Tewþomewþo du
do pêr betirpêr îsal misal her sal hilbijahrtin
were em biçin meclîsê
meclîs te ji deriyekî de dike hundir ji yê din de derdixe
bê ê êê êêê
dîsa jî hebûna li wir girîng e
bê ê êê êêê
sibe nîvro esir berêvaran
payîz havîn zivistan zimistanoo zimistanooo bukelêka weyyy
bêhna sêvê bêhna barûdê yekitî aþtî û çiquliyê zeytûnê
bê ê êêêê
pîra min digo diya min digo ev peyva kurdî ya herî rast e ya we teva
çewt e
na na ne narsîstê devoka xwe me þaþ fehm nekin
dixwazim dinyayê bixwim lê qelew nebim
dixwazim bi her jinê re pevþabim lê divê hevjîna min qîz be
av di gola da qîz di mala da gennî dibin
qehpe dunya enfal napalm xwiþka te me hîroþîma
bê êêêê êêê
dengê xurexura zikên birçî tê min
guhê xwe digrim çavê xwe digrim û dixwim
çimkî ne dayîk im
çimkî tenê twîtek bes e
û loma sedan sal e bindestlîga naqede
bê êêêê êêê
bila hemû jin tazî bin têr li wan binhêrim lê dê xwiþk û jina min
nixumandî bin kes wan nebîne
nexweþînekê ku navê wê mêranî ye heya dawiya emir baþ nabe
her diçe xedartir dibe t
edawiya wê nîne
mêr kêr mirin kuþtin jin jiyan azadî paqijî û þûþtina welatekî
zikirmatîk fikirmatîk bankamatîk azadîmatîk welatmatîk travmatîk
elhemdulîllahîl bêdewletî
bê êêêê êêê êêê
dil pîr dibe lê þeks pîr nabe
þengal kobanê cizîr farqîn nisêbîn efrîn norepînefrîna qewmekî ku
qe naqede
hoff psîkolojî harûdînolojî neolojîzmek lazim e ji ferhenga bindestiya
me re
nasekine akatîziya qewmê çiyê
sûr þûrê desthilatdarî û dagirkeriyê þuûr
bêhna lepikên lateks ji destê wê tê bi þûþtinê naçe
bêhna bindestiyê ji ruhê wê tê bi bextewariyên xapînok naçe
bê êêê êêê êê
serê malan janek lê lê janek lê
min nas bike ez tu me an jî tu ez î ji min nereve
gulgula min daxwaza min birîndara min
welatekî dixwazim lê tiþtekî nakim û tenê dixwazim baþqantî û
wekîltiyê bikim
deng didim lê dure tiþtekî naxwazim ji kurê xelkê
bê êêêê êêê
þivan kuþtin berî belav bû ji kerema xwe hertiþtî neke sucê min
kulla kurdbûnê kulla kesayetiyê kulla jinbûnê kulla marê kor
ji xelkê re pisîk e ji me re þêr e ji wir de tê xwe veþêrin
tirþ e tahl e jahriya mar e
bê êêê êêêê
elo gulo guppp
**
Ji bo "tewþomewþo"ya yekem:
- TEWÞOMEWÞO