ji çi tiştî nîn e, tu wekî melekekê saf û bêguneh, pak û paqij, li jiyanê dikenî û her ku çavên xwe vedikî me li dora xwe dibînî. Bismillahiya jiyana te bi me dest pê dike, lê bawer bike, bîsmillahiya kêfxweşiya me jî bi te dest pê dibe.

Dîjoka min,

Ev şeş heyv e, tu li nav jiyana me, roj wekî avê diçin û her ku diçe tu jî mezin dibî. Bawer ke, qet bi dilê min nîn e tu mezin bibî, cana min, hinde zû mezin nebe...

Têjika min,
 
Niha ez û diya te, di xaniyekî mezin ku tenê bereke wî heye de dimînin. Xanî, bi mermer û fayansan hatiye xemilandin, gava tu ji derve ve lê dinêrî, dibêjî qey qesr e, vîlla ye, lê gava dikevî hundir, tenê odeyeke wê bi kêr tê. Serşok û destav di nav odeyê de ne, kulîn û nanavgeh (mutbex/kîller) li xwarê ye, sê qat tenê pêlîsk (merdîwen) hene.

Diloka min,

Li vî welatî, ligel ku em li paytextê ne jî, tenê bi roj 2-3 saet û bi şev jî ji saet 12.00ê pê de, heta 8.00a spêdê elektrîk (kareba) heye. Wekî dîtir, jenerator (muwelîde) tê vêxistin, bawer bike, ku mirov ji Diyarbekira rengîn hatibe vî bajarî, gelekî zehmet e.

Tîrêjka min,

Xelkê vê derê zû bi zû bi ser cîranên xwe ve naçin, têkiliyên civakî gelekî germ nîn in; çi ji te û Xwedê veşêrim, ji bo vê yekê ez gelek xweziya xwe bi têkiliyên Culemêrg û Amedê tînim. Vê derê, ji nankirînê bigire heta bi neftkirînê, her tişt bi dorê ye; nanpêjgeh (firin-tenûr) tenê di saetên xwarinê de vekiriye. Danê sibê, saet 8-9, nîvro 11.30-12.30 û êvarî jî 16-17’ê ji bo nanî diviya tu herî kêm nîv saetê di rêzê de bisekinî.

Dîjoka min,
 
Welhasil, ev şeş meh in, ev mala li vî bajarê ku ji baranê pirtir ax lê dibare, ber mal bi çiravên şêlavê wekî kavilewaran, ev bajarê ku li ber mal û taxan, li şûna dar û hêşînayî kabloyên elektrîkê yên têkel bi ber çavan dikevin, ev bajarê ku binesazîya wê tune lê ‘mall’ û ‘supermarket’ên nûdem li bin guhê hev dikevin, ev bajarê ku neftê vedixwe û dolaran dizê, lê ligel vê piraniya xelkê wê şerpeze... heke tu jî nebî, dê çawa sebra dilê min/me lê were...

Dîjo can,

Şeşmehiya te pîroz be! Heke rojekê hat û te ev peyvên min xwendin, bizanibe ku şeşsed sal biçin jî tu li ber çavên min her şeş heyvî yî; wisa delal, wisa zelal... wekî doba hingvînê Gûzereşê şirîn, wekî navika zebeşa Amedê şirîn, wekî liba hinara zîvzîvkê....

Dîjle can,

Qenc e ku tu heyî, baş e ku Xwedê tu dayî me!...     
 

omerdilsoz@yahoo.com


***

Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
-
Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

 

           

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Serokê Koma Alîgirên Amedsporê Kaya mir

ad

Bi kurdî xizmeta tenduristiyê

ad

Sînemagerên Rojava ji bo gavek nû li hev civiyan

ad

‘Bahol’, ‘Dengê Doyê’ û ‘Marksîzm û Pirsgirên Zimanzaniyê’

ad

KCD’ê banga alîkariyê ji bo Rojava kir

ad

Festîvalê bi merasimekê deriyê xwe vekir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname