Kurd bûbûn du parçe: Portekîzî û Fransî, portekîzî bi ser ketin
Cemil Oguz
Ji 10'ê meha pûÅŸperê re tam bû mehek fûtbolhezên Ewropayê bi kêf, bi coÅŸ maçên Euro 2016'an diÅŸopînin. Di dawiyê de li mala Fransayê, di fînala di navbera Fransa û Portekîzê de Portekîz gihîÅŸt miraza xwe.
Gelek kurdî piÅŸtgiriya Fransayê dikir, ji ber ku Fransa welatê pêÅŸîn bû ku ji Rojava serfermandarên YPG/J'ê li Qesra Elysee dikir mêvan. Hinan piÅŸtgiriya Portekîzê jî dikir ji ber ku Portekîz yek ji van welatan bû ku li ser kuÅŸtina sê jinên siyasetmedar ên kurd ên li Silopiyê parlemen civayabû û parlemenê biryara ÅŸermezar kirina Tirkiyeyê dabû. Û li nav YPG'ê ji Portekîzê jî hebûn. Lê mesele ne tenê ev bû, ji aliyê hezkirina fûtbolê ve jî dilê kurdan bûbû du parçe; yek Fransa, parçeya din Portekîz... Ji bo kurdan maç wisa dest pê kir, lê ji bo fransiyên ku Stada De France ya li Parîsê tije kiribû heyecaneke din hebû; ew 2 caran derketibûn fînalê û her du caran jî bi ser ketibûn (1984-2000) û di vê fînala sêyemîn de cara sisêyan dê kûpa bigirta yan na.
Bi tîma xwe bawer bûn ji ber ku di 6 maçên ku di vê tûrnûvayê de lîstine de 5 caran bi ser ketibûn û tenê carek wekhev mabûn. Tam 13gol avêtibûn ku tîma herî zêde gol avêtibû, lê tenê 4 gol avêtibû.
Lê ligel her tiÅŸtî ev fînal bû û di fînalan de her tîmî heta hêza xwe ya dawî ber xwe dida, her tîmî dixwest bibe ÅŸampiyon. Helbet Portekîzê jî.
Portekîz di maçên xwe yên pêÅŸî de zêde ne bibandor bû, herî dawî li hemberî Gallerê maçek serketî derxistibû lê di serî de Ronaldo, hemû lîstikvanên Portekîzê bawerî bi serketinê,bi ÅŸampiyoniyê anîbûn û bi vî awayî derketibûn sehayê. Ji Portekîzê 15 hezar temaÅŸevan hatibûn Fransayê û li stadê cihê xwe girtibûn.
Xwediyê Nobelê
Portekîz bi awayekî fermî Komara Portekîzê wekî rêveberî komar e, Serokomar,Serokwezîrên wê û parlemena wê heye.Nifûsa wê bi ser 10 mîlyonî re ye, artêÅŸa wê heye lê leÅŸkeriya mecbûrî li wê derê nîn e. Azor û Madeîra du herêmên wê yên xweser jî hene. Zimanê fermî portekîzî ye. Ji aliyê perwerdehiyê ve jî Portekîz pêÅŸketî ye, zanîngehên wan ji sala 1290'î ve dersê didin. Ji aliyê wêjeyê ve jî ew pêÅŸketî ne. Nivîskarê partekîzî Jose Saramago (1922-2010) ku bi dehan berhem nivîsandine di sala 1998'an de Xelata Nobelêya Wêjeyê girt.
Lîstikvanên navdar
Portekîz ji aliyê lîstikvanan de jî gelek navdar e. Wekî Tîma Neteweyî ya Portekîzê di nav 208 endamên FIFA'yê de bi serketina xwe di rêza 8'an de ye. Heta niha Eusébio, Luís Figo û niha Rui Costa û Cristiano Ronaldo lîstikvanên wan ên jîr û jêhatî û navdar in. Portekîz di Kûpaya Cîhanê de du caran(1966, 2006) nîv fînal lîstiye, di ya yekemîn de Eusebio bi 9 golan bû golavêjê salê. Ev tîm tenê carek kariye di Tûrnûvaya Ewropayê de derkeve fînalê: Di sala 2004'an e û wê çaxê li hemberî Yewnanistanê têk çû. Niha cara duyem derket fînalê û bû ÅŸampiyon.
Portekîz çawa hat neha niha?
Di MAÇÊN KOMAN de Portekîz di Koma F de bû 14'yê pûÅŸperê di maça xwe ya yekemîn de derket pêÅŸberî Îzlandayê û maç bi 1-1'ê bi dawî bû; her tîmî pûanek girt.
Maça duyem ligel Avusturya bû roja 18'ê avrêlê û maç 0-0 bi dawî bû dîsa her yekê pûanek girt.
Di maça sêyem ku 22'yê mehê hat lîstin de Portekîz vê carê li hemberî Macaristanê lîst û maç dîsa wekî hev bi 3-3 bi dawî bû. Di sê maçan de tenê 3 pûan. Bi vê Portekîz piÅŸtî Macaristan û Îzlandayê wekî sêyemînê komê ji Maçên Koman derket û ket nav 16'an. Di maçên 16 tîman de Portekîzê Hirvatistan bi 1-0 têk bir û hat çarîk fînalê. Di çarîk fînalê de Polonya bû reqîbê wê û maç bi 1-1 bi dawî bû. Bi penaltiyan (5-3) Portekîz derket nîv fînalê.
Portekîz ku heta niha bi "wekheviyan", hinek jî bisiûd bi ser ket û heta nîv fînalê hat, maça xwe ya herî serketî di nîv fînalê de li hemberî Galler lîst. Di maçê de nîveka yekemîn a maçê bi 0-0 bi dawî bû lê serdestî di destê Galler de bû. Nîveka duyemîn bi serdestiya Portekîzê dest pê kir. Di deqîqeya 49'an de Ronaldoyê çav li ser bû derket ser dikê; gelek bilind bû, serek xweÅŸ li gogê da: 1-0. Gallerê hê ÅŸoka vê golê ser xwe neavêtibû di deqîqeya 53'yan de vê carê Nani xwe nîÅŸan da: 2-0. Bi vê encamê Portekîzê berê xwe da fînalê û çav li kûpayê kirpand. Portekîz bi van îstatîstîkan derket pêÅŸberî Fransayê.
Û bi vî awayî maçê dest bi maçê kir. Fransa di maçê de serdest bû, di 90 deqîqeyê de Fransayê 17 caran zor li keleha Portekîzê kir, 3 sê jê gelek bi bandor bûn lê kelevanê Portekîzê Patricio ku hemû êrîÅŸ ÅŸikenandin heq kir ku bibe Lîstikvanê Maçê. Di deqîqeya 25'an de kaptanê tîmê Ronaldo seqet bû derket, vê yekê moralê wan xira kir lê hêviya wan neÅŸikiya.
Sanches reqora Ronaldo ÅŸikand
Hemû lîstikvanan ber xwe dida, yek ji wan jîlîstikvanê ciwan Sances sû. Lîstikvanê Portekîzê Renato Sances niha 18 sal û 326 rojî ye ku di fînalê de lîst; bi vê ciwaniya xwe rekora Ronaldo ji dest wî girt. Cristiano Ronalda 19 salî û 150 rojî bû di fînala Euro 2004'an de lîstibû û wekî lîstikvanê herî ciwan ketibû nava dîroka Tûrnûvaya Åžampiyoniya Ewropayê. Ronaldo jî rekor ÅŸikand ku 133 caran formaya Portekîzê li xwe kir ku heta niha lîstikvanê herî zêde ev forma li xwe kiriye (emê nivîsek taybet liser amade bikin).
10 maçên dawî
Di 10 maçên dawî ku her du tîman bi hev re lîstibûn de Portekîzê qet nekaribû Fransayê têk bibe. Her du tîman 24 caran bi hev re maçên taybet û maçên fermî lîstibûn. Di van de Fransa 18 caran, Portekîz 5 caran bi ser ketibû û carek jî wekhev mabûn. Di van maçan de Fransa 49, Portekîzê 28 gol avêtibûn. Portekîz herî dawî di sala 1975'an de, dema ez û hemsalên min hatibûn dinê li hemberî Fransayê bi ser ketibû. Di Euro 2000 û Kûpaya Cîhanê ya 2006'an de her du tîm hatibûn hemberî hev, di her duyan de jî Portekîzê li hemberî Fransayê serî tewandibû. Lê vê carê Portekîzê nedixwest serî bitewîne.
Fransa xwedî 2 kûpayan e
Di Åžampiyoniya Fûtbolêya Ewropayê de Fransa 9 caran lîstiye, 2 caran derketiye fînalê û her du caran jî kûpa biriye mala xwe. Fransa îsal jî derbasî fînalê bû, bû tekane tîm ku di dema mazûvaniya xwe de sê caran derdikeve fînalê lê vê carê nekarî bibe serî. Portekîz 7 caran beÅŸdarî vê tûrnûvayê bûye lê tenê carek derketiye fînalê û winda kiriye. Di vê cara diduyan de nexwest hêviya xwe bihêle careke din û bû ÅŸampiyon.
Di dawiya 120 deqîqeyan de Portekîz bû ÅŸampiyonê Ewropayê û kûpa bir mala xwe. Di mehek maçên Euro 2016 de temaÅŸevanan maçên xweÅŸ temaÅŸe kirin ku fînal jî yek ji wan bû. Em Portekîzê ku guhek wan li ser kurdan e pîroz dikin.
**
Ji bo agahiyên li ser maçê:
- Û xilas: Portekîzê li mala Fransayê kûpa ji dest wan girt




