Diyarname
Li Sirûca Rihayê esnafan bertek nîşanî berendamê AKP'ê da û AKP'yiyan jîi esnaf gulebaran kirin. Di bûyerê de 4 jê HDP'yî, yek AKP'yî pênc kes mirin.
Berendamê mebûsiyê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ligel kesên li cem ji bo hilbijartinê diçin dikanên esnafan ku beşek jê HDP'yî ne. Li wir deng ji bo AKP'ê dixwazin, ew jî dibêjin em deng nedin we ji vir herin. Piştî nîqaşan AKP'yî dikanê gulebaran dikin. Kurê Haci Esvet Şenyaşar ê bi navê Celal Şenyaşar li cihê bûyerê dimire û birayê wî Adil Şenyaşar jî radikin nexweşxaneyê. Li gor agahiyê xebatkarên nexweşxaneyê Haci Esvet Şenyaşar li nexweşxaneyê bi lînckirinê, Mehmet Şenyaşar jî bi tûpa oksîjenê li serê wî dixin û dikujin. Bi vî awayî 3 HDP'yî têne kuştin.
Birê Îbrahîm Halîl Yildiz ê bi navê Mehmet Alî Yildiz ku ew jî birîndar bûbû li nexweşxaneyê dimire. Tê gotin ku parêzvanê wî jî li nexweşxaneyê dimire. Bi vî awayî hejmara kesên mirine derdikeve 5'an.
HDP'ê 2 roj şîn danî
Piştî bûyerê HDP'ê banga aramiyê kir û dûre ji bo 2 rojan li Sirûcê şîn danî. 2 roj dê şîn bidome û li navçeyê xebata hilbijartinê neyê kirin.
Li Meletî û Kocaelî êrîşê HDP'yiyan hat kirin
Di vê navberê de li Hekîmhana Meleti û li Degirmendereya Kocaelî di dema xebata hilbijartinê de êrîşê HDP'yiyan hat kirin û 6 HDP'yî birîndar bûn. Berendamê HDP'ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu got ku bi çovan êrîşê standê wan ê hilbijartinê hatiye kirin û di êrîşê de lingê Serokê HDP'ya Kocaelî Şehabettin Işik şikiyaye.
Diyarname - Ajansa Mezopotamya