Diyarname
Di maça duyem a ji bo Fînala Lîga Şampiyonan tîma Spanyayê Real Madrid li Almanyayê, li mala Bayern Muniha şampiyona Almanyayê 4-0 bi ser ket û derbasî fînalê bû. Bayerna ku îsal di Bundesliga de wekî bahozê rabûbû li hemberî Madridê wekî rebenan bû.
Real Madrida ku di maça yekem de li mala xwe bi 1-0 serketibû di deqîqeya16 û 20'an de bi du golên Sergio Ramos, di deqîqeya 34'an de jî bi gola Cristiano Ronaldo baweriya Bayernê hejand. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Ronaldo careke din derket ser dikê û di deqîqeya 89'an de fîrîkîkek xweş avêt û mohra xwe li maçê da: 4-0. Real Madrid ev sê sal bûn nekirarî derkeve fînalê, lê Bayer Munih par ev kûpa bi dest xistibû.
Fînalîstê duyemîn dê êvara 30'ê mehê bi maça Chelsea û Atletico Madrid diyar bibe. Maça yekem li Spanyayê bi 0-0 bi encam bûbû.