Diyarname
Hevserokê Şaredariya Artukluya Mêrdînê Emin Irmak ku li gundê Mêrdînê dema xwarina aştiyê de, ji aliyê piştê ve bi çek gule bera wî dan, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.
Li gundê Gokçe li ser moxtariyê pevçûn derketibûn. Hevseroke Artuklu Irmak ji bo aştiyê çûbû wir û xwarina aştiyê dida. Di vê demê de careke din pevçûn derket, di wê pevçûnê de guleyek li singê wî ketiye.
Irmak rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Ferhan Tarhan piştî bi dixtoran re hevdîtin pêk anî got rewşa Irmak baş e lê gule hê di singê wî de ye.
Ji bo Irmak pêdivî bi xwîra B-rh (+) heye.
Hevserokên Şaredariyên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî di nav de komek BDP'yî li ber nexweşxaneyê sekinîne.