1- Divê bi zaravayeke kurdî baş bizanibe û haya wî teqez ji zaravayên din jî hebe.
2- Divê şekir, xwê û nan nexwe, teqez nexwe û nede xwarin jî
3- Divê feodal, eşîr, modern, nîvgundî û nîvbajarî be.
4- Ne nivîskar û xwendekarê kurdî be. Bila di civatan de bêje “Memed Uzun pir zû mir yaa, xalê min ew tedawî kiribû, baz, kevok, siya evînê filan” divê haya wî ew qas ji edebiyata kurdî hebe.
5- Divê ne mamoste be (wan çenteyên biçûk ên reş an gewr qet bikarneyne), ne siyasetmedar be, ne xwendekarê zanîngehê, lîsansa bilind an doktorayê be.
6- Divê fular an riyê bizinê (diya min digo rûqiştik) û guhar pê ve nebin, teqez.
7- Divê şerabê venexwe û qet qala wê jî neke.
8- Divê înstaxram, fehşbuq, twîtir û bloga wî tune be.
9- Divê pir feqîr û pir dewlemend nîn be.
10- Ji her tiştê erebeyê fêm bike lê ew neajo, tim bi jinê bide ajotin û qet muameleya nezana lê neke. Tim bêje tu super dajoy û li her derê pesnê ajotina wê bide. Piştî qezayê jî divê bêje tu sûcê wê nîn bû, hemû sûcê ajokarê din bû.
11- Divê heta niha qet pesnê çaya qaçax û titûna qaçax nedabe û çixareyê kêm bikşîne.
12- Divê diranê wî zer nebin û porê wî dirêj nebin.
13- Divê qet behsa azadiya jinê neke, di jiyana xwe ya rojane de bi wê ferasetê tevgere bes e.
14- Di dawetan de gomlekê sipî, taximê bi xêz ên gewr ê biriqokî li xwe neke û sola poztûj neke pê. Di binê maseyan de votqayê nexe nav qolayê çimkî bi wê jixwebaweriyê dertê ortê dilîze û dertê ser defê, çi zanim bikeve erdê filan îca were rezaletê.
15- Divê nebêje zewac saziyeke paşverû ye, têkilî bi azadî xweş in, zewac evînê dikuje. Ev xapandina vê demê ye. Demekê hinek mêrê kurdan digotin heya welatê me ava nebe em nazewicin û keçik dixapandin. Niha ew kes xwediyê 2 zarokan e û tenê navê zarokan kurdî ye. Welat û ziman hîç ne di bîra wan de ye jî. Belkî jî bi navdayîna kurdî li ba xwe welatekî ava kirine heyran kî zane?!
16- Divê ji hemû karên malê (şûştina xaliya, paqijiya pace û dîwara, firaq, utî) û pijandina şîvê fêm bike. Nan li tendûrê nexe jî dibe, jixwe tendûr pir eqolojîk e û divê teqez qala eqolojiyê meke, teqez. Çimkî behs hebe ew tişt bixwe tune ye!!
17- Divê pirça wî hindik be, ji pirça zêde nerazî be, ku pirça wî pir be divê mehê 3 caran here lazerê.
18- Divê spor bike lê tu carî bi eşofman negere. Axlemîn jî eşofmanê gewr!
19- Divê telefona wî tu carî ne li ser maseyê be.
20- Ji 100 mêrê kurd 99 ên wan nizanin berçavka tavê li gor rû, poz û rengê xwe hilbijêrin. Teqez divê bi jineke zana re biçin bistînin. Jixwe ew belqitiyên keçikên li wan dikanên berçavka, tu sond bixwî ji bo ku ji mêrê kurd re bêjin “ayyy, pir li te hat, viya bistîne” û mêr fedî bikin nebêjin “na ev nebû, yeka din” an di wê demê de bi temaşeya keçikê mijûl bin û bêjin “de temam” hatine wezîfekirin. Belkî ev jî ji hêla dewletê ve ji bo mêrê kurd bikin wekî meymûn û wan bikin mesrefa li van deran hatibin bicîhkirin (ha liminêêêê, ev jî paranoyaya 100 sala ya orjînal bû).
21- Divê li muzîka kurdî guhdar bike lê haya wî ji muzîka klasîk jî hebe. Teqez divê ji muzîka otantîk an etnîk haydar nebe û pesnê Yasmîn Levî, Trîo Mara, Mohsen Namjooo nede.
22- Divê qett paşgotinî (dedîqodî) neke.
23- Divê serê sibeha ji nişke ve dernekeve pêş meriv, çimkî hema wisa.
24- Divê her ro xwe bişo û bi qirêjî û kurmîtiya xwe pesnê xwe nede.
25- Tu carî divê nebêje jin xweza ye, pîroz e filan. Piştî wan gotinan teqez hewla bikaranîna jinê û desthilatdarî tê.
26- Divê bi hevoka “ku dewletek me jî hebûya” dest bi gotinê neke û meriv canzerî neke ji derdê bêdewletiyê.
27- Divê haya wî ji hemû xwarinên dinyayê hebe û pesnê xwe bi vê taybetiyê nede, yanê gurmeyekî qurre nîn be.
28- Divê pir bixwîne lê di her civatê de behsa pirxwendina xwe neke. Van çendan hin kesan wekî xwendayê profesyonel ji xwe re branş ava kirine. Milet ji wan wekî “xwendevanên profesyonel” behs dike, bê lome.
29- Divê him Apocî, him Berzanîcî him Telebanîcî be
30- Divê gund, navçe an bajarê xwe bi ser hemû cihên din re nebîne û xwe pê nenepixîne. Çimkî seranser hemmmû Kurdistan xweş e.
31- Divê hestewar be lê ne arabesk be, mînak; “çima ez dayê” û “dayê dinya xayîn e” (ev herdu hevok manîfestoya arabeskbûnê ne ellawekîl)
32- Divê haya wî bi qasî sînemayê ji tiyatroyê jî hebe û seyr jî bike tabî.
Wê bidome, nedome jî îdare bikin, min hêrs nekinnn.