Li dû Yada MAHABADê
Xweha Yadê, û ey dil -dilê Dê!
Qesta sêrî dike dil, serê çîrokê -ku herfa ewil tu!
Ez ê jî vegerim sêrî, bi navê Te -min bêrê jî gotibû. Û darêjim ez ê, parek ji elametên ku dil pêşdibînin -dilê Dê.
Gul seridî lal lal, ta hengameyê ji ber kir sor-ax. Mohr e gul -ne ez, deqên pîroz vê dibêjin; li ser devê ewilîn birînê. Dest e li serê kevir -kevir e ewilîn rûpel?
Delaliyê, dev e dixwîne li kevir -kevirê kêlê. Wekî ku bêje "û xwîn niqutiye ji nikilê kewê, û xwînî ye kew li kavilê gulê -mêjû biriye jê, mêjû biriye jê!"
Belkî jî wekî ku birije ev hevok, ji devekî bêhavil -ango tu wiha bixwîne!!
Vedibe defter û -melek hû dikin qelemê -hû hû;
"Lewhe ne temam in, a heftan winda ye” dibêjin defter û qelem -di nava kevanê de!" Û ev lewhe -valahiya ewil- wê bi “îşaret”an bê dagirtin -bi îşaretên dil.
Ê ma xem e, heya ku dil dil e!
Wextek tê, û tê li wextê zo zo kaba dil -çi dûr çi nêz! Ma ne hêleke me winda bûye her, ey dil!
Û va li ber şevçiraxê -kevin kevin, ez dest bi xwendina lewheya ewil dikim -bi serê lêvan.
Ez dest pê dikim ji Vir û Wir; û vedibêjim nermik nermik -wekî ku tu sivik sivik bihejî li zemanekî ji tozê -li Mid-yadê!
Li Midyadê, dîwan e, û min dev… Dev dibêjim Xwehê, ku te ew bi ziman kir! Û deftera dil jî ku te vekir -kevn û nû;
Ew îşaret Midyad e, heyaman ew nivîsî -li eniya te; min xwend bi van çavan, hew min û hew!