Diyarname
Li Agirî li ser îtîraza AKP'ê ev 15'emîn car e deng têne jimartin. Îtîraza AKP'ê îro serê sibê hat qebûlkirin û deng dê îro careke din bêne jimartin.
Mebûsên BDP'ê li cihê bûyerê ne. Li her derê polîs kom bûne. Li dora Edliyeyê bi 500 metreyî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Mebûsê Agirî Halil Aksoy ji bo DİHA'yê wisa got: "Tirsa me hemûyan heye gelo pisûla guherandin. Di destên me de 'tûtanak' hene. Zerfên morh lêdane û îmze kirine di destên me de ne. Jixwe roja pêşî ji bo ji van 'tûtanak'an xilas bibin êrîşê hevalên me kirin lê hevalên me ev parastin. Ji bo ji nû ve jimartinê niha amadehî tê kirin. Bila gelê me hişyar be. Bila li benda gotina me be, guh nede gotinên kesên din."