Li Îzmîrê H.Kovan, Meniko, Şems û Berfo her roja şemiyê tên ba hev, wekî sohbetên kafeyê, di derbarê babeteke edebî de digengêşin. Di du sohbetan de ez jî amade bûm.
Di sohbeta yekem de babet ‘surrealîzm’ bû. Ji alî teknîkî ve tiştekî balkêş kiribûn; tabloyeke Salvador Dalî anîbûn. Bi qasî sê saetan her çar kesan tablo şîrove kirin*. Carna tevlî sohbetê dibûm, heyecan dida însan.
Di sohbeta duyem de babet ‘klasîzm’ bû. Meniko, di wê sohbetê de, du pirs kirin:
1- Gelo însan dikare nivîskarên kurd ji alî ekolan ve bisenifîne?
2- Gelo çi hestên kurdan ‘ên însan elimiye’ hatine guhertin?
Di demên dawî de çi bi sohbetên wisa be çi jî bi nivîskî be hewlên rexnegiriyê hene. Ji ber ku rexne bi serê xwe qadeke cuda ye, bêyî şîrove bikim, min rahişt fincaneke qehwê û hewl didim, ji bo xwendevanan, wergerê dikim. Tişta di vî warî de ji destê me tê ev e.
Raymond Jean ji bo rexneyê sê nêziktêdayînên bi îhtimal destnîşan dike:
Rewşa yekem: Rexne (berhemê) sererast dike. Bi ser rêya rast dixe, têkûz dike, mehkûm dike û wekî Serge Doubrovsky gotî, zilmê li berhemê dike, dixe halekî dogmatîk: Bi navê hin pîvan, zagonên estetîkê an jî bi navê fermanên îdeolojîk midexaleyî berhemê dike.
Rewşa duyem: Rexne “berhemê” nas nake, nizane; dest li berhemê nayê dayîn lewre an ne xwedî wê hêzê ye berhemê bi awayek kûr analîz bike, têbigihîje an jî ji ber ku hurmet li berhemê digire û payeyek bilind dide berhemê…
Rewşa sêyem: Rexne vedihewîne, dihundurîne. Li vir niyet ne ew e berhem bê vegotin, keşifkirin, hewl ew e ku bigre nava xwe… Ev awa rexne jî bi qasî her du nêziktêdayînên din êrîşkar e… Nêziktêdayîna vê awayê rexneyê hezkirineke kûr a ji bo berhemê li rê dibîne, lê belê, li ser berhemê tecawizekê pêktîne. Rexne bi rêya sempatiyê hewl dide ciyê berhemê bigire, di nav qada xwe de pê re halê pêşbaziyê xwe dide der, hewl dide ji berhemê derbas bibe, ciyê ku erîşkarî digihije lûtkeyê ev dever e…
Heger bersiva pirsa duyem bê dayîn em ê karibin bêjin rêya elimînan hê jî ne xalî ye, her wiha şiveriyên rê jî bi deng in. Bi tenê kesekî ji xwe re bikira kar, îroniyên di nivîsên di qada sanal de bikira berhem ê çi berhem jê derketa!
*Salvador Dalî, Atomica melancholica.