Ba babelîsk berf befr baran dar kulîlk kuçe kolan derî pace şaneşîn min ji min xelas bikin li xwe giran têm twîtir feysbuq înstagram min bibînin biecibînin nebiecînin bişopînin rewşa watsapê ya rojane du xêzên şîn ên ku haya meriv ji xwendina mesajê dikin agahî fenomen kenomen trajedî komedî sosretekê kesnedî fedî nema fedî pisîk xwarin vexwarin gotinên giregir zikên xurexur kî li ku bi kê re ye kî ji kê hez nake ji her nehezkirinê re hincetek licîh cîgabayt qediya wîfî tunne serê xwe li kîjan modemê xim xime xim gime gim hime him mala pîrê starbucks a pîrê tenê jibo parvekirina înternetê jiyîn diya xwe di înternetan de kiriye motîfekê folklorîk dê bindest e ji mêr dewlet û hertiştî re darê şikestî ye daran tê de dişkênin haya kesî jê nîne jiyan jehr e de biqehre jiyanên sterîl jiyanên bi şer herimandî qîza bava ye tê nepixandin qîza dayê ye tê biçûkxistin divê mêr mezintir be ji jinê jixwe jin biçûk e ji te çend be jî emrê wê mêro bêkêro bêwelato bavo birao lolo hevalo tu jî nînba wê xwe bi çi qurre bikirana beş bikirina bi lehengiya te dev û dirana dayê bavo dêrana serê min gihîşt kêrana min bidine mêrana lezûbeza jinbûnê poşmaniya mezinbûnê dermanekî ji hemşîreyê dixwaze ku pê bimre hemşîre jî di heman hestê de ye çi bêje jê re dibêjim mêr e tu dibêjî bidoşe koşe bi koşe bîranînên kizînî ji dil û mêjî dibin herkes mîmarê diwarê xwe ye bila dîwarekî çêke ev gel xwe ji hemû gelan biparêze pirêze heyat heyhat jiyan êş e de bikêşe êşbaşqan hat rabin ser xwe galegal çûn erş û ezmanan rêziman neket ser zimanan bi zimanê xwe nizane lê diaxive bêsekin bi zimanê xelqê xelq tinaza pê dike ew nazya li zimanê xwe dike çi dike çi nake nabe kurd lê kiriye rikk xwe aydê vê keleporê dibîne ka xwe aydê kê bibîne bibe alman tirk leh îspanyol fanon fuko nahêlin bêbextino çijwere fucko ajtere tirko temam hiş be zanim sibe ye dîko şakiro ji wir de di kerika guhê min de qêriya go erebê ji wê de tê mînanî dixtora hikumatê şivanê kurmanca şivanê tirka şivanê gulîstan şivanê başurîstan her der bûye goristan fîstan avêtine çeka lixwe kirine jibo bextewarîstan werîs di stûyan de pênûs di destan de dinvîsî nanivîsî naqede ev rebenî kî pirtir gel biêşîne bi girî rake ew e nivîsqral bijî biratiya gelan bimre xwişktiya mişkan ji derd û kulan min aqil avêt û sivik bûm mîna pûrtan derketim kolanan çixare di dest de dikim bikevim dont let me down xwişkbirano dilo rezîlo dilo sewsiyo dilo gotin ji min dirijin dibin lehî we didin ber xwe kes xelas nabe birevin nekenin negrîn neegrîîîn mêr ketine kewarê jin çûne hewarê evdirehman go ez im ez im apê we felemez im zimzim yellî yellî yellî zimzim yellî çerçiyoooooooo
**
Têbiniya Diyarnameyê: Li ser daxwaza nivîskar me dest nedaye nivîsê.