Helbesta Kurdî-XIV
TÎRÊJ
Sembola helbesta nifşeke xwragir
Rojen Barnas
Rojen Barnas
kengî ewrek bi gurgure
robarek bixulxule
qumriyek dakeve ser avê
helbest tê bîra min
hêza kurmanciyê tê
ya wek tîrêjêkê bişkuviye
“li bandeva spêdê”
Berken bereh
Salên şêstan di dîroka berxwedan û hişyariya gelê kurd de qonaxeke balkêş e. Li Başûr kurd bi pêşengiya Melle Mistefa Berzanî ji bo mafên xwe yên rewa di her şert û mercên zehmet de li ber xwe dan. 1970’an de ji bo demeke kin be jî mafê otonomiyê bi dest xistin û karîn heta demekê li ser axa xwe serweriya xwe damezrînin. Helbet van geşedan û rûdanan pêla hişyarî û berxwedanê ragihand bakurê welêt jî. PDK li Bakur jî hate ava kirin û zana û têkoşerên kurdan bi vê rêxistinbûnê karîn seranserê bakur têkevin nav livbaziyeke neteweperwerî. Di sala 1967’an de li bakur bi navê Mîtîngên Rojhilat çalakî hatine li dar xistin. Vê helwestê bandora xwe li kurdan kir û xort û zanayên kurd ku di nav rêxistin û komeleyên tirkan de dixebitîn daw û doza rêxistinbûneke netewî kirin û bi navê DDKO (Komeleyên Çanda Şoreşgerî yên Rojhilatê - 1968) ava kirin û şax û rehên xwe gihandin her deverê bakur. Derbeya 12’yê Adarê her çi qasî xwest rê li ber vê geşedanê bigire jî, zindanên dagirkeran ji bo van çalakvanên kurd bû dibistana hişyarî û rêxistinbûna netewî. Piştî efûya giştî a 74’an çalakvanên kurd di bayê bezê de ketin nav hewldanên çandî û siyasî. Êdî kurd baş pê hesiyabûn ku divê xwedî rêxistinên resen bin û pala xwe bidin çand û kelepûra xwe. Bi vê armancê di sala 1975’an de bi navê Rizgarî kovareke siyasî û çandî hate weşandin û di wê kovarê de cara yekem zimanê kurdî û gramera wî û helbestên kurdî derketin ber ronahiyê. Şivan Perwer bi deng û awaza xwe ya rengîn daxwaz û xwestekên neteweyî li qad û bi kasetan ragihand gelê kurd. Dema sala 1979’an ber bi bihara xwe ve herikî êdî li bakurê welêt bi dehan rêxistin, sazî û dezgeyên kurdan hatibûn damezrandin û çand û kelepûra kurdî kulîlkên xwe vedikir. Stran û klamên kurdî bi kasetên dengî û wêjeya kurdî jî bi pirtûk û kovaran dadiket ser sifreya kurdewariyê. Romana Erebê Şemo hate weşandin, DDKD û DHKO’yê kasetên stranên kurdî tomar kirin. Dengê Hozan Şiyar bi serbilindî di gelî û newalên welêt de olan da. Û wekî roja nû hilatî TÎRÊJ’ê seranserê bakurê welêt bi ronahî û germahiya xwe hembêz kir. Bê guman ev şoreşek bû di çand û kelepûra kurdî de. Tîrêja ku bi du zaravayan weşana xwe didomand li her kesî da zanîn ku kurdî qeyd û bendên bişaftinê şikênand û ber bi bihara xwe ve dimeşe. Rojen Barnasê ku bi helbesta xwe ya “Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir” ala mêrxasiyê û kesayetiyek kurdewarî milmiland her wiha bi gelek navan rûpelên Tîrêjê jî xemiland. Her çi qas di kovarê de kesên mîna Mem Ronga, Arjen Arî, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî û Berken Bereh jî dinivîsandin lê Rojen Barnas bûbû sembola Tîrêjê û wêjeya kurdî ya wê nifşê. Di sala 1979’an de pirtûka wî ya helbestan “Li Bandeva Spêd de” ku yekemîn pirtûka bi kurdî bû di dewra cimhuriyetê de.
Helbest, serhevdeya têkiliyên însanî ya dialektîkiye. Ji bo vê jî helbestvan di afirîneriya xwe de ji aliyekî ve bi sînor e. Lewre helbestvan kereseya xwe ji bêndera ezmûnê, çavdêrî û kelepûra civaka xwe tomar dike. Van têgihîştinên xwe li moxila zanîna xwe dixe û yên bi kêr bên bi xwen û xiyalên xwe -ku dirûvê xwe ji şarezayî û zanistê distîne- hevîr dike û ji nû ve diafirîne. Rojen Barnas, tam jî helbesta xwe bi gor vê rêbazê çêdike. Dema ku em bala xwe didine helbestên wî, pisporiya wî ya teoriya helbestê û di hêla nasîna civaka xwe de bê çiqasî xwedan zîrekiye tê dîtin. Rojen Barnas, berî dest bi çêkirina helbesta xwe bike, bi gelek helbestvanên kurd re bi rêya xwendin û dahûrina berhemên wan daye û standiye. Vê têkiliyê di teşe, vegotin, dirûv û hêma û ritma helbestê de xwe daye der. Vê têkiliyê, çêj û tehma wan helbestvanan jî daxilî helbesta xwe kiriye. Lewre dema mirov helbestên wî dixwîne, di rih û giyana mirov de pêlên kurdperweriyê û çemên mêrxasî û xweragiriyê radibin pêdarê. Deng û reng û awaza erdnîgariya Kurdanistanê wekî fîlmekî diherike û wekî straneke bengiyê xwe li dilê mirovî dipêçe. Çûm Diyarbekir, Jîndarî, Dûrketin, Sira Araratê, Tekya Evînê, Rewşa Min, Bo Çi, Neyînî, Suht û Çû û hwd. hinek mînakin bo vê angaştê. Tevayî van helbestan her wiha bi kêşeyîne. Ma Gunê Min bû, Berêz Hoto, Serbûriyek û hwd. helbestine kêşeyîne û reng û dirûvê Cegerxwîn tîne bîra mirovî.
Bi van mînakan armanca min ew e ku kanî û mêrga helbestvaniya Rojen Barnasî nîşanî xwendevanan bidim ku wî ne bi çavpelînkê dest bi helbestakriya xwe kiriye. Berevajî wî, helbesta xwe li ser kevneşopiya toreya helbesta kurdî ava kiriye û bergeh û asoya helbesta kurdî firehtir kirî ye. Her wiha wî, form û qalibên kurdî bi awayek zanistî ji nû ve bi kar aniye û derî û deliveyine nû ji bo vegotin û hûnandina helbesta kurdî ava kiriye. Min Navê xwe Kola Li bircên Diyarbekir, Refa Qulinga Ez Mendalekî Çar Salî me Mamo û hwd mînakine hêjane bo vê angaştê. Bi van cure helbestê ez, têdigihîjim ku Rojen Barnasî her wiha bi gelek helbestvanên cîhanî re jî daye û standiye. Lewre Meyakowskî, Pablo Nerûda û hwd. Eluard, jî yek ji pêşengên vê –lîrîk û xweragirî û futurîst - cure helbestêne.
Di hinek helbestan de tenê bi bêjeyek, ristek ava kiriye. Ango her bêjeyek li bin yeka din hatiye bi cih kirin û bûye risteke xweser. Vê teşeyê ji alî dîtbarî û ritma hundirin a helbestê hêz û şiyaneke cuda daye helbestê. Dîsa di gelek helbestan de bandor û şêwaza wêjeya me ya devkî û vegotina dengbêjiyê dixuye. Vê têkiliyê jî asta vegotinê bilindtir û wateyê ve tîrtir kiriye. Ez dikarim bi rehetî bibêjim ku Rojen Barnasî di avakirina helbesta modern a bakur de roleke sereke lîstiye û pireke xweşik bi helbesta klasîk re çêkiriye.
Di helbesta me ya klasîk de têma û naverok bi sînor bû. Rojen Barnas di warê têmayê de jî pirireng e; evîna welêt, tenêtî, bêrîkirin, işq, mirin, neheqî, zanist, dîrok, berxwedan, felsefe, îdeolojî û hwd.
Dîroknasekî baş e. Ne tenê di der heqê dîroka kurdan de her wiha ya yewnaniyan, ereban, tirkan û hunera wan de jî xwedî zanîn û analîzîn baş e. Di helbestên xwe de leheng û mîtosên van neteweyan bi kar tîne. (Ad û Semûd-Harût û Marût-Qarûb-Fîrewn, Azer, Ebrehe, Ebû Sûfyan, Neron, Aşîl, Thetîse, Apollon, Troya, Hektor, Hades, İndra, Demeter, Ukko, Mazd û hwd.
Di avakirin û çêkirina helbesta xwe de ji hemû cureyên hunerê; wêne, muzîk, şano, sînema…yê sûd wergirtiye.
Di warê civaknasiyê de jî pispor e. Kevneşopî, dab û nêrîtên civaka xwe û yên cîranan baş dizane û wan bi hosteyî di helbesta xwe de bi kar tîne. Ji ber ku xwedî îdeololijiya Marksîst e, hemû rêyên feodalî û zilm û zordestiya li ser gel-çi ji hêla axa û beg û şêxan-destnîşan dike û bangawaziya xweragirî raperîna li hemberî wan dike. “Ez Karker im, Hevalên Me, Silava Bibe Ji Me, Karîna Me, Bênav û hwd.”
Carl Gustav Jung, tu têkiliyê bi psîkolojiya helbestvên daneyne; tenê rêbaza xwe li ser fîgurên behremê ava dike. Lewre dibêje; “çawaniya berhema hunerî, ne bi gor taybetiyên kesane, lê ji dil û mejiyê wî derdikeve ser wî, xwe radigihîne dil û mejiyê însanan û xîtabî wan dike.” Bi vê venasînê dixuye ku tiştên li ser taybetiyên kesane ne, dibin bingeha psîkolojiya berhemê û em bi saya fîgurên behremê digihîjin psîkolojiya civakê. Bi gor vê jirovekrinê dema em li berhemên Rojen Barnas dinihêrin, gelek figurên ku hişmendî û psîkolojiya kurdan destnîşan dikin hene; Evdalê Zeynikê, Mem û Zîn, Teyrê Sîmir, Dêw, Quling, Kew, Pepûk, Hesp, Çiya, Cin, Pîrhevok, Raperîn, Têkçûn û hwd.
Di warê ziman û hevoksaziyê de nûjen e. Qonaxa ku bi Cegerxwîn destpêkiriye pejirandiye û bi pêş xistiye. Ziman rasterast zimanê rojane yê gel e, nêzîkî zimanê dengbêjan e. Terkîb û qalibên wî mişt îmaj in. Tu peyvên ku mirov li wateya wê zorê bide xwe nîn e. Peyv û hevok bo ritma hundirîn car caran têne dubare kirin. Peyv bêhtir bi dengdêrê diqedin an jî bêjeyine wisa ne ku hejmara dengdêran ji ya dengdaran zêdetir e. Dîsa peyvên kirpandina wan zêdeye an, di dawiya ristan de an jî li serî de hatine bi cih kirin. Carna jî bi saya dengdarên (v,ş,r,q,x,t,z,l..) ku kirpandina wan pir hêsan e, hevok û rist bi hev ve hatine girêdan.
Bikaranîna xalbendiyê di helbestên Rojen Barnas de hevaltî û bandoreke xweş li ser ritmê kirine; aheng û awaz û newayeke xweş dane helbestan. Qafiye bi hosteyî di helbesta xwe de bi cih kiriye. Peyvên ku dema bi hev re bêne bi cih kirin, qafiyeya dewlemend pêk tînin an li bin hev an jî bi forma (abab-aabb) bi kar aniye. Ji ber vê jî bi xwendinê re têkiliyeke dilsoz û dostane di navbera xwîner û helbestvên de pêk tê. Terkîbên mîna, “derya evînê, esmanû stûxwar, giyanê kuvî, lêvên roj-dirûv, deriyê serxwebûnê, çavê şevê, maçek germîn, refa qeşenga, perê esmên, û hwd hem ji alî dîtbarî û hem jî muzîk û newaya wan di ava kirina hêmayên kurdewar de bo nifşa nû mînakine baş in. Rojen Barnas giyan, şiyan û viyana kurdan gelekî baş zaniye û di ava kirina helbesta xwe de wan bi hostayî bi cih kiriye.
Ji hêla naveroka helbestê ve pir sekeftî û dewlemend e. Têma bi naverok û teşeyê ve wekî şekirê di çayê de xweş li hev hatiye. Her hêmayê bi gor girîngî û taybetiya xwe duriv û teşe girtiye. Her çiqasî bandora vegotina dengbêjan di helbestan de bi beloqî bixuye jî, wezin, qafiye û parastina ristan bi vê bandorê re li hev kiriye û çêj û tahmeke xweşiktir daye helbestê.
Bi kurtasî Rojen Barnas pêşewayê helbesta modern a bakur e. Hêvîdar im ku nifşa nû poetîka û dahênana helbesta Rojen Barnasî bi hûrgilî bipelînin û dahûrînin û sûd jê wergirin da, derî û deliveyine nû ji bo helbesta kurdî re vekin. Divê neyê ji bîr kirin ku “her giya li ser koka xwe şîn tê”.
Berhemên Rojen Barnas;
1. Li Bandeva Spêde (şi’r), 1979;
2. Heyv Li Esmanê Diyarbekirê (şi’r), 1983;
3. Milkê Evînê (şi’r), 1995;
4. Hingê (çîrok), 1997. Di 2001 de
Li Bandeva Spêde û Heyv Li Esmanê Diyarbekirê pêkve wek yek pirtûk bi navê “Şi’r -1-“ herwekî Milkê Evînê û Hingê di nav weşanên Nûdem de hate weşandin