Diyarname
Hejmara nû ya Tîrojê derket. Tîrojê di vê hejmara xwe de meseleya "'Biratiya Misilmantî' çareserî ye?" girtiye dest.
Tîroj bi hejmara xwe ya adar û avrêlê ya 31'ê derket. Tîrojê ku bi kurdî û tirkî weşanê dike bi vê hejmarê sala xwe ya 5'an li dû xwe hişt û kete sala 6'an. Kovar ku di her hejmarê de digel helbest, çîrok, gotar û hevpeyvînan dosyayê jî amade dike. Di vê hejmarê de kovarê dosyaya xwe li ser meseleya "'Biratiya Misilmantî' çareserî ye?" amade kiriye.
Di dosyayê de pirsgirêka kurd, nêzîktêdayîna ji aliyê misilmantî ve û rewşa heyî tê nîqaşkirin. Dosyaya ku beşa wê ya yekem hatiye weşandin kesên wekî Faik Bulut, Ahmet Înan, Huseyin Siyabend, Firat Aydinkaya, Mustafa Pekoz bi nivîsên xwe li ser meseleyê sekinîne. Li gor gotina edîtorên kovarê ji ber eleqeyê beşa duyem a dosyeyê dê hejmara bê de biweşînin.
Ji nivîsên li ser rojevê Fehim Işik "Newroza Kurdan" bi kurdî û Nuray Sancar jî "Gel Newrozê diafirîne, Newroz jî gel" bi tirkî nivîs li ser Newrozê nivîsandiye.
Li ser pirsgirêka kurd Aydin Çubukçu mijara "Çareserî tenê ji yên dibêjin 'em alî ne' re nayê hiştin" girtiye dest, Tarik Ziya Ekinci jî li ser meseleya “Parastina kurdan ji neteweperestiya kurd û tirkan" sekiniye.
Helbestvan Sennur Sezer nivîseke li ser Meryemxan û Eyşe Şanê nivîsandiye Besê Aslan jî di mijara "Kêliyên dawî yên çandekê" de li ser stranên bêjên kurd ên elewî û kevneşopiya wan a muzîkê sekiniye.
Dawur Rêbiwar mijara duzimanî ku di nav kurdan de her rojev e nivîseke bi navê "Kurd û Duzimanî", Wezîrê Eşo jî li ser 100 saliya rojbûna Heciyê Cindî nivîseke berfireh nivîsandiye.
Her wiha Bawer Roni, Tevfik Taş, Yilmaz Çamlibel, Hasan Kaya, Mustafa Akyol, Belma Akçura, Receb Dildar, Hasan Ozguneş, Roni War, Yusuf Akdag, Roşan Lezgin, Yrd. Doç. Dr. Gulseren Adakli, Sergil Îlgun bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine, Kak Zêwer jî bi wênesaza kurd Berçema Mişrîtan re li ser hunera wê hevpeyvîneke pêre kiriye.
Ji bo xwestinê:
Tel: (0212) 247 65 17
info@tiroj.net