BEXDA
Parlamentera kurd a êzidî ya li Parlamenta Iraqê Viyan Daxil diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê bi gotina 'la îlaha îllahah' komkujiyê li êzidiyan dikin. Daxil li parlemenê bi girîn bang li parlamentoyê kir ku pêşî li komkujiyê bigire.
Parlamentoya Iraqê ji bo Serokwezîrê nû yê welêt hilbijêre kom bû. Di vê kombûnê de parlamentera kurd a êzidî ya ji Şengalê Viyan Daxil bi girîn axivî û ban kir.
Daxil komkujiyên li Şengalê dibin anî rojevê, xîtabî Serokê Parlamenê kir û got: "Birêz Serok, em li herêma Şengalê tên qetilkirin. Bi gotina 'la îlahe îllalah' me qetil dikin. Heta niha 500 ciwanên êzidî qetil kirin. Jinên me ji bo li bazaran bifiroşin direvînin. Dest diavêjin wan û bi çavên xenîmetê li wan dinêrin. Jinên êzdî ku hatin li bajarê Misûlê di saheyek ya sporê de tên ragirtin."
Daxil wisa dom kir: "Birayên min ên rêzdar, gelê min tê qetilkirin. Çawa ku li herêmên din ên Iraqê gelê şîa, sunnî, xiristiyan, tirkmen û şebek qetil dikin, niha jî êrîşî êzdiyan dikin û wan qetil dikin. Ez ji we rica dikim birez serok, birayên min ên rêzdar, nakokiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî û alîkariyê bidin gelê min."
‘Li çiyayê Şengalê 70 zarok, 50 temendirêj ji birçîna mirin’
Viyan Daxil da xuyakirin ku heta niha zêdeyî 500 jinên êzidî ji bo bikin cariye hatine revandin û got: "Di nava 48 saetan de 32 hezar malbatan koç kirin. Li Çiyayê Şengalê tî, birçî, dora wan hatiye girtin. 70 zarok û 50 kesên extiyar mirin."
‘Ji bo pêşî li karesatê bigirin bikevin nava tevgerê’
Viyan Daxil ji parlamentoyê xwest ku ji bo pêşî li karesatê bigire bikeve nava tevgerê û dema axaftina xwe qedand ji ser hişê xwe çû. Parlamenterên jin ên kurd ên li derdora wê hewl dan alîkariyê bidin Daxil.
Parlamenterên ku piştî Viyan Daxil mafê axaftinê wergirtin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê û komkujiyên çeteyan şermezar kirin. Nîqaşên ji bo hilbijartina Serokwezîrê nû jî ji bo rûniştineke din hat hiştin.
Hemû parlementerên kurd ên li Parlamentoya Iraqê piştgirî dan Daxil. Endamên din ên parlamentoyê jî hemû rabûn ser piyan û li Daxil guhdarî kirin.


