• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî

Ji hilbijartinê notên îro (Ev nûçe her tê nûkirin)

Dîrok : 07 06 2015 | Beþ :

2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî

Ji saet 19.00'an ve vê nûçeyê biþopînin:

- Deqe bi deqe encam (ev nûçe her tê nûkirin)
 

 

Têbiniya pêþî: Ev nûçe heta êvarê dê her bê nûkirin 

 

18.55:

Demîrtaþ: Ji dengên ji derve hatine de tu pirsgirêk nîn e. Hevalên me li ser kar in. Xem nexwin. (Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaþî ev peyam ji Twittera xwe weþand)

17.45
Li ATO'yê dengên ji derve hatin avêtin çopê!

Li ATO'ya Enqereyê dema deng dihatin jimartin hat îdîakirin ku deng avêtine çopê xirecir derket. Niha mesele hê çareser nebûye...

 

17.15:
Dengên ji Ewropayê jî hatin li ATO'ya Enqereyê dest bi jimartina wan hate kirin. Ev deng dê li hemû bajarên Tirkiyeyê bêne belavkirin. Mînak HDP li derveyî Tirkiyeyê çiqas deng girtin her parek li jor serjimariya bajarên Tirkiyeyê dê li wî bajarî bê zêdekirin. Bi mînakeke din, ew deng dê bandorê li dengên HDP'ê yên Enqereyê jî bêne kirin, dê bandorê li Bartin, Culemêrg û Qersê jî bikin.

 

17.00

Dengdayîn temam bû... Niha dema jimartinê ye.

 

16.15

Hiþyarî 1: Li tu derê muþahid divê nehêlin ku çiwalên dengan bixin nav van erebeyên bê plaka û bibin. 
Hiþyarî 2: Kamuran Yuksek: Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek agahiyeke nû weþand: Muþahidên me ji ber tu sedemî ji cem sindoqan neçin cihek din. Ya diduyan, di dema bi ser hev de jimartina dengan (oy birleþtirme) divê qet ji cihê xwe veneqetin û hay ji vê li ser hev jimartinê hebin.

Kiraç: Li Kiraça Stenbolê tê gotin ku hema bibêje li hemû dibistanan elektrîk hatiye birîn. Wekî notek, li Kiraçê hejmara kurdan gelek e 

 

16.00

Wêranþar:

Li Wêranþara Rihayê tê gotin ku elektrîk hatin birîn. Hate gotin ku agir bi trafoyê ketiye. Hê sedem nediyar e.

15.30

Þirnex:

Li Þirnexê hema bibêje li her derê dengdayîn temam bû. Li gor biryara fermî heta saet 17'an gere dengdayîn bidome. Gelê Þirnexê jî ligel ku dengên xwe dane jî li her derê ji herêma hilbijartinê bi dûr nakevin û dibêjin "Emê dengên xwe biparêzin."


ÎHD'ê pêþraporek weþand (ev rapor li gor saetên nîvro hat weþandin):

(Ev beþa pêþî ji rapora ÎHD'ê hate girtin. Li gor raporê hin binpêkirin):

- ÎDÝR:

Sindoqek 350 deng têde hebûn ji ber ku li ser pisûlayan mohr tune bû hat betalkirin. Li herêmê bi giþtî hilbijêrên HDP'ê hene.

- SÊRT:

Li Sêrt û Kirikkaleyê polîs nahêlin çavdêr bikevin hundirê dibistanan. Mijar ragihand YSK'ê û li bendê ne ku YSK biryarek bide.

Enqere:

Li gundê Karaoglan a Golbaþiya Enqereyê di sindoqên 1129 û 1130 de muþahidên HDP'ê hatin tehdîdkirin û dûrxistin.

Li Lalahan a Enqereyê jî muxahidên HDP'ê hatin dûrxistin.

15.00

Li gor agahiyên tên heta niha bi ser 60'î de li gelek bajaran AKP'yî serî li rêbazên cuda didin. Muþahidên HDP'ê li her derê mudexele dikin, lê li hin cihan têrê nakin.
Heta niha li Beþîktaþ, Malpere, Uskudara Stenbolê erebeyên bêplake digerin. Armanca wan nayê zanîn, lê rêveberên HDP'ê dibêjin we erebeyên wisa dîtin xeberê bidin polîsan.
Mebûsê CHP'ê Erdogdu got ku min ji polîsan pirsîne ev çi erebene, gotine ê wan in, min pirsiya çima bê plakane, xwe virde wêde dan.

Li Yeþilkoya Stenbolê di sindoqa bi nimreya 1369'an ku li 50. Yil Anadolu Lisesi hatibû danîn derket holê ku li malekê 110 kes hatine nivîsandin. Ev hat ferqkirin û ew deng hatin betalkirin.

 

14.00
SÊWREG

Berendamê HDP'ê Îbrahîm Ayhan got: Li Þekerli, Yucelen, Daþhan, Gurpinar, Baxmaç û gelek gundên din ên Sêwregê peywirdarên me têne tehdîdkirin, wekî blok deng têne bikaranîn.

Li Taxa Cubeyde (Yenikoy) a Navçeya Navendî Haliliye ya Rihayê jî muxtor û xizmên wî xwestin bi awayekî eþkere deng bidin, muþahidê HDP'yî dij derket, ligel ku li cihê bûyerê jendirme hebûn jî muxtar û xizmên wî êrîþê muþahidî kirin. Muxtar Ýbrahim Halil Felhan û xizmên wî êrîþê alîgerên HDP'ê Ali Ýlgin, Mustafa Karaca, Ferid Caz, Fevzi Acar, Yilmaz Yildirim, Sinan Yildirim, Þiyar Yildirim kirin. HDP'yiyên birîndar bûn rakirin Nexweþxaneya Lêkolînê ya Mehmet Akif Ýnan.


11.00

Cerdevanan muþahîdekî HDP'ê bi giranî birîndar kir

Li taxa Mînutê ya Sîwereka Rihayê muþahîdên HDP'ê ku li hemberî dengdayîna vekirî ya cerdevanan derketin rastî êrîþê hatin. Cerdevanan çek bera hewa dan û bê ser û ber êrîþî muþahîdên HDP'ê kirin. Muþahîdên HDP'ê Dagistan Dengtav Oktan û Sînan Oktan bi derbên kêrê û Ferhat, Mehmet, Suat, Huznî û Huseyin Oktan jî bi keviran birîndar bûn. Welatiyên birindar ji hêla kesên derdorê ve rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya Siwêrekê û li wir tên dermankirin. Hat ragihandin ku ji ber kêr li kezeba Sînan Oktan ketiye rewþa wî giran e. Piþtî bûyerê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî çû serdana birîndaran. 

Tiþtê balkêþ polîsan qet midexeleyê cerdevanan nekir, tenê temaþe kir.

**

Li Amedê birîndar bû çû Îzmîrê dengê xwe bi kar anî
Welatiyê bi navê Firat Oral ê ku di êrîþa bombeyî ya li Amedê de ji her du lingên xwe birîndar bû, bi vê birîndariya xwe çû Îzmîrê û îro li wir dengê xwe bi kar anî. Oral li Dibistana Navîn a Bornovayê li sindoqa 1413'an dengê xwe da û got: Ew ji bo dengê xwe bi kar bîne hatiye Îzmîrê û dengê xwe bi kar anî.

 

Sûriyeyî deng didin!

Li Dibistana Cengizhan a li Kagithaneya Stenbolê 3 sûriyeyiyan dê deng bida, pêþî li wan hat girtin. Li Eyubê jî xwestin 4 sûriyeyî deng bidin, lê li ser nerazîbûna muxahidan sûriyeyî ji nêzî sindoqan reviyan.

Muþahidên HDP'yî li ser kar in

Bi giþtî li gelek cihan muþahidên HDP'yî hene û li ser karên xwe ne. Li hin cihan pirsgirêkan li hemberî muþahidan derdixin.

Li ber Dibistana Seretayî ya Rifat Ilgaz a li Esenyurta Stenbolê hin kesên þaþik bi ser wan de girêdayî xwestin dengan dengên xwe bidin AKP'ê.

Li Maltepeya Stenbolê jî li Lîseya Îmam Xetîbê endamê sindoqê yê ji AKP'ê du caran deng bikar anî. Ew li ser sûc hat girtin. 

 

Mebûsê AKP'ê mudexele dike

Mebûsê AKP'ê yê Mûþê Muzaffer Çakar li gundê xwe Qerehesenê ji jinên ku hatin deng bidin re got, 'Hûn herin mala xwe, dê mêren we dengê xwe bikar bîne."

HDP'yiyan mudexele kir. Li ser vê Çakarî gazî jendirmeyan kir. Þaredarê ji DBP'ê Bulent Ateþ hat cihê bûyerê, serleþkerê li cihê bûyerê Ateþ tedîd kir. 

 

Li Mutkî êrîþê HDP'yiyan kirin 

Li Mutkî cerdevan û AKP'yiyan êrîþê HDP'yiyan kir. Li gundê Merment bêyî muþahidên HDP'yî hebin dengdayîn dom kir.

WAN 

Li taxa Keçikiran a navçeya Bêgiriyê ya Wanê jî endamên meclîsa Þaredariyê yên AKP'ê Bariþ Durmuþ, Zekî Durmuþ û Velî Durmuþ, êrîþî alîgirên HDP'ê kirin û zerar dan du maþîneyan. Di êrîþa AKP'iyan de welatiyên bi navê Sinan Çelîk û Orhan Çelîk birîndar bûn. Zarokek jî bêyî birîndar bibe xwe xelas kir. Maþîne bûn xurde û birîndar jî rakirin nexweþxaneyê.  


ÎZMÎR 

Li Îzmîrê li Dibistana Seretayî ya Vali Kutlu Aktaþ derket holê ku kesek 4 caran deng bikar anî. 

 

ENQERE

Li Dibistana Navîn a Mehmet Akif a li Batikenta Enqereyê 5 kesan bê nasname xwestin deng bikar bînin muþahidên HDP'ê ew qufaltin. Li ser xirecirê dengdayîn ji bo demekê hat rawestandin.

Kesek hat qaþo bi nivîsa fermî xwest "Alîgirên Oy ve Otesi nekevin dibistanê".

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

YSK'ê daxwazaHDP'ê red kir

YSK'ê daxwazaHDP'ê red kir

16 11 2015

Ji Hîro Xan ji bo HDP’ê peyama pîrozbahiyê

Ji Hîro Xan ji bo HDP’ê peyama...

05 11 2015

Tu þîrketek anketê encam nizanî û hinan lêborîn xwest

Tu þîrketek anketê encam nizanî û hinan...

04 11 2015

4 partiyan jî li hemberî encaman îtîraz kir

4 partiyan jî li hemberî encaman îtîraz...

03 11 2015

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname