HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket
Di dîrokê de yekem car e ku kurd bi hilbijartina 7’ê pûþperê re dibin mifteya veguherîna arîtmetîka rêveberiya dewleta tirk.
Ev serkeftina HDP’ê ya herifandina benda sedî 10 û wergirtina rêjeya sedî 13 bi du faktoran pêk hat; Kurdên mihafezekar û tirkên rêveçûna jiyana xwe di bin desthilatdariya Erdogan de êdî di metirsiyê de dîtin. HDP ji xwe xwedî hawizekî dengan ê asayî bû. Bi vî awayî dengê kurdên mihafezekar û dengê tirkên ji tirsa desthilatdariya Erdogan hawara xwe gihandin HDP’ê, di nava hawizê dengên berê yê dengan ê asayî yê vê partiya alî-kurd de kom bûn.
Lê belê divê dengê tirkên hawara xwe gihandine HDP’ê zêde neyê nepixandin. Bêyî van dengan jî dê HDP’ê xwe bi dengên ji kurdên mihafezekar ên jê re hatî re li dîwarê bendê bixista lê belê rêje wê negihabûya sedî 13’yan.
Bûyera Kobanî û helwesta Erdogan bêbaweriyeke mezin bi kurdên mihafezekar ên dengên xwe didan AKP’ê re afirand. Ev yek bû sedem ku bi wan re þikestineke mezin çêbibe û êdî baweriya wan bi siyaseta Erdogan a "Umetiyê" neyê. Van kurdên mihafezekar ên bi emanetî dengên xwe didan Erdogan bi vî awayî li bakurê Kurdistanê dengên HDP’ê duqet kirin. Li metrepolên tirkan jî bi heman paraleliyê dengên vê partiyê bilind kirin.
HDP bû keþtiyeke ku kurdên xeyalþikestî vegerin tê de û her wiha tirkên ji Erdogan bizdehayîn jî xwe pê bigirin.
Hebûna kaptanekî keþtiyê yê wekî Selahattîn Demirtaþ karîzmatîk û ji zimanê gel fêm dike jî stêrka vê keþtiyê çirisand. Kurdên berê di keþtiya AKP’ê de bûn, fêm kirin ku dê her rojekî ji wê keþtiyê werin avêtin û ew keþtî ne malê wan e. Tirkên ji Erdogan bizdiyayî jî gihîþtin wê baweriyê ku ji bo demekî diyar jî be ew dikarin bi awayekî ewle li wê keþtiyê siwar bibin.
Bi vî awayî ev keþtiya kurdan a ku tê de gelek kesên ji netewe û olên cuda jî xwedî gotin in malovaniya kurdên ji xwe ji berê ve pê re ne, kurdên xeyalþikestî û tirkên bizdiyayî kir.