Di wêjeyê de li xala navendê xwendevan heye. Wekî aqîbet her tişt tê di dilê xwendevan de bi cih dibe. Gelek caran azîna danberhevînê tê bikaranîn, berhemên bi kurdî û berhemên cîhanê, nivîskarên kurd û nivîskarên welatên din têne miqayesekirin.
Bi a min gere em êdî berê vê azînê bidin xwendevanên kurdî jî. Helbet wê ferqeke gelek cuda xwe nede der. Wê dîsa hew gazin û pêşniyar bi ser gotinê bikevin. Lê taybetiyek xwendevanên kurdî bi gelemperî ya xwendevanên welatên Rojhilata Navîn heye; bê însîyatîf e. Ji ber ku di her qadên jiyanê de takekes nebûye xwedî gotin, her car gotina ên din, esas girti ye; di xwendevaniyê de jî gotinên hatine dubarekirin der dibe.
Ev rewş dibe sedema talûkeyekê. Ew talûke jî ev e; carna kesek, an çar kes an jî deh kes bi tenê edebiyatê manîpule dikin.
Helbestvanekî/e, an jî nivîskarekî/e dibe ku gewre be lê ger mebest û babet berhema nivîskarekî din be êdî ew kesê/a gewre jî bi tenê xwendevan e! Pirî caran jî dibe ku kesekî di nivîskarî yan jî helbestvaniyê de serkeftî be lê xwendevanekî lawaz be! Mesela şagirtekî/e zanîngehê ê/a beşa edebiyatê pirî caran dikare ji nivîskarekî gelek serkeftî bêhtir berhemekê binirxîne. Di dewsa ku em hêla xwe ya xwendevanî bifikirin em nav û navdariya helbestvanî an jî nivîskariya xwe esas digirin û biryaran didin.
Sedema vê rewşê a herî girîng çand û pergala birêveberiyê a civakên sergirtî ye. Ji bo ku di edebiyata me de jî gelek tişt zelal bibin, rastiya her tiştî xwe bide der gere xwendevan dev ji bêînsiyatîfî berdin û bibin xwedî însîyatîf.


