Dema min lîsteya pîrtûkên di sala 2008’an de hatine çap kirin xwend (nivîsa Cemil Oguz, Diyarname), ez gelek xemgîn bûm. Lewre hejmara pirtûkan li gor salên bûrî kêm bûbûn. Nemaze pirtûkên helbestan hê kêmtir bûbûn. Ev rewş bû sedema gelek pirsan ji bo min; Gelo wekî netew yan wekî takekes tu pirsgirêkên me nemane, her kes ji jiyana xwe razî ye, kesên dinivîsîn nîn in, an weşanxaneyên me deriyên xwe girtine ku ev çendî pirtûkên me kêm in? Na, berevajî hejmara malper, kovar û weşanxaneyên me her diçe zêde dibe û kesên berhema xwe ji wan re rêdikin jî pirtir bûne.
Em baş zanin ku wêje baştirîn nîşaneya şaristanî, hemdemî û kamilbûna civakê ye. Nemaze helbest dayika qedîm a wêjeyê ye û hemû beşên din encama têkoşîn û çalakiya wê ya li hember heyatê ye. Ez dikarim bibêjim ku hemû beşên din ên nivîsê heta felsefe û zanistê bi saya helbestê dirûv û teşe girtine. Lewre helbest berî her tiştî bi geşedana xwe re zimên jî bi pêş xistiye û ew gihandiye wê merheleyê ku karibe bibe bersiva vegotin û têgihiştineke bedew û bê qisûr.
Em wekî civakek ku xwestiye her tiştê xwe bi riheke helbestî pêk bîne û bi hizire. Mixabin îro, di gel destkeftî, hişyarî û bi rêxistin bûnê, rewşa helbesta me dişibe nexweşekê. Nemaze dema em li paş xwe dinihêrin û çand û kelepora xwe dipelînin, em li vê rastiyê bêhtir bi dilêşî têdigihîjin. Em dibînin ku li tu civakeke din ew qas lawje, stran, gotinên pêşiyan, mamik, tiştonek û hwd (ku hemî helbest in) nîn in. Ez dixwazim sedemên vê rewşê bi çend xalan vebêjim;
Her çiqas bi gelemperî li ser wêjeya me û pirsgirêkên wê tu babaegîdek bi awayek rexnegirî nenivîsîbe jî, li derdorên edebî de bêhtir li ser roman an çîrokan nivîs (bêhtir danasîn) dinivîsîn. Pirtûkên helbestê yan nayên çapkirin an jî piştî çapkirinê di gel wêjevanan helbestvan bi xwe jî qedr û qîmetê nadin pirtûkên xwe. Wekî ku bibêje va min daxwaza xwe bi cih anî, berpirsiyariya min bi dawî bû. Bi ya min yek ji sedema nexweşiya helbesta me jî ev helwest e.
Li hêla din helbesta ku îroj tê nivîsandin ne gihîştiye asta helbestê. Wekî teksteke dilînî û hawar û qara qarekê ye ku xwîner ditengijîne. Ji hêla raman û zimên ve sext e. Li ser angaşta nûjeniyê! bi çavekî ne çê li kelepora xwe dinihêre û wê ya wekî kirûyeke ku dewra wê bihûriye dibîne. Bi pê re jî ne xwedî bîr û baweriyek modêrn e. Helbet ev helwesta nîgaşî nahêle ku ew, bibe bersiva îro jî.
Di gel vê reşbîniyê jî gelek helbestên ku dilê mirov pê şa dibe tê nîvîsandin. Barê dikeve ser milê me hemûyan (çi romanûs, çi çîroknûs, çi helbestvan…) em piştgiriya wan bikin û kêfxweşiya xwe bi çoşî bînin ziman. Lewre hêza helbestê di heman demê de hêza vegotin, têgihîşitn û ya zimên e. Helbest hêza hişmendiya berê wê li pêşerojê, raborê hêvî û nîgaşê ye.
(Dê bidome)