Cara ewil peyva ‘qelp’ min ji devê bavê xwe bihîst:
Tahma vê çixareyê nemaye ji destê van pelên qelp!
Cara duyemîn li sûkê bû; yekî bi berstûka yekî girtibû, bi ser de hildibû û bi zirt digot, “ …ê erê lawo… pereyê ku te dane min qelp in, malviritiyo”!
Cara sêyemîn -Xweda bi rehma xwe şa bike- gorbihuşt Memed Uzun wisa bi kar anîbû:
Ez piştgiriyê nadim nivîskarên navên wan qelp!
Yek ji wan nivîskarên ‘nav-qelp’ ez bûm, yên din jî duwazdeh kesên ku li Qezê* di malekê de ‘di ser gû’ de hatibûn zevtkirin: Yaqob Tilermenî, Rênas Jiyan, Îrfan Amîda û neh deh kesên din ku niha navên wan nayê bîra min bûn…
Wê demê bi şêwirmendiya parezer xoşewîst Muharem Elbey re me xwe gihand gelek nivîskarên zimanê kurdî û tirkî, û me lijneyeke piştgiriyê li dar xist ji bo berdana nivîskarên ku li Qezê hatibûn girtin.
Endamên lijneyê Xoşewîst Hicri Îzgoren, Suzan Samancî, Muharem Elbey, Lal Laleş û ez bûm…
Me bi dadgerê ku wê ‘girtiyên me’ bidarizînê re bi rêya/qasiditiya xoşewîst Muharem Elbey re, bazar dikir: Ya tuyê van mirovan berdî, an jî nivîskarên kurdî û tirkî tev, em ê giliyê xwe/li xwe gilî bikin, di danişîna dadgehê de!
Merxasiya me ji me re ma!
Dadgehê di danişîna ewil de tev berdan!
Û biwêja ‘nivîskarên nav-qelp’ wan rojan li ferhenga me zêde bû!
Piştî ew qas salên çûyî û bihûrî, niha jî THY (Rêgey Hewayî a Tirkiyeyê) ji min re dibêje, ‘navê te qelp e, tu nikarî bi navê Arjen Arî li belefirê siwar bibî û bi balefira me bifirî’!
Wekî ku tê zanîn, ez jî wekî keybanû Jana Seyda û Şerko Bêkesê ku ji kurd û Kurdistanê pirtir ji soranî û ji Soranistanê hez dike û bi her delîveyê mil dide liv û lebt û lebata ‘Soranîkirina kurd û Kurdistanê** ‘, mêvanê Festîvala Helbestê ya Navneteweyî a Sterbolê bûm.
Komîteya amadekar a festîvalê bi navê Arjen Arî ji min re bilêt birîbûn û wekî e-bîlet (bileta elektronî) şandibûn ser enameya min.
Mixabin, ji ber ku nav ne nav û paşnavê resen ê di nasnameya/kîmlika ku tirkan daye min de bû, bilêta min a Diyarbekir- Stenbolê şewitî, teyare firî û ez mam li erdê
Pêşiyan gotine, ‘diranên feqîran di pelûlê de dişikê’!
Li pişta min rebenî jî desteka diravî ya Hikumeta Herêmê hebûya, min ê jî bigota ma çi bi dolaran nayê’, û ez ê jî piştî Nalî û Fizûlî û binemalê Bedirxaniyan…û Xwedajêraziyê Hecî Qadirê Koyî û Şêx Riza Telebaniyê ku demekê li tevî entel û entelîjensiya kurdên li Stenbolê niştecih bûbû, bibûma; di du sê rojan mêvantiyê de fersend hebûya her şev ji serê girekî yan jî ji paceya xurfa otelê dê biketama temaşeya Stenbolê û min ê helbesta Orhan Velî di ber xwe de bigoranda!
Di wê navê re, belkî me hevdîtinek pêk bianiya bi rojnameya Radikalê û terefê Tarafê re, bo ku heftê carêkê ji wan re binivîsim, ji ber ku Azadiya Welat qirûşê bi qul jî nade me û nêta wê ya ku bide me jî naxuye!
Û jixwe, hûn jî dizanin li vî welatî her tişt, mîna ‘aşûtê ji jor ber bi jêr ve tê tê, gelek tiştan bi xwe re tîne û cih be cih dike!
Belkî jî bi çûna Stenbolê û xwendina du sê helbestan, hikumeta AKP’yî zimanê kurdî bixista nava xalên zagona nû û bi ser de mafê perwerdehiyê jî bida kurdên li dû tirkan ‘nanî nanî’ û ‘kanî kanî’!
Lê belê gelî berêz û pirrêzan, di vê çîroka navê qelp û hatin. Û nehatina Stenbolê de, bi qasî serê qirşekî gunehê min nîn e; sûc tev, tev ê vî Xwedêjêneraziyê Neftelî Reyes e, ku ez jî rabûm min çav li wî kir û min navê xwe mîna yê wî guhert, kir Arjen Arî.
*Qezê: Kurtkirina navê Qiziltepe (Qoser) ye.
**Herî dawî li tevî hêja Şerko Bêkes 53 roşenbîrên Sorî nameyek bela kirine li rojnameya Hemwelatî, ji Parlamentoya Herêma Kurdîstan daxwaz kirine, ku wekî Zaravê Soranî Devoka Silêmanî bibe zimanê fermî yê dewletê!
Dibêjin, ‘yeqîn nedikir ku kurekî wî çêbibe, ku çêbû, ji kêfê çû kîrê wî jê kir’!