• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Çîroka reşkirinê, hinek wijdan divê

Dîrok : 18 08 2015 | Beþ :

Heznî Haco

Hew li bîra min e di kîjan mehê, ji sala 1989'an de bû, ku bi serdan dîsa çûbûm Almanya. Min bihîst ku birêz HemreÅŸ ReÅŸo, serokê PDK-T, nexweÅŸ e. Li ser masa wî komek ji hejmarên govara TEVGER hebûn.  Di wan hejmaran tevan de li ser tevgera baÅŸûr hatibû nivîsandin, tevî ku piÅŸtî Enfalan û Helebce yek rêxistinek baÅŸûrî li wê qadê nemabû, berevajî, li bakur tofan bû, dewleta tirk roj bi roj – wekî niha – aqil avêtibû û digot: "Ez ÅŸer ranawestînim heta ku koka terorîstan neynim." Ez û rehmetî ketin gengeÅŸeyek dûr û dirêj. TEVGER ku ji PDK-T û 7 rêxistinên kurd pêkhatibû û armanca wê a sereke reÅŸkirina PKK'e bû, îro bi mikroskopê jî, TEVGER, ne li bakurê welêt, ne jî li Ewropa, nayê xuyakirin.

Her di wê serdanê de, min Selah Bedredîn, ê ku wî ew take rêxistina kurdên Sûrî di sala 1965'an de kire 2 beÅŸ û xwe kire berdevkê çepê Rojhilata Navîn, ji min re got ku PKK roj bi roj lawaz dibe, ne li bakur, ne jî li Ewropa tu giraniya wê nema ye. Çi gotinên reÅŸkirinê yên di ferhenga wî de neman ku pêve nekir. Ev serkêÅŸê çep, piÅŸtî demekê ji parçekirinê, bi dehan daxuyaniyên reÅŸkirinê li ser "Barzaniyê paÅŸverû" derxistin û belavkirin. Xwîn û goÅŸtê hevpeymanên wî yên wekî Corc HebeÅŸ û hinên din ji çepgirên Filistînê ji cem Seddam bûn; ma dibû ku Serok Barzanî ji van ve, ne wekî peyayê cihûyan were binavkirin? Rêxistina wî jî niha bi mîkroskopê nayê xuyakirin, lê ew niha xwe dike ÅŸêwermendê birêz Mesûdê Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, û ji bilî wê xwe kiriye xwediyê rêbaza "Barzanîzm"ê. Hinin ji îfara wî ya çepîtiyê –kêm bin jî- mane û niha endamên paya bilind in di PDK-S de.

SerkêÅŸê dijberîtiya tevgera azadîxwaz, Kemal Burkay bû. Hîn jî ji hophopa xwe nayê xwar tevî ku partiya wî di 2 hilbijartinanên ÅŸaredarî û yên parlementoyên de xala sifir derbas nekir. 

Niha nifÅŸekî nû ji derwêÅŸên ku li ber erbana yên wekî Erdoxan, Corc Sebra û berevajiyên wî wekî Erûr û İxwanil muslimîn, bi sera dikevin, peyda bûne. Di serê govênda derwêÅŸên nû de, çend "têkoÅŸerên" reviyayî ji Åžerêla PêÅŸeroj (beÅŸa Ewropa), xwe li ba dikin, bê ku toz ji ber lingên wan rabe. Nimûne xwepêÅŸanda wan a li Berlîn bû, ku bi navê wan û ENKS'ê jî bû.  

PiÅŸtî Cenga Cîhanî ya Yekemîn çend derfetên hêja ji me kurdan re hatin. 1991, 2003 û van salên dawî, bi taybetî dema hovên tundrew, kurd ji xwe re kirin armanca sereke. Giraniya dewleta tirk li ba DYA, Ewropa û NATO, di pileya yekem de, hiÅŸt ku berhemên hewldanên kurdan heta niha, nîvco bimînin. Goman nîn e ku dijminên kurdan ji faris û ereban jî, di vê babetê de, kêm û kurî nekirine.

Çîroka vê reÅŸkirinê dirêj e, lê mirov matmayî dimîne ku kes û dezgihên kurd li ser berdewamiya wê rijd bin. Rast e ku kêm û kuriyên tevgera azadîxwaz û rêxistinên nêzîkî wê hene û dibe ku hinin ji wan ne piçûk bin, lê divê mirov di pîvana xwe de dadyane (adil) be. Ez dê wekî nimûne pêvajoya rojavayê Kurdistanê dabaÅŸ bikim. 

Di xewnan de jî dihat ber çavê me ku desthilatdariyek kurd li vî beÅŸî, û bi vê lezê,  ava bibe? Di seranserê Sûrî de -deverên di bin deste rêjîmê jî  di nav de– deverek ji Dêrika Hemko, Tirbespiyê, QamiÅŸlo, Amûdê heta Serê Kaniyê, hêwir û aramtir heye? Yan Efrîn û Kobanî piÅŸtî bobelata dawî? Ma QamiÅŸlo ji Åžam, Bexda, Qahîre û Eden û Sena Yemenê, ne aramtir e? Ma rast e ku rêvebiriyên Kantonên Cizîrê, Efrîn û Kobanî bi yên Polpot û Koriya Bakur re bên hemberhevkirin? Ma serokên tevahiya rêxistinên kurd –ji bilî mamoste Hemîdê Hecî DerwêÅŸ pêve – ne bi azadî li QamiÅŸlo digerin? Ma baregehên tevan ne vekirî ne? Ma her dem kor û simîneran li dar naxin û bi dilê xwe rexneyên xwe nakin? Ma her dema ku dixwazin,  belavokên xwe belav nakin? Ma bi dilê xwe her serê çend heftiyan naçin BaÅŸûr, Bakur û Ewropa? Rast e ku ev tev mafin xwezayî ne, lê çima li ser  wan bi zanebûn tevlîheviyê tê kirin? 

Ne tenê binçavkirina siyasetmedaran, lê ya her  hemwelatiyekî ji ber sedemên siyasî, cihê rexnegirtin û nepejirandinê ne. 

Ser li mirov digere gava dibine ragihandina cîhanî û pirraniya desthilatdarên welatan dilxweÅŸiya xwe  ji rewÅŸa li her sê kantonan der dibirin, berevajî  hejmarek ji rewÅŸenbîr û siyasetmedarên kurd. Ew  rêvebirê hikumeta Sûrî ya li koçberiyê To’mê (ku bostek ji xaka Sûrî di bin deste wî de nîn e) liberal dibinin û birêz Ekrem Hiso li Kantona Cizîrê, Enwer Mislim li Kobanî û Hêvî Mistefa li  Efrînê, wekî Kastro, Polpot û Kim Yong-Un,  dinirxînin. Erê giyayê hewÅŸê tal e, lê hinek wijdan tê xwestin.

Sandviken, 18.08.2015

**

 

Nivîsa Heznî Haco ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weÅŸandin:
- Nameyek ji bo Mesûd Barzanî

 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin