• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî

Demîrtaş: Emê bi AKP'ê re koalîsyonê çênekin

Dîrok : 07 06 2015 | Beþ :

Diyarname

Hevserokên HDP'ê Selahattin DemirtaÅŸ û Figen Yuksekdag ji bo pîrozbahiyê derketin pêÅŸberî çapemeniyê.

PêÅŸî DemîrtaÅŸ axivî. Vaye ji axaftina DemîrtaÅŸ hin not:

- Yên ku ji aliyê aÅŸtiyê bûn bi ser ketin, yên aliyê zordarî û dîktatoriyê bûn têk çûn.

- Bi hemû baweriyan, kî hebe ji hemû baweriyan, yên dixwazin bi awayekî azad bijîn ew bi ser ketine. Karker, hemû kesên têne eciqandin bi ser ketine; ev serketin di heman demê de serketina çepgiran e. Û ya herî muhîm ev serketin a jinan e.

- Ev têkçûna yên ku digotin pirsgirêka kurd nîn e, ew li aliyê rojavayê Tirkiyeyê hatine asta sifirê, ez bi taybetî balê dikiÅŸînim ser vê.

- Ji niha û pêde li Tirkiyeyê nîqaÅŸa serokdewletî, nîqaÅŸa dîktatorî bi dawî bûye.

- Em dizanin dengên emanet dane me, ji niha û pêde ji bo van dengan em bikin dengên HDP'ê emê zêdetir bixebitin.

Sipasî

- Di vê serketinê de keda bi mîlyonan heye. Ez sipasiya tifaqên me Însiyatîfa Azadî, DDKD, EMEP, Halkevlerî û yên din dikim. Dîsa sipasiya derdorê Nûbiharê, Medzehra û yên din dikim.

- Ji bo hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan rehmetê dixwazim.

- Hevalên me Yên mil û lingên wan parçe bûn, wan ev serketin heq dikir. Ez yek bi yek sipasiya wan dikim. Bi taybetî vê hilbijartinê diyarî dayikên kurd dikim.

- Barbarî, tekbûna fikra DAIÅž'ê çiqas zirar dabe, li wê derê çawa li hemberî wan serketin hatibe bi destxistin li vir jî HDP'ê bi heman baweriyê ber xwe da. Êdî rojava HDP'ê dê 81 bajaran ronî bike, pêdivî bi ampulê nemaye.

- Ji niha û pêde emê li meclisê zêdetir muxalefetek bi qelîte bikin.

**

Nûçeyên eleqedar:

- Onder: Teqez e, tu pîrozbahiya me îÅŸev nîn e 

- Deqe bi deqe encam (ev nûçe her tê nûkirin)

- Ji hilbijartinê notên îro (Ev nûçe her tê nûkirin)  

Hûn dikarin li van jî binêrin