Heskîf
Ger Bendava Ilisû çêbibe dê Heskîf noqav bibe. Dewlet dixwaze Heskifê bar bike, lê heskîfî naxwazin ji cihê xwe bar bikin.
Dewlet dixwaze Bendava Ilisûyê saz bike. Dema Bendava Ilisûyê çêbibe Dîroka Heskîfê ya bi hezaran salan, bermanihiyên dîrokî hemû dê di bin avê de bimînin. Û di rewşeke wisa de navçeya Heskîfa heyî jî di bin avê de dimîne. Dewlet diwazin ji bo heskîfiyan li ser girê li hemberî Heskîfê niha cih û warekê saz bike, lê heskîfî vê yekê naxwazin û wisa dibêjin, "Em yek jî li wir bi cih nabin. Rê bêne saz kirin jî ne xem e, em naxwazin bar bikin cihê nû."
Cihê ku nû tê çêkirin 2 kîlometre dûrî navçeya niha ye û li qûntarê Çiyayê Damanê ye. Niha dewletê dest pê kiriye ku rê saz dike. Heskîfî dibêjin ku ew dev ji cihê xwe yê niha bernadin, Şaredarê Heskîfê Vahap Kusen jî wisa dibêje: "Der barê cihê nû de qet serî li fikra me nedan. Kes nafikire ku here cihê nû tê çêkirin."
Kusen wiha didomîne: "DSÎ bêyî serî li fikra şaredariya me bide ciheke nû kifş kiriye ku wekî qada çandê ya Bajarê nû diyar kiriye. Lê haya kesî ji vê qadê nîn e. Nêzî salekê ye erebeyên DSÎ xebata çêkirina rêyê didomînin."
Şaredar Kusen da zanîn ku bankeyên Almanya, Avusturya û Swîsreyê ji bo bendavê krediya ku dê bidana ji bo sal û nîvekê krediya daye rawestandin û wiha got: "Li ber navçeya me tişteke dibe. Rê têne çêkirin, DSÎ dixwaze hêvî bide gel lê kes ji van xebatan ne bawer e. Kes nizane dê kîjan berhemên dîrokî bar bikin navçeya nû. Digel ku ez şaredar im jî ez bi vê nizanim. Serokê kolandina rizgarkirina berheman Prof. Dr. Abdulselam Uluçam jî dib^je ku ev berhemên dîrokîn nayên barkirin. Hûn dest bidin kîjan berhemî ew di destê we de dimînin."