logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ji Weşanên Lîs 4 pirtûkên nû

Romanek, wergerek û du pirtûkên helbestan, 4 pirtûkên nû ji aliyê Weşanên Lîs ve hatin weşandin.

  • Dîrok: 01/07/2014
  • Beş: Berhem

Diyarname

Romanek, wergerek û du pirtûkên helbestan, 4 pirtûkên nû ji aliyê Weşanên Lîs ve hatin weşandin.


"Rêya Bêveger" a Hasan Bildirici

Yek ji rewşenbîrên kurd Hasan Bildirici ev bi salan e li Ewropayê dijî. Wî heta niha gelek pirtûk nivîsanrine. yek ji wan jî "Rêya Bêveger" e ku niha ji tirkî ji bo kurdî hatiye wergerandin û weşandin. Pirtûka ku ji aliyê Lîsê ve hatiye weşandin, wergera wê Salih Agir Qoserî kiriye.

Dema Rojdaya ku li Stenbolê li Zanîngehê dixwîne, ji ber nexweşiyê hinekî navbirê dide xwendinê û tê mala xwe ya li Tetwanê, bi rê de li laşê gerîlayeke jin diqelibe. Piştî vê tesadufê Rojda ji aliyê leşkeran ve tê şopandin, di îfadeyên bi îşkence re derbas dibe, jiyana wê bi bûyerên bênavbir û awarte hildiweşe. 

Dîsa di rojeke zivistanê ya biberf de, pêrgî gerîlayên ku wê dişopînin, tê. Gerîla wê bi xwe re dibin ser çiyayan, êdî jiyaneke ku kevir û dar li ber îdare nakin, dest pê dike. Rojda dibe şahidê neçarî, evînên nepenî, întîxar û hêza berxwedanên mirovahîyê. Di heman demê de, li bajaran, gelê welatparêz têne kuştin. Mirovên ku Rojda ji wan hez dike, bi rêbazên hovane têne kuştin. 

Rêya Bêveger, bûyerên ku di salên 1990’î de li ser erdnîgariya Kurdan pêk tên, bi vegotineke balkêş vedibêje.



"Sefernameya Hezar û Yek Fersengî" ya Fatih Aydin 

"Mîr hebûn, Zana bûn

Ûsif hebûn, Mîrzan bûn

Belê, Xwedîyê sebirê bûn

Û pê bûne Mîrên Misirê...

Ji bo xatirê Gul'an û Mîrzan'an"

Nivîskar Fatih Aydin di romara xwe "Sefernameya Hezar û Yek Fersengî"de xwendevanan dibe serdemeke kevn.

Di demên ku Cizîra Botan navend û kana zanînê bû, zana û alimên mezin lê mezin dibûn de jî, li ser rûyê ezmên stêrk û kewkeb bi çerxa felekê re, dîsa her tim di fetil û ger û dewranê de bûn, dîsa mîna Leyla û Mecnûnên ku li hev digerin, li ser rûyê ezmên dida dû şopa hev, dîsa li ser rûyê ezmên şikil û wêne û resimên balkêş, nîşanî yên li ser rûyê erdê dida.

Di demên ku Mezra Botan navend û kana şaristanîyê bû de jî, li ser rûyê erdê çem di nav robarên xwe de mîna her tim di nav ger û fetil û herikînê de bûn, dîsa ava wê mîna ku li pê aşiqê xwe be, bêsekin û bêqerar û bêvêsîn bû. 

Dîsa li ser rûyê erdê, bûyer û qewimînên hêjayî balkêşî û îbretê diqewimîn. Dîsa tofanên ku li ser rûyê erdê radibin û ava xwe digihînin ser rûyê ezmên, ava xwe digihînin erş û elayê radibûn, bajar û şaristanî li ser rûyê erdê hildiweşîyan û ji nû ve ava dibûn. Dîsa Ûsifên xwedîyên sebirê ji bîrên kûr derdiketin û dibûn mîrên Misirê.

Sedsala 12'an, Xaçperest ji welatên xwe yên dûr radibûn û mîna tofanan bi ser Mezopotamya, Şam û Filistînê de dihatin. Lê zana hebûn ku tiştên li ser rûyê ezmên eyan dibin û li ser rûyê erdê diqewimin şirove bikin, Mîr hebûn ku xelkê xwe ji bîrên kûr xelas bikin û helbet şahid jî hebûn ku ji me re qal bikin.


"Çavê Te Ronî" ya Siyabend Serbilind

Xwezî an Sibeyên Wenda, hest û dilînên evîndarekî ku ne dikare dev ji yara xwe berde û ne jî yara wî beriseveke erênî an neyînî dideyê ye. Ev ristên ji dilekî pak û dilovan herikî di heman demê de yên hemû mirovan e. Nemaze yên di berzaha evînê de asê mayî an xwe wiha hîs dikin.

Siyamend Serbilind di sala 1988’an de li Ortewêrana Çinara Amedê ji dayik bûye û berî niha romeneke wî ya bi navê Bêyom dîsa ji Weşanên Lîsê derketibû. Serbilind vê carê bi helbestên xwe derket pêşberî xwendevanan.



"Xewna Kolayî" ya Alî Bayram 

Ali Bayram, di “Xewna Kolayî” de bi helbestê welatekî neqiş dike. Ew welatê di kevala Kurmancîyê de hatiye nîgarkirin, hemû taybetîyên vê xakê jî                       -êş, azar, kuştin, berxwedan, serhildan, işq, tenêtî…- di xwe de dihewîne. Di vî wêneyê di nav mijê de, helbestvan li şopa “dengên winda” digere. Şevên sar û tarî bi “Qendîla Dil”ê xwe ronî dike. Wekî şêrgeleyekî vî welatî, her di nav hewldanê de ye û “Ji Peyayan Hez Nakim”, “Çarwext Sirûdan Dixwînim” dibêje. Alî Bayram hewl dide ku vî welatê ku êş tê de serdest e, bike warê helbestê û “Bircên Helbestê” lê ava bike. 

Helbestkar sirûdên sewdaserî, welathezî û bavînîyê dirijîne deryaya peyva rewan û herikbar. 

 

- Rêya Bêvger / Hasan Bildirici / Roman / Wergera ji tirkî: Salih Agir Qoserî / 394 rûpel

- Sefernameya Hezar û Yek Fersengî / Fatih Aydin / Roman / 174 Rûpel

- Çavê Te Ronî / Siyamend Serbilind / Helbest / 64 Rûpel

- Xewna Kolayî / Alî Bayram / Helbest / 63 Rûpel

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.  

*** 

 

'Kurt Tarîhî' nivîsî: "Di Osmanî de 'Kurdên Sadiq' û 'Kurdên Wehşî'" 

 

Ji bo têkilî û xwestina kovarê:

www.kurttarihi.org

0532 173 25 09

kurttarihi@yahoo.com 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji 3 saziyan ji bo Rojava daxuyaniya salvegerê

ad

Ji niha de pîroz be: Brezîlya dê kûpayê bigire

ad

Kurd dê çend mebûsan bi dest bixin?

ad

Vaye rêveberiya nû ya DBP'ê

ad

Yaşar Kemal ji kesên pirtûkên wî dixwînin çi xwest?

ad

Der barê Leyla Zana de lêpirsîn dan dest pê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname