logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Romana Evdal Xan û Bedlîsê

  • Dîrok: 27/03/2016
Hin mekan hene ku dişibin labîrent, çîrçîrok û efsaneyan… Li alî din jî “lal” in; ew na axivin dimînin li benda xwendin, hîskirin û dîtinê... Bi tevî mekanan rewşa gelek objeyan jî her wisa ye, ew ‘ji xwe madetir” in… Di dîrokê de qedera mekanên wisa ye ku gelek jê hatine şewitandin, hatine wêrankirin û talankirin… Mijar kurd û dîroka kurdan be êdî hûn hesab bikin bê heya ku biçe çîrokên wisa…
Di jiyana min ya şexsî û ya nivîsevaniyê de cihê mekan û objeyên wisa muhîm e. Bedlîs jî yek ji wan mekanan e ku di dilê min de şax veda bû. Min dixwest ji bo romanekê bibe mekan.
Nivîskarî tiştek wisa ye ku bi daxwaz û sîparîşan hûn nikarin dest biavêjin berhemekê. Bêtir jî ger mekan mijar bin ji lewre mekan wekî evînê ne, sebir jê re lazim e, hezkirineke kûr lazim e, gere bimeye, hûn tu car ji bîr nekin da ku ew bi tîna xwe, rengên xwe, bi zimanê xwe di jiyana we de bibe rastiyek xweşraz, rastiyek honakî.
Di navbera salên 1987-1997’an de wextê ez ji Mûşê diçûm Heskîf, Qoser, Mêrdînê û dihatim li Geliyê Bedlîsê hizûrekê ez digirtim. (Di 1996’an de min bi navê Geliyê Bedlîsê helbestekê jî lêkiribû) (1)
Gelo sebeb bi tenê rewşa erdnîgarî bû ku ew qas bandor li min dikir? Na; ji zarokaniya xwe de me di derbarê Xalid Begê de, Tertela Şêxan de çîrok bihîstibûn. Xalid Beg li wî bajarî hatibû dardekirin. Her wiha di jiyana dînî de gelek behsa Norşînê dihat kirin. Her ku min li avahiyên kevnare dinihêrî honak, sêwirîn û tehayul pêkdihatin… Lê, lê têr nedikir.
Meh, sal li me derbas bûn. Kêlîkek hat ku çirûskek pêket, qey êdî wexta nivîsîna romanekê ye…  Çima ev kelecan? (2)
Bersiva vê pirsê ji sînorên romanekê madetir e;  îro çawa  mala Bedirxaniyan ji bo sed û pêncî-dused salên dawî yên dîroka kurdan mijar in û diyardeyek in her wisa Evdal Xan destpêkek e di dîroka kurdan de; qedera wî di heman demê de qedera çand û hunera vî gelî ye! Ji alî sîyasî, sosoyolojîk û hunerî ve ew mawe bi mehne ye.
Heke dîroka bajarvaniya Kurdan, dîroka jiyana bi rengîn mijar be helbet Bedlîs bi qasî Stembolê ciyek navendî ye ji alî zeneet, hilberîn û rengîniyê ve…
Rastiyek qonaxa modern e, bajar û mekan bi awayek, bi saya huner û edebîyatê jî dikevin rojevê. Ez vê wekî mîsyonekê nabêjim, ji bo xurtbûna metnê jî esas digirim ji lewre mekanên xurt jî derfet didin metnan. 
Helbet bi Tirkî be jî ji lêkolînan em pê dizanin ku derheq Bedlîs û Evdal Xan de roman hatiye nivîsîn, nivîs hatine nivîsîn. Bername hatine çêkirin. Ji roman an jî romanên Kurdî re Bedlîs bûye mekan…  Her qelem bi rengê xwe ye… Her nivîskar ‘bajarê xwe’ diafirîne… Bedlîs bes e da bi dehan roman werin nivîsîn…

Nîşe: Bi îhtimaleke mezin wê navê romanê “MALA BAZ” be. 

1.GELIYÊ BEDLÎSÊ
Geliyê Bedlîsê Geliyê Bedlîsê
tu mîna çira di tariyê de diteyîsî...

tehma sêvên Xelatê
berfa serê Nemrûdê
dengê çemê te xweş tê
Geliyê Bedlîsê
Geliyê Bedlîsê

gelî kûr e
deng nade
hêvî dûr e
reng nade
Geliyê Bedlîsê
Geliyê Bedlîsê

2.Qedera hin berheman dişibe qedera mirovên bêşens; ji çi wextîde ye ez derheqê romanekê de lêkolînan dikim, dixwînim. Di wê maweyê de fikra nivîsîna romana “REŞ” peyda bû. Piştî REŞ hate weşandin ez dîsa li xebata xwe vegeriyam. Ev e, aniha jî “MALA BAZ”
Heke karibim herduyan pev re binivîsînim ez ê dewam kim yan na li pey “MALA BAZ” ez ê li wê romanê vegerim… Ew roman bi çi qederî be jî  bi dilrihetî dikarim bêjim xwendin û lêkolînên derbarê wê romanê de bûn sebeb  “REŞ”  bikelime û helbet ew xwendin û lêkolîn bibin sebeb “MALA BAZ" bikemîle…
 
Nîşe* 2: Îro 28.03.2015’an e, min hewl dida nivîsên derbarê Bedlîsê de bixwînim. Di malpera www.bitlisname.com’ê de min nivîseke birêz Yaşar Abdulselamoglu (civaknas) xwend.
Berî ez nivîsa xwe binivîsînim (27.03.2016) min gernameya (seyahatname) Evliya Çelebi xwendibû, wekî kesek bi edebiyata honakî re eleqedar aliyê Bedlîsê yê bajarvaniyê bala min kişandibû, lewma min wisa lê kiribû:
“Heke dîroka bajarvaniya Kurdan, dîroka jiyana bi rengîn mijar be helbet Bedlîs bi qasî Stembolê ciyek navendî ye ji alî zeneet, hilberîn û rengîniyê ve…”
Îro wextê min nivîsa Yaşar Abdulselamoglu xwend min dît ku wî, wekî civaknas û kesek Bedlîsî, bi analîzên civakî re bi tevî aliyê bajarvaniyê behsa gelek hêlên din yên Bedlîsê kiriye. Berî nivîsa xwe lê kim xwezî min ew nivîs bixwenda, min ê bi kêfxweşî ew tespît û destnîşanên wî bi bîr bixistana. Helbet ya ku dibe sebeb însan li heman tiştan bifikirin an jî bigihîjin heman encaman rastiyên Bedlîsê ne. Ew nivîs û dîroka Bedlîsê ji bo edebiyatê jî dinyayek balkêş, gencîneyek muhteşem e, ya ku ew qas ez bi heyecan kiribûm/kirime, ev e, helbet aliyê ilmî û dîrokî pariya pisporan e, warek pisporî ye.
Ji bo ku bala we bidim wê nivîsa qedribilind jêgirtinekê ji wê nivîsê pêşkêş dikim:
“Heke ku hûn bipirsin bê di der heqê Bedlîsê de ferqa muhîm ku em bi dest bixin çi ye, ez ê bi yekcarî bêjim, avadaniya civakî ye ku bajar-dewletê pêkaniye. Em dikarin Bedlîsê wekî modeleke piçûk ya Stenbolê bifikirin. Em dikarin ji bo pêvajoyên ziman, çand, kozmopolîtîzm, bajarvanî, şaristanî, dîplomasiyê heman maweya bibînin.”

http://www.bitlisname.com/2015/11/17/bitlis-beyliginin-statusurolu-ve-onemi-arastirma/ 
**
-Têbiniya Diyarnameyê: Ev nîşeya nû roja 28'ê mehê li nivîsê hatiye zêdekirin. 

Hin Nivîsen Nivîskar

M. Sîraç Kekuyan û Çavkaniyên Kurdî

  • 28 Kewçêr 2015

Li welatê me, em bi her tiştî biyan bûn. Welatê me bi qasî gundê me bû, welew navçe û bajarê me bû! Destê me lê sar bû. Dilê me lê...

Pêşekên hejmarên yekemîn yên hin kovarên kurd

  • 07 Sibat 2014

Di kovaran de, pêşekên hejmarên yekemîn bi min pir balkêş in; bi sedema derketin û hêviyên xwe, bi îdîa û armancên xwe re, ji alî civakî...

XWIŞK-XWEŞIK

  • 06 Adar 2014

Di zimanekî de ger peyv û têgeh di ciyê xwe de werin bikaranîn ew ziman hem xweşik dibe hem aktîftir dibe. Ji alî wateyê ve ku peyv bi xelet werin bikaranîn ziman belawela...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Silêmaniyê încîleka dîrokî hat desteserkirin

ad

Xweseriya Demokratîk bi awayek fermî hat qebûlkirin (BDP Kongre -4)

ad

"Bila Girtîgeha Amedê bibe muze"

ad

Baroyan bang kir: ‘Pirsgirêka kurd çareser bikin’

ad

Siyasetmedar Orhan Dogan tê bibîranîn

ad

'Çi, çawa û ji bo kî', fermo Bîenala Stenbolê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname