Stenbol
BDP'ê li ser kuştina 34 gundiyên kurd serî li dadgehê da û xwest Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serfermandarê Artêşê Nejdet Ozel, wezîrên berpirsên serleşkeriyê û Muşteşarê MÎT'ê Hakan Fidan bêne darizandin û cezakirin. BDP'ê di daxwaznameya xwe de ji ber sedemên "li hemberî mirovahiyê sûc kirine" û "komkujî pêk anîne" xwest ew bêne cezakirin.
Wekîlê Serokê Koma Meclisê ya BDP'ê Hasip Kaplan, mebûsê BDP'ê yê Çewligê Îdrîs Baluken û Mebûsê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak li ser kuştina 34 gundiyên Roboskiya Qilabana Şirnexê serî li dadgehê da.
Her sê mebûsan bi îmzeya Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattin Demirtaş digel Kaplan, Baluken û Bozlak daxwazname dan dadgehê.
BDP'ê di daxwaznameyê de wekî delîl jî gotinên şahidan, rapora Rêxistinên Mafên Mirovan, û Rapor û Lêkolîna Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa Tirkiyeyê nîşan da.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Li 10 bajaran ji bo Roboskî mewlûd hat xwendin
- Piştî meh û nîvekê meclis karî here Roboskî
- Mehek derbas bû, hê gavek pêş ve neçûye
- AKP û MHP'ê nexwest Roboskî bê lêkolînkirin
- Piştî meheke dê meclis here Uludereyê
- Qeymeqamê Helebçeyê komkujiya Roboskiyê şermezar kir
- 715 saziyên sivîl: Her bombeyek cûdakariyekê tîne
- 'Ji bo ala ser tabûtan min tiştek wisa negot'
- Komeleya Nivîskaran: Divê berpirsên bûyerê bên darizandin û ji kar bên dûrxistin
- 'Çiller nekarî hûnê jî nikaribin berxwedana kurdan têk bibin'
- 30 hezar kesî 35 kes veşartin
- ÎHD û Mazlûmder: Bûyer înfazeke
- Haci Encu ku ji bûyerê sax filitî qala bûyerê kir
- Gotinên li ser komkujiya Roboskiyê
- Selahattin Demirtaş: Komkujiyekî din li dîroka Tirkiyeyê hate zêdekirin
- Demîrtaş: Rabin bûyerê nalet bikin- Navên kesên ku hatine kuştin
- Balafiran gundî dan ber bombeyan: 35 kes kuştin


