Wan deman ...
Wan demên ku av di tîşên axa de dibû lehî, girik girik diherikî ... û dibû tofan.
Wan çaxan…
Wan çaxên ku mirovan pêlav ji îşkên dewêr çêdikirin; ferên aşan bi lingê hinekan ve, di çîrok û çivanokan de hût heft serî… û mar bi stûreh bûn...
Wan wextan ...
Di wan wextên ku her Xwedayek xwediyê Xwedatiya xwe ... û Ares* li erd û ezman şûre xezebê bû ... Khilos* ji dehan giravkên di Behra Spî de li dû hev du ristik, giravek bû.
Ji qeraxên bejahiyê, di nava ava ken ê kewzî de Khîos* kelekeke ezingvanên Dîcle… Xweda Poseidon* çendî bi Xwedayê Xwedayan Zeus re ne li hev be jî, wê kêlîkê di qesre-berqefên Behra Spî de li ser piştê vezilayî, li dora wî Abarbareyên* avê; çavên 'wî li reqsa peqilk û belbelûsikên ku ji devên masiyan dertên… guhên wî miç li ser newaya awazekê ...
Bi zimane Îonî ye awaz.
Aodîos * beşek ji destana Îlyada distire.
Poseîdonê ku demeke xwestibû Qeranê Xwedayan Zeus li qeyd û merbedan bide, bi dengê şalûlî yê dengbêj re vegeriya rojen şer, şerê Troyiyan û Akhayiyan:
"Xwadeyên di kêf û coşê de hev du dane ber fîtan.
Şerekî dijwar û giran rakirin di navbera xwe de.
Bave mirov û Xwedayan (Zeus) ji cihê xwe ê bala ezman li hev da, birûskan veda.
Li jêr Poseîdon keribî, erd lerizand, hejiyan çiyayên herî bilind bi lûtkeyên xwe ve
Ricifîn ji erq de Îdaye ter-kanî, hejiyan li dû hev bajarên Troyayê û keştiyên Akhayiyan...’
Dem berî zayînê ye!
Dem mîna aniha wextê bûkaniya xwezayê...
Pilingê bê berî çend rojan ket nava hewrîşimiya bê.
Li girava Khîosê bi ketina pilingê avê re kulîlkên behîvan spî spî, bûn sterkên berfê.
Wê kêlîkê bi wê pêl-nermiya Behra Spî re ezman sik î sayî, der û dor zarokeke şîre, di hêlana aramiyê de razayî…
Rhapsodosê* Îonî di deste wî yê çepê de Rhabdos*, mîna hafizekî Quran-xwên an jî wekî derweşekî qesîdebêj beşeke Îlyadayê ji beşekê vedixe…
Ew zarokek e.
Zarokek ji Zarokên Homeros*
Di girava Khîosê de bi sedan in.
Ew, dibêjin ‘em ji ezbeta Homerosê Evdal in...Zaroken wî ne em, vejînerên destanên wî….Ne em bûna’ dibêjin "rist bi rist, bêje bi bêje me
Îlyada venegota, me ji zimanan negihandibûya zemanan …îro ne Homeros hebû, ne jî stranan Evdêl
………
Ez î Evdal im
Evdalê Zeynikê bûm
Dengbêjê oda Surmelî Memet Paşa bûm,
Îro bûme pêkenokê qîz û bûkê Heyderan û Zîlaniyan
Hêy lêlê, lê heylêêêêê…
……………………..
Zarokên Homeros bi qasî Homerasê kal xwediyên Îlyada û Odysseîa ne.
Yên ku îro rûyê Evdêl spî bikin û bikin ku qîz û bûkên Heyderan û Zîlaniyan mest û ji xwe ve çûyî guh bidin dengê zingilî yê Evdêl; zarokên wî yên hemdem: helbestvan, romannûs, çîroknûsên kurd in…
Mixabin; Zaroken Evdêl mîna yên Homeros ne li giravekê; her yek teriqî ne bi hêl û derekê de.
Yek ji van Zaroken "teriqî" Mehmed Uzun e.
Uzun bîst û tiştek sal e hêza romanûsiya xwe ji spehîtî û delaliya zimanê Evdêl digire; bi berhemên xwe yên bi zimanê zaravayê zimanekî (!) ji kevî û kelên vî welatî dûr, li ...istaneke bi sir û seqem, navê berhemeke xwe dike “Rojek Ji Rojan Evdalê Zeynikê”, yê berhemeke din dike “Tarî Mîna Mirinê, Ronî Mîna Evînê”…. .
Her nivîskar - bi taybet her helbestvan- bi afirandin, şêwaz û hunera xwe nivîskarekî din bi xwe re diwejîne.
Nerûdayê rist-hesin û deng-guherçîlî wiha dibêje: “Kedkarê herî kedpîroz ê welatekî hunermendên we bi xwe ne.”
Berî çend salan bû?
Di şeveke bi xwarin û vexwarin de li Amedê, min ev pêşniyaz kiribû:
“Birêz Uzun, werin mîna Zarokên Homeros em jî bi Evdalî li vî welatî, seranser bigerin.”
Uzun ji ber axaftineke xwe 8’ê Adarê li Amedê di Dadgeha Ewlekariya Dewletê – ew ne amede- tê darizandin.
Banga min e: Werin, em biçin pişgiriya Uzun! .
*Evdalê Zeynikê
*Ares: Di mîtolojiya Yûnaniyan de navê xwedayê şer.
*Ev benda destên Ji pirtuka Azra Erhat hatiye wergerandin.
*Khîos: Naye dêrîn ê 'girava Saqizê.
* Aoîdos: Di destana Îlyada de nave dengbêjiya Homeros.
*Rhapsodos: Neve dengbejiyê.
*Rhapdos: Nave şiva/kopalê di deste dengbêjan de.
*Poseîdaon: Xwedaye ava bahran.
*Abarbare: Ferîşteyên ave
*15/03/2002, Azadiya Welat, hejmar: 319