Dema ku me tenê zimanê dayika xwe dizanibû hê pênûs neketibû destê me. Çawa pênûs ket destê me em ji zimanê xwe dûr bûn û ketin hembêza zimanê tirkî. Lê tu carî kurdiya me ji jêrhişê me derneket û wê zû bi zû jî derneyê. Me xewnên xwe bi kurdî didîtin, dema ku zarokatiya me dihat bîra me em bi kurdî difikirîn.
Gelekên ji nav me xwestin binivîsin lê ji sedema çanda zimanê nivîskî taqet nedikirin an nizanibûn ku wê çawa hestên bi kurdî li ser kaxezê bi cih bikin. Heya niha nedîtibûn an pir kêm dîtibûn. Yên ku dizanibûn an bi jimar pir kêm bûn, an dûr û mijûl bûn an jî van salên dawî nedixwestin ji bilî wan kes bi kurdî binivîse, çimkî êdî kurdan ji kesên kurdînivîs pir û pir hez dikirin û rêzdariyeke ecêb li hemberî wan nîşan didan. An jî kurdînivîsan wekî mirovên pir jêhatî, bi zengil ji jor de hatî dihesibandin û dinepixandin. Bi hin kovar û komeleyan perwerdeya kurdî hêdî hêdî ket nav me. Hinekan bi kedekê bêhempa xwe dan ser û şareza bûn. Hinekan gotin qey tenê bi zanîna kurdî (çi nivîsandin çi axaftin) dikarin bibin nivîskar an helbestvan. Çi baş çi xirab, gelek berhem derketin qada nivîsê. Piştî ku axaftin û xwendina kurdî bi me şêrîn bû me xwest ku gelek berhem derkevin û em tîna xwe ya sedan salan bi wan di demeke kin de bişkînin. Em tiyê zimanê xwe bûn û ev tîbûn ne wekî tîna canê me bû, wê tîna rihê me zû bi zû neşikiya û wê neşikê jî.
Dewletê xelata dida kurdên tirkînivîs ji bo ku hem bibin mînak ji kurdên din re hem jî berê xwe nedin kurdî (ez qala başî an xirabiya berhema nakim). Niha jî çend kurdên ku ji xelatan têr nabin bi rik bi tirkî dinivîsin û li gelek cihan serê wan tê mizdan. Ku rojekê rabin bibêjin em dev ji tirkî berdidin, em ê êdî bi kurdî binivîsin, em ê wê çaxê bibînin kî xelatan dide, kî hemû deriyan li rûyê wan digire.
Ligel van helwestan çend kurdên tirkînivîs bi temamî berê xwe dan kurdî. Niha ev çend kes mîna di deryayeke de xwe bi xwe fêrî avjeniyê bibin. Çawa ku em di zikê diya xwe de di nav avê de dijîn û avjenî di bin hişê me de heye, tenê hewl û ked û teknîk lazim e, zimanê me yê di jêrhişê me de jî wê bi vî awayî zû an dereng derkeve ser hişê me û xweş xweş bi pêş bikeve.
Abdurahman Bedîr yek ji van kesan e ku bi tirkî helbest nivîsîne û dûre dev jê berdaye, bi kurmanciya şêrîn a Serhedê helbest honane. Her çiqas derbasbûna ji zimanekî ji bo zimanekî din zehmet be jî û ev zehmetî xwe di hin deverên helbestan da nîşan dabin jî min “Xemzêm” a A. Bedîr eciband û bi ya min rêya helbesta wî vekiriye.
Di helbesta A. Bedîr de ferhenga Serhedê mîna stranên me yê gelêrî olan dide. Bi ya min di vê dîwanê de kurmanciya Serhedê xwe teslîmê kurdiya standartkirî nekiriye û qenc kiriye. Jixwe helbest ew e ku tu bi ziman bilîzî û zincîra standartê cih bi cih bişkînî.
Tu her dibînî helbestvan axîna Tamara ya dîl a nav her du olan aniye ziman;
“…
Digo ew şev;
Bav, bû kundê kor, li ser tara şevê danî, li wan nihêrî.
Çira, çivîka xapxapok, li ser zeryayê geriya. Tamara kete zîndana dêrê.
Çira, qayîka xulam de geriya. Xort xapiya. Li pey çirayê westiya baskê çivîka dilê wî.
Dilê wî basko bû. Şikest. Xeniqî. Çira, di du dilan de temirî.
Çira, di du cot çevan de temirî.
Zerya bû tirb,
Tamara bû kêlik, dêr bû şahid.
Di guhê keçikê de dengek: ax Tamara!”
Tu her dibînî, remil datîne, hespên Zozanê Serhedê tê de dibîne, geh pêşikestî geh bi çargavî.
“Celebê xem, vedigere li ser nemûşê tewna xemzêman
Amîn, ku ez xemê dirêsim bi teşiya dil!
Digo: Bavkujan, bi zendê jin û zarran girtine û birine
An bo kuştinê, an ji bo destavêtinê, an ji bo surgûnê…
Dibêje: Dewsa zendên wan ê ku hatiye girtin reş bûbû
Digo: Ew dewsa reş re şa’irekî gotiye bazinên xemê!
Bêje: Ew roj ev roj e, ew bazin, di zendên me hemûyan de ye.”
Xema şair û netewekê, geh dibe bazin, geh dibe xemil û geh…
Şair xemê kiriye çar beşan û vegotiye; Xemla Xemê, Nemûşên Xemê, Zengilên Xemê û Şînê Remil Danî.
Belê, şîn û xema bêdawî ya li ser rûyê vî welatî bi peyvên kurmancî olan didin û wê hê jî bidin. Tenê bila xwediyê vî welatî û vî zimanî reşbîn nebin û lê xwedî derkevin. Çimkî şer diqedin lê huner naqede. Şer şikestina hêviya ye, huner vejîna hêviyê ye.