AMÛDÊ
Karsaz û pîşekarên herêmê Cizîrê ji Serokatiya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê daxwaz kirin ku herêmeke pîşezazî li herêmê bê vekirin.
Duh êvarê şandeyek ji bazirgan û pîşekarên bajarê Hesekê û Amûdê serdana navenda Serokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Amûdê kirin. Serokê Meclisa Rêveber Ekrem Hiso û Serokê Desteya Veguhestinê Mihemd Salih Ebdo pêşwaziya şandeyê kirin. Serokê Meclisê Ekrem Hiso ku pêşwaziya bazirgan û pîşekaran kir axivî û got: ''Serlêdana we girêdana gel bi rêveberiyê nîşan dide.''
Hiso, da zanîn ku armanca rêveberiyê ya sereke ew e ku rewşa aborî û jiyanî ya gelê herêmê pêş bixe û buhabûna li herêmê çêbûye kêm bike. Heso, da zanîn ku vebûna deriyê Til Koçer hindik be jî bandoreke erênî li jiyana welatiyan kiriye.
Endamê Şandeya Karsazan Hisên Hemo piştî hevdîtinê diyar kir ku ew bi armanca ku ji serokatiya rêveberiyê avakirina herêmeke pîşesazî bixwazin serlêdan kirine. Hemo da zanîn ku wan bi armanca ku kargehên ku pêdiviya welatiyan pêk bînin û ew jî sermiyanên xwe li herêmê bixebitînin.
Endamê din ê şandeyê Hisên Reşo diyar kir ku wî jî serdana Meclisa Rêveber kiriye da ku hemû derfetên xwe yên menewî û madî di xizmeata herêmê de ne û li ser vê yekê bixebite.
Reşo, da zanîn ku armanca wan ji avakirina herêmeke pîşesazî li herêmê ew e ku beşekî mezin ji şêniyên herêmê bibin xwedî kar û pêdiviyên herêmê bi xwe çêbikin.
ANHA