Konser, gotûbêj, fîlm û festîval, va ne çalakiyên vê hefteyê
Diyarname
Em ketin hefteya dawî ya vê mehê. Vê hefteyê çi çalakiyên çandî hene? Konser, gotûbêj, fîlm û belgefîlm... Va ne hin çalakiyên hefteya dawî ya meha pûÅŸperê:
***STENBOL
- ÅžEVA BÎRNANÎNA ÅžAKIRO
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ligel hin saziyên din ÅŸeveke berfireh ji bo bîranîna dengbêj Åžakiro li dar dixe. Åževa ku navê "Åževa Bîranîna Åžahê Dengbêjan Åžakiro" lê kirine, bi beÅŸdariya gelek dengbêjan lidar dikeve. Her wiha bi vîdyo konferansê jî dê hin hunermend beÅŸdar bibin.
Axaftina destpêkê ya ÅŸevê Murathan Mungan dê bike. Dengbêj Zahiro, Kazo, Xenî, Salihê Qubînî, Hediya, Eylul Nazlier û Erhan Kaya wê bi deng û klamên xwe reng bidin ÅŸevê.
24 PûÅŸper, Saet 19.00, Cih: Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoya Stenbolê.
*
- SOHBEYA ÇAYÊ: FERÎD DEMÎREL
Rojnameger Ferîd Demîrel îsal du pirtûk derxistin. Yek ji wan ji çîrokên kurdên Sovyetê bû. Demîrel di "Sohbeta Çayê" ku Chalak Events organîze dike de li ser wan dê biaxive. Sohbeta Çayê ku di bin sernavê "Çîrokên Kurdan ên Ermenistana Sovyetê" li dar dikeve de, moderatoriya wê Azîz Tekîn dike.
25 PûÅŸper, saet 18.00, Nînova Cafe (Åžehit Muhtar Mah. Mis Sk. No 5 / 3 Beyoglu
*
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal 15'emîn car li dar dikeve. Documentarist îsal di navbera 25-30'ê mehê de li pêÅŸberî belgefîlmhezan e. Merasima destpêkirina ÅŸevê êvara 24'ê mehê li Cemal ReÅŸît Rey e. Di Documentaristê de gelek belgefîlm her wiha çalakiyên din hene.
documentarist.org
*
- FÎLM: OKUL TIRAÅžI
Fîlmê derhêner Ferit Karahan ê bi navê "Okul TiraÅŸi" hefteya çûyî ket vîzyonê. Di vê çarçoveyê de fîlm di navbera 24-30'ê mehê de li Sînemaya YeÅŸîlçam a AKM'ê (Ataturk Kultur Merkezî) tê nîÅŸandayîn.
*
- GOTÛBÊJA XALID SADÎNÎ
Nivîskar Xalid Sadînî herî dawî bi navê "Mîrnameyan Hekarîyan" pirtûkek amadekir û weÅŸand. Niha bi heman sernavê gotûbêjek li dar dikeve. Di gotûbêja ku rojnameger Mevlut Oguz moderatoriya wê dike de Sadinî dê li ser meseleyê biaxive û paÅŸê jî pirtûkên xwe îmze bike.
25 PûÅŸper, Saet 17.00
Cih, Weqfa Îsmaîl BeÅŸîkçî
*
SOHBET&ÎMZEYA YUCEL ASLAN
Vê carê nivîskar li Medya Kitapeviyê ye. Van rojan ji bo piÅŸtgiriya Medya Kitapevi nivîskar diçin wir, sohbet dikin û pirtûkên xwe îmze dikin. Vê carê nivîskar Yucel Aslan li wir e.
25 PûÅŸper, saet 15.00-19.00 (Ä°stiklal Cad. Elhemra Pasaji, Beyoglu)
*
- FESTÎVALA CAZÊ
29'emîn Festîvala Cazê ya Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 25 pûÅŸper û 7'ê tîrmehê de li dar dikeve.
Di vê çarçoveyê de festîval bi dehan konseran dê pêÅŸkêÅŸ bike.
Konserên festîvalê yên li parkan jî bê pere ne. Di vê çarçoveyê de 25'ê mehê saet 18'an de li BeÅŸiktaÅŸ Sanatçilar Parki, 26'ê mehê li Beylikduzu YaÅŸam Vadisi saet 17,45'an de konserên cazê yên bê pere hene.
caz.iksv.org
*
- KONSERA KASIM TAÅžDOGAN
Hunermend Kasim TaÅŸdogan li Stenbolê li Moda Sahnesî ya li Kadikoya Stenbolê konserek pêÅŸkêÅŸ dike.
28 PûÅŸper, Saet 21.00
***WAN:
KONSERA LAWJE
Koma LaWje vê carê li Wanê derdikeve pêÅŸberî hezkiriyên xwe. Bi orgenîzekirina Chalak Events Wan Konser li Uvercinka Kultur Sanat Akademî (Li hemberî Åžanoya Dewletê ya Wanê) tê pêÅŸkêÅŸ kirin.
26 PûÅŸper, saet 20.00
*
- SOHBEYA ÇAYÊ: SEBAHATTÎN ÅžER Chalak Events Wan di Sohbeta Çayê de Sebahatîn Åžen dike mêvan. Sohbeta ku moderatoriya wê dê Hasan Bayram bike de Åžen li ser meseleye dê biaxive. 27 PûÅŸper, Saet 20.00, Baraka Cafe Mutfak (Kultur Kafaler Sok. Åžerefiye, Îpekyolu)
***ÎZMÎR
KONSERA KASIM TAÅžDOGAN
Hunermend KaSim TaÅŸdogan li Îzmîrê li Cafe Ma Sokakê konserek pêÅŸkêÅŸ dike.
24 PûÅŸper, Saet 20.30
*
LIGEL MUSTAFA KAYLI GOTÛBÊJ Û ÎMZE
Nivîskar Mustafa Kayli bi navê “Edim/Final pirtûkeke bi du zimanî, bi kurdî û tirkî nivîsîbû û pirtûk ji WeÅŸanxaneya Na derketiye. Niha li NA’yê ji bo vê çalakiyek li dar dikeve. Çalakiya ku moderatoriya wê dê Ahmet Cebe bike, Mustafa Kayli dê li ser meseleyê biaxive û paÅŸê jî pirtûka xwe îmze bike.
24.06.2022, Saet 18.00, Cih Na Kitap, Piyaleoglu Kemeraliti, Îzmîr
*
Têbinî:
Li ser çalakiyên çandî her ku agahî bên ber destên me em dê lê bikin.
Ji bo yên bixwazin rêyên ÅŸandina peyaman:
Mail: diyarname@diyarname.com
Twitter - Facebok:
twitter.com/diyarname1
facebook.com/diyarname