Li dû Xewna MAHABAD’ê
Xweha xewnê, av hilçinî av hilçinî, dia bi rû ket. Zirav û dirêj bi ta vebû xewn, ji zarê te wekî ku ayetekê:
“Erê erê... min dît, reşekî dest vedikir û digirt, dest vedikir û digirt, li pişt perdeyeke spî spî. Siya wî bi erdê ve xwar bû û ku rast bû veguhêzî derwêşekî ji nişkê ve, di dêst de erbaneyek…
Tilî hilhilîn li erbaneyê, “wêlwêl”în lêv, hewika li peyvê aliyan. Dikir ku tiştekê bi deng veke. Lê wekî ku peyv ji bîr kiribe tenê dikarî bi deng veke û hew!
Deng, peyv, lewlew... çilo bêjim, wilo wekî ku ewran, erê... wekî ku ewr li hev gobilîn. Rû bi min vekir û awirekî henûn li min veda. Serê xwe bi paş û pêş ve bir anî, bir anî û çav li min pistand. Eyan bû wê katê, a wê kêlîkê niqutî dilê min ku wê ev xewn rast biqewime, erê erê...”
Vexwe jê -tu tî tu tî! Vexwe wekî ku tu vedixwî ji dil! Û hew vê xewnê tu vebêje -zirav zirav -û çi jî li devê te tê zar, xwehê çi jî li devê te tê:
“ ... Paşê rûdêhna min li mirêkekê teyisî, yan jî ma av bû? Ez baş bi ruh nayînim. Min av bi mist kir, xelekê lê veda û fireh bû û fireh bû û fireh bû... Ez hew lê varqilîm ku guliyên min hûnayî ne... yeqîniya dil wê gavê bi min re hasilî, erê erê... êdî ez çê û çê tê giham ku av zelal e û ev çîrok ne bê domahîk e...”
Bi xêr bigerîne vê dawiyê -bi xêrê. Xêr berbejna Zarê te, tu berbêj, berbêja vê çîrokê, xweha vê xewnê.
Bide banga vî dilî; va ye min li vir kat kir çîn çîn, bi serê peyva ku her xwariye serê pênûsê, dil dîlê te, porê te ala evînê.
Vê xewnê li destmala şevê bipêçe neh caran -xewn Tu, tu xewna min a salan. Peyvê neh caran li zimanê xwe bigerîne -peyv mifteya vê xewnê. Wê ev xewn rast biqewime, wê ev xewn rast biqewime -rastî Tu!..
***
Nivîsên Yeqîn H. ên din ên bi MEHABAD'ê ve girêdayî: