Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de Amed Spor îro li Balikesirê ligel Balikesir Baltok Sporê lîst û di maçê bi 5-0 têk çû.
Di Dora 3'yemîn a Kûpaya Ziraatê de Balikesîrê bi golên Mahatma Otoo (dq 30), Sedat Şahinturk (Dq 56), Muhammed Ali Dogan (dq 65), Steve Beleck (dq 68, ji penaltî) û Rahmi Anil Başaran (dq 84) Amed Spor têk bir û derbasî Dora 4'an bû.
Di destpêka maçê de, di deqîqeya 28'an de ji Amed Sporê Ferat Yaşar qerta sor dît û ji maçê hat avêtin. Amed Sporê 62 deqeyên din bi 10 kesî lîst ku vê yekê bandoreke xirab li lîstikvanan kir.
Di vê navberê de alîgirên Balikesir Sporê her gotinên xiras û heqaretwarî li hemberî lîstikvanên Amed Sporê bilind kirin. Piştî Amedê Amed Sporê ragihand ku ji ber van kirinên wan ew dê bikevin nava tevgerê ku klûb bê cezakirin.
Rewşa Amed Sporê ya aborî ne baş e
Amed Spor ku di nav qeyrana aborî de bi zorê dimeşe, berî maçê bi du rojan xebatkarên klûbê dest ji kar berdabûn. Xebatkar ku nekarîn meaşê xwe bigirin dest ji kar berdabûn û xwarin çênedikir. Lîstikvanên ku ew jî ev demek e pere nagirin piştgirî dabûn van xebatkaran. Amed Spor di van demên dawî de di nav atmosfereke wisa de dilîze.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Diyarbekir, Wan, Batman, Dêrsim bi ser ketin
- Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Diyarbekir, Batman, Sêrt, Wan, Dêrsim bi ser ketin
- Ji bo Dora 2'yem pişke hat kişandin