Diyarname
Fîlmê derhêner Reis çelik ê bi navê "Multecî" li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Bukreşê xelata Fîlmê Herî Serketî girt.
"Multecî" (Penaber) li ser mijara penaberan e. Di serî de jî çîroka fîlm li ser kurdek penaber ê bi navê Şivan e. Şivan ku ji gundê xwe ji mecbûrî derdikeve diçe penaberiyê, tiştên ku tên serê wî bûye mijara fîlmê "Multecî". "Multecî" di festîvalê de di beşa "CineBlackSea" (Sînemaya Behra Reş) de Xelata Fîlmê Herî Serketî girt.
Her wiha ji Tirkiyeyê fîlmê Ozer Kiziltan "Takva" jî Xelata Fîlmê Herî Serketî girtb
Di beşa kurtefîlm û belgefîlman de jî du kurtefîlman xelata yekemîniyê girt. Ji wan yek derhêner Emin Alper bi kurtefîlmê "Rifat" û derhênerê din derhênerê romanî Adrian Sitaru bi kurtefîlmê xwe "Valudi" (Pêl) xelat girt.
Di beşa pêşbaziya navneteweyî ya festîvalê de jî di warê Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî û Fîlmê Yekemîn ê Herî Serketî derhênerê çînî Pen Toka bi fîlme xwe "Moht" (Pinpinîka biçûk) xelat girt.
Fîlmê "Moth" di heman demê de xelata dîmena herî serketî û xelata rexnegiran jî girt û bi vî awayî bi temamî 5 xelat bi hev re ji festîvalê girt.


