SILEMANÎ
Di çarçoveya çalakiyên ku ji aliyê kurdan ve ji bo protestokirina xala 24'an têne lidarxistin de, bi hezaran şêniyên Silemaniyê beşdarî meşa ku hate lidarxistin bûn.
Li bajarê Silemaniyê saet di 08.00'an de bi beşdariya bi hezaran kesî, meş hate lidarxistin.
Meş, ji aliyê partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ve hate lidarxistin. Meşa ku li hemberî Parlementoya Iraqê ya xala 24'an qebûl kir tê lidarxistin, ji hemû aliyên bajêr destpê kir. Meşvan, li ber Lîseya Pêşesaziyê kom bûn û ber bi Walîtiya Silêmaniyê ve meşiyan. Di meşê de sloganên wekî "Kerkûk a kurdan e" têne avêtin. Alên Herêma Kurdistana Federal û dowîzên ji bo protestokirina xala 24'an di meşê de hatin hilgirtin. Meşvanên Silêmaniyê bi yek dengî piştgiriya xwe ji bo perlementeren kurd ku di Parlementoya Iraqê de ji wan re dibêjin Lîsteya Hevpeymaniya Kurd, anîn ziman. Meşvanan, daxwaz ji rayedarên Herêma Kurdistanê kirin ku rojekê berî rojê pirsgirêkê bi Hikûmeta Navendî ya Bexdayê re çareser bike. Dîsa beşdarên meşê bi sloganên "Kerkûk dilê kurdan e", teqîna ku duh di dema meşa li Kerkûkê de pêk hat şermezar kirin. Meşvanan xwestin ku kiryarên bûyerê bêne darizandin.
‘Emê daxwazên gel bicih bînin’
Waliyê Silêmanî Dana Ehmed Mecîd ji bo meşvanan axivî. Mecîd, diyar kir ku wê daxwazên gel bighînin aliyên pêwendîdar û wiha dom kir: "Tiştên ku gel xwestiye, em ê pêk bînin." Mecîd, teqîna ku li Kerkûkê çêbû jî şermezar kir.
Piştî bidawîbûna axaftina Mecîd, girse bi slogan û çepikan belav bû.
Ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hatiye girtin


