logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ji Demîrtaş ji bo Huda-Par hişyarî

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûna xwe a li hemberî provokasyonên pêş hilbijartinê yên Huda-Parê ku nêzî Hiz

  • Dîrok: 31/01/2014
  • Beş: Nûçe

COLEMÊRG

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş nerazîbûna xwe a li hemberî provokasyonên pêş hilbijartinê yên Huda-Parê ku nêzî Hizbullahê ye nîşan da û got: “Partiya ku wekî HUDA-PAR binav dikin, li navçeya Licê ku hema bêje tu endamên wê lê tune diçe li ser esnaf û gel belavokan belav dike. Esnaf bixwe nerazîbûn nîşan didin. Gel nerazîbûna xwe danîne holê.” Demîrtaş hişyariya “ger ku hûn wekî partiyekî siyasî dixwazin siyaset bikin, siyaset bikin. Negerin, provokasyonan nekin. Bila her kes bizane ku ne esnafê me û ne jî gelê me bê xwedî ye.”

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di serdana xwe ya 2 rojan de ku hat Culemêrgê ji aliyê bi hezaran kesî ve li Depînê hate pêşwazî kirin. Jinên ku bi cil û bergên gelêrî hatibûn pêşwaziya Demirtaş, stran gotin û govend gerandin. Karwana ku ji nêzî 500 wesayîtan ku bi hatina Demirtaş re ketin rê, derbasî navenda bajar bû. Bi hezaran kesên ku li pêş avahiya Şaredariyê li benda Demîrtaş bûn, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gel alên PKK  û Konfederalîzmê hilgirtin. Parlementerên Culemêrgê Adil Zozanî û Esat Canan, Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedirhanoglu, rêveberên BDP û HDP’ê li gel namzetên şaredariyan hevalbendiya Demirtaş kirin.

Demirtaş li şaneşîna Şaredariyê ji bo gel axivî, sipasiya wan kir û got ku ew bi gelê Culemêrgê serbilind e. Demîrtaş wiha got: “Bi taybetî peyamên ku em li vir bidîn pir girîng in. Li ser vê xaka ku ev zilm û êş kêşaye, li gel wê jî ew çend têkoşer, li ser van xakên ku ji bo lehengiyê pêşengî kiriye niha jî dîrokê dinivîse. Dema îro em temaşeyê Rojava dikin, Efrîn, Kobanî, Cizîr û Qamişlo dikin, encama tekoşîna ciwanên Gever û Culemêrgê dibînin.”

Demirtaş ku çû serdana MEYADER'ê, li ser pirsa rojnamegeran ya ku duh li navçeya Licêya Amedê HUDA-PAR’ê êrîşê gel kiribû, got ku HUDA-PAR li pey provokasyonan e, gel vê baş dizane û nerazîbûna xwe daniye holê. Demirtaş li ser êrîşên HUDA-PAR’ê yên ku li herêmê zêde bûne wiha got: “Ez vê pir zelal dibêjim. Partiya me li hemberî tu namzetên şaredariyên partiyan, pilankirina êrîşan û pilana astengkirina hilbijartinê nekiriye. Wê neke jî. Em wekî partiyekî siyasî xebatên xwe yên hilbijaritinê dimeşînîn. HUDA-PAR li cihekî ku temaşe dikî tu endamên wê jî lê nîn in, diçe Lîcê û li ser esnafan belavokan belav dike. Esnaf bixwe nerazîbûna xwe nîşan didin. Gel bi xwe nerazîbûna xwe nîşan dide. Dibêje ‘ez BDP’yiyîm vê belavokê nedin min’. HUDA-PAR’yiyên ku her cihê diçinê li rastî nerazîbûnê tên, vê carê jî neheqiyê li esnafan dikin. Tu biryarekî partiya me astengkirina xebatên HUDA-PAR’ê nîn e, pêwistî jî pê nîn e. Ji ber ev ji aliyê gel ve nayên hezkirin li hemû cihî li rastî nerazîbûna gel tên.”

JI BO RASTBÎNÊ BANGEWAZÎ

Demîrtaş ku bangewaziya gel kir û wiha got: “Hûn rastiyê bibînin. Êrîş ji kê were bila were, xwe parastin mafê te ye. Lê li hemberî provokasyonê şiyar bin. Li hemberî me tenê HUDA-PAR ne, AKP, MHP û CHP hemû li heman cihî ne. Bi teybetî pêwist e ciwanên partiya me pir baldar bin, armanca wan çêkirina aloziyan e. Hinek ji agirbesta ku heye nerehet in.  Dixwazin ji vê navendê rabin û alozî derbixin. Ji bo vê yekê van bi kartînin. Gelê me gelekî bi rêxistinkirî û bi disîplîn e. Xwedî hêza sekna li hemberî van lîstikan e.”


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Konfiransa Soranîkirnê an jî Dojminiya Sêqolî li ser Kurmancîyê

ad

CHP'ê berendamên şaredariyê yên Mêrdîn û Dêrsimê diyar kirin

ad

Ji bo li zanîngehê Enstîtuya Kurdolojiyê vebe gav hate avêtin

ad

‘Keleh’ek din li keleha çîroka kurdî zêde bû!

ad

Weşanger Azad Zal hat berdan

ad

Ev nûçe derew e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname