Derbe, bi tevî encamên trajîk zîneta dîktatorî bi ser dixe. Tu berjewendî, tu hesab ne hincet e ku însan çav ji derbeyan re biçirqîne. Derbeya li Misrê jî yek ji problemên zîneta li Rojhilata Navîn e.
Ger mijar Rojhilata Navîn be di navenda probleman de heya niha desthilatî û dîktatorî hebûn. Em wêneyê heyî bi bîr bînin; desthilatiyên nedemokratîk û dîktator bûbûn sedem jiyan bibe ezab. Wextek hat, ji rewşa nedemokratîk û perîşan, komên radîkal yên çekdar, xisar dan Rojavayiyan jî. Talûkeya berjewendiyên Rojavayiyan yên aborî jî xwe dabû der. Herî dawî bûyera 11’ê Rezberê bû destpêka polîtîka û nêziktêdayînên nû yên li Rojhilata Navîn.
Li gorî gavên nû, yên li Rojhilata Navîn gere dîktatorî bihatana hilweşandin, di dewsa wan de rêveberiyên lîberal cî bidana xwe. Gavên ku jê re “Bihara Ereb” dihate gotin, bi têgeha demokrasiyê re hêviyek belav kir.
Hewlên gelên li Rojhilata Navîn yên ji bo jiyaneke demokratîk muhîm in. Rastiyek din heye, ew jî ev e ku rojavayî bi rojhilatiyan ne beled in! Rojavayî pirî caran li hemberî rojhilatiyan bi rista baviktiyê tevdigerin. Li gorî wan rojhilatî ne xwedî wê ferasetê ne da karibin xwe bi awayek demokratîk bi rê ve bibin. Nêziktêdayîna wan a li derbeya li Misrê hinek jî ji vê tewr û tirsa rista baviktiyê ye! Tirsiyan ku “Birayên Misilman” bi hişmendiya xwe hukum li her deverê bikin. Baş e, ma ne di serî de şerê herî mezin li hemberî “tirsê” dihat kirin? Tirs ji rêveberiyên hilbijartî ye an ji rêveberiyên leşkerî ye? Xuya ye ku rojavayî jî hê ji gavên nû re ne amade ne.
Gere fersend bê dayîn ku misilman karibin xwe ji hewesa cîhada bi şer bikin, li cîhada ruhanî vegerin. Di esasê xwe de dîn her ev dixwest; ku takekes pêşî li hemberî xwe cîhad neke, hurmet li rastiya yên din negire wê çawa karibe li hemberî nebaşiyê bi ser bikeve? Xwedayê ku bi mezinahiya xwe midaxeleyî vîna însan nekir/nake. Qûl bi çi cesaretê bi navê Xweda dikarin ew qas midexalekar bin!
Di meseleyên Rojhilata Navîn de wextê gunehdaweşandinê ye. Di gunehdaweşandinê de rola huner û edebîyatê muhîm e. Li Ewropa rista huner û edebiyatê a di serketina reforman de muhîm bû. Mixabin tevlîhevî û trajediyên diqewimin rê nadin ku însan li zîneta xwe vegerin. Wext hat em pirsa bingehîn bikin. Gelo rojavayî dixwazin li Rojhilata Navîn ronesans biqewime an hewl didin ji nû ve teşe bidin rêveberiyan? Ferqek mezin heye li vir. Ji bo me rojhilatiyan ya esas pêkhatina ronesansan e.
Di meselên polîtîk yên ew qas giran de haydar im ku rengê hevokên wisa bi hest saf xuya dikin. Lê ev ji hest madetir rastiya me kurdan dide der; me bes dît ku derdê “yê din” bûnê çi ye. Em dizanin bê wextê hurmet li vîna însan bê girtin rengê jiyanê çawa diguhere.
Belê robarek diherike, şîlo, bi qirşûqal, carna bi rengê sor. Rengê sor ku ew reng bû me hez jê dikir, rih li me dilerizand. Niha, ji herîkîna xwînê hez jê nakim!